Çarenvîsa jinên ducanî û zarokên wan di nava PKK’ê de çî ye?

Çarenvîsa jinên ducanî û zarokên wan di nava PKK’ê de çî ye?

Encamdana kiryarên seksî di nêvbera çekdarên PKK’ê de her ku diçe zêdetir dibe û di vê derbarê de PKK’e jî matmayî maye û nikare çareseriyek bingehîn ji vê pirsgirêkê re peyda bike, çareseriya ku niha PKK’e ji boy vê pirsgirêkê bikartîne bi tenê niximandin a bûyerên seksî yên di nêvbera çekdarên wê de ye.

Tevî ku PKK’e hertim wusa dide xuyakirin ku ti têkiliyên seksî û evîndarî di nêvbera çekdarên wê partiyê de naqewime, lê belê, roj naçe bêexlaqî û fihêtiyeke vê partiyê di vê derbarê de eşkere nebe, di nava PKK’ê de ev têkilî bi awayekî zêde bûne ku gihiştiye astekî bi sedan çekdarên keç ducanî bibin.

Gelo PKK’e çi bi wan çekdarên jin dike ku ducanî dibin?

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere dikin, hejmara jinên ducanî di nava PKK’ê de her ku diçe zêdetir dibe, PKK’e wan çekdarên xwe yên ku ducanî dibin dişîne kampa Mexmûrê heya ku zarokên wan ji dayîk dibin, piştre zarok jê tê standin û radestî malbateke PKK’eyî li Mexmûrê tê kirin.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, di vê derbarê de çekdareke jin a bi navê Dîcle Gever li sala 2017an ji çekdarekî PKK’ê ducanî dibe, dema ducanî bûna Dîcle Gever eşkere dibe, PKK’e ji boy niximandina vê bê exlaqiyê Dîcle Gever dişîne Mexmûrê, li Mexmûrê zarokê Dîcleyê ji dayîk dibe, piştre di sala 2018an de Dîcle tê vegerandin bo çiyayê Gare û li wir dimîne.

Çavkaniyên me her weha eşkere kirin, jineke din a bi navê Bêrîvan Malko di sala 2019an de ji çekdarekî PKK’ê ducanî dibe, ew jî ji boy kampa Mexmûrê tê rewanekirin, dema zarok li kampa Mexmûrê ji dayîk bûyî, PKK’ê dîsa Bêrîvan vegerand çiyê.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha didin xuyakirin, ne bi tenê di nêvbera çekdarên PKK’ê yên li çîya, belku di nêvbera çekdarên PKK’ê yên di nava refên YPG’ê de jî kiryarên seksî diqewmin û ew jî ji vê yekê bê par nebûne, bo mînak, çekdareke ser bi YPG’ê ve bi navê Çarçel Bakur ji çekdarekî Ereb yê YPG’ê bi navê Rêdûr Reqe ducanî bûye, dema PKK’ê ev yek zanî, ji boy niximandina vê bûyera bê exlaqane, Çarçel Bakur veguhast Şengalê û li wir zarok di zikê wê de kortaj kiriye û ew kuştiye.

Pustên heman beş