Besê derewan bes nake!

bese-hozat-pkk-bcf-kurdistan-erdhej-info

Besê Hozat ya hevseroka KCKê, ji bo ku hemleya alîkariyên Başûrê Kurdistanê ji boy ziyandîtyên erdhejê yên li bakur û rojava bê wate bike, li medya rêxistinê derket û nirxandin kir, Besê digo: “PDKê li Başûr gelê me asteng kir ku alîkariyê bikin”.

Li roja 28 sibata 2023an, Besê Hozat beşdarî bernameya taybet ya “Medya Haber TV” a PKKê bû, weke hercar rastî berevaj kir û derbarê felaketa erdhejî û alîkariyên Başûr ji boy ziyandîtîyan anî ziman ku “PDKê gelê me li Başûr asteng kir û nehişt alîkariyê bikin”.

Hevgirtineke pir xurt ava bû. Hevgirtin û piştgiriya HDP, HDK, KCD, DBP, rêxistinên din ên sivîl, cemxane, Tevgera Îslama Demokratîk û saziyên li Tirkiyeyê gelekî xurt bû. Bi vê yekê re gel hinekî li ber xwe da

10 Çadirkên HDPê û 242 barhelgirên Weqfa Barzanî!

Tevî ku mehek li ser erdheja 6î sibatê derbasbû, lêbelê hêjan hemleya alîkariyê ya Başûrê Kurdistanê ya ku bi rîya “Weqfa Barzanî” tê encam dayîn weke manşet û serdêra nûçeyên medya Tirkiyê û cîhanê ne, dev jê berde gelê me yê Bakur û Rojava Kurdistanê bi çi cûş û kêfxweşiyek mezin û bi ala rengîn a Kurdistanê ev hemle pêşwazî kir, belê ev yêk ji boy PKKê weke jehra mar bû, ji boy Besê û rêvberên PKKê Bakur û Rojava bi tevahî wêran û kavil biban, neku navê Kurdistanê û Barzanî ewqas li wir bi bandor biba.

Tîmên alîkariyê yên Başûrê Kurdistanê û Weqfa Barzanî, li ber çavê hemû dinyayê weke yekemîn tîma alîkariyê bû ku gihîştin herêmên erdhejê, hêjan 24 saet derbas nebûy ew li wir amadebûn, bi makîneyên kar û sedan barhelgirên alîkarîyan di deriyê Îbrahîm Xelîl re derbas bûn, tîma alîkariyê ya Başûr ew qas mezin û bi bandor bû ku xwe bi sedan kesayetî, parlmenter û siyasiyên faşêst ên Tirk jî nikarîn rastîya wan veşêrin û naçar man li dawiyê pesnê vê alîkariyê bidin, lêbelê PKKe ya ku xwe bi partiyeke Kurdistanî dide naskirin, ev qeder barhelgir û tîmên Başûr nedîtin, lê 10 çadirkên 5 partiyên xwe yên bakur dîtin!.

Emê bi data û delîl bersiva Besê bidin:

Weqfa Barzanî weke pêşenga hemû dinyayê yekemîn bû ku bi dehan barhelgirên alîkariyên lezgîn, tîmên dixtoran, tîmên xelaskirinê û makîneyên kar gihîştine Bakurê Kurdistanê, hêjan 24 saet derbas nebû tîmên Başûrê Kurdistanê li bajarên “Dîlokê, Semsûrê, Riha û Edene û Amedê, Mereş û Meletiyê” belave bûn, wan însan ji binê herifteyan xelas kirin, alîkarî dan wan, birîndar tedawî kirin.

Piştre bi du rojan têmên Weqfa Barzanî di deriyê Selamiyê re derbasî Efrînê û herêmên erdhejê li Rojava Kurdistanê bûn û hêjan jî li wirin û li ser erka xwe a mirovatî berdewamin, niha jî ofîsek li Efrînê avakirine û alîkarî ji wir raste rast bo mexdûrên erdhejê diçin.

Li gorî dawî rapor ku ji Weqfa Barzanî derketî ye û hemû data bi delîl xistine di nava raporê de, heya roja 4 adarê ev alîkarî ji boy Bakur û Rojava Kurdistanê hatine kirin:

  • 142 Barhelgirên alîkarîyan

  • 86 Bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

  • 56 Bo Rojava Kurdistanê.

  • Alîkarî wisa bûn:

  • 123.000 Xwarnên gerim.

  • 47.064 Betanî, doşek û balîf.

  • 47.988 Sêtên ava vexwarinê.

  • 24.430 Paketên xwarinên hişk.

  • 20.857 Xwarinên bilez.

  • 8.723 Alîkariyên pijîşkî.

  • 9.107 Supa.

  • 7.034 Cilk.

  • 4.225 Çadir.

  • 500.000 Pereyên kaş bi lîrê Tirkî.

  • 8.802 Paketên zarokan û şîrê zarokan.

  • 100 Makîneyên înşaatê.

Di vê lînkê de hûn dikarin hemû horgiliyên alîkariyên Başûrê Kurdistanê û Weqfa Barzanî bibînin:

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji destpêka felaketa erdhejê ferman da kampanî ji boy komkirina alîkarîyan ji boy ziyandîtyên erdhejê li tev bajar û bajarokên Kurdistanê bên çêkirin, bi sedan barhelgiran ev alîkariyên gelê Başûr rakirin Bakur û Rojava Kurdistanê, dîmenên derbasbûna alîkarîyan li medya cîhanê bûn rojev.

 Tevî vê barhelgirên Weqfa Barzanî bi wêneya general Mistefa Barzanî û gotina wî ya “Şanazî ye ku mirov xizmetkarê milletê xwe be” ku li ser barhelgiran hatbû nivîsandin li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di geriyan û alîkarîya mexdûran dikir, evan dîmenan dilê Tirkên faşîst jî nerim kir û rayedarên wan bi fermî sipasîya vê hemleyê kir, lêbelê PKKê ev yêk nedî û ji nû ve rabûye şerê xwe yê medyayî li dijî Başûrê Kurdistanê û PDKê domandî ye, ketiye nava hewlên mezin ji bo ku hemleya alîkariyên Başûr bê wate bike.

Erdhejê îsbat kir ku evê rêxistina jê re dibêjin PKKe bi qeder zeret elmisqal jî xêrê ji boy Kurdan naxwaze

PKKe ku heya roja me ya îro yêk destkeftîya wê ji bo Kurd û Kurdistanê tune, nekarî di felaketên xwezayî yên bi ser gelê me da jî hatine xwe weke partîyeke Kurd nîşanî gel bide, wê şerê xwe yê sembolîk li dijî Tirkan rawestand, lêbelê li dijî Başûrê Kurdistanê ku mijûlî alîkarîya birayên xwe yên Bakur û Rojava bû ne sekinand, her roj rêveberekê rêxistinê li medyayê derdikeve û derewan li gel dike, lêbelê vê erdhejê rastîyeke din ya PKKê bi zelalî nîşa gel da û ji boy Bakur û Rojava îfşa bû ku evê rêxistina jê re dibêjin PKKe bi qeder zeret elmisqal jî xêrê ji boy wan naxwaze.

Pustên heman beş