Îro 8 ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê li hemû cîhanê ji aliyê jinan ve bi curên têkoşînê bi coş tê pîrozkirin.
Me jî xwest bi kurtasî bi munasebeta 8 ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de rola jinên Kurd, pêşengîya wê di têkoşîna gelê Kurdistanê de, girîngî û kurte dîroka vê rojê binirxînin.
Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ku hatiye diyarkirin, her sal di 8 ê Adarê de tê pîrozkirin. Ji bo pêşxistina hişmendiya siyasî û civakî ya jinan li ser bingeha mafên mirovan û pîrozkirina erka wê ya dîyarker di hemû qadê jîyana cîvakî û takekesî de. Roja Cîhanî ya Jinan xala esasî ya tevgera mafên jinan e.
Tevî ku 8 ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di salên 1970’yî de li qada navneteweyî hate qebûlkirin jî, lêbelê jinên li tevahiya cîhanê ji salên 1800 ve weke rojeke hevpar a Jinên kedkar yên cîhanê tê pîrozkirin.
Di 8 ê Adara 1857 an de jinan li bajarê New Yorkê grevek pêk anîn û xwestin ku saetên şuxilî daxin 8 saetan û heqdes wekhev bikin. Lê belê di encama çalakiya grevê de kargeha jinan hat şewitandin û nêzî 100 jinan li wir jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku daxwazên jinan ên grevê hatin qebûlkirin jî, dîroka têkoşîna rêxistinbûyî ya ji bo mafên jinan vedigere salên 1900 î. Di sala 1903 an de li dewletên yêkbûyî yên Emerîka yê ji bo parastina mafên jinan ên aborî, siyasî û kesayetî “Koalîsyona sendîkayên Jinan” hate avakirin.
Yekşema dawî ya sala 1908’an jinên sosyalîst li New Yorkê ji bo mafên xwe yên dengdan, siyasî û aborî meşek li dar xistin. Ev roj wekî pêşandana yekem a “Roja Jinan” tê qebûlkirin. Li Emerîka yê di sala 1909 an de bi beşdariya 2.000 kesî çalakiyên mafên jinan hatin lidarxistin û bi beşdariya 20.000-30.000 hezar karkerên jin ên tekstîlê greva giştî da destpêkirin. Jinên kedkar ên di vê grevê de xwestin şert û mercên wan ên şixulî bên başkirin û mûçeyên wan werin zêdekirin. Koordînasyona sendîka Jinan pêşwazî li pêwîstiya jinên grevê kir û jinên di xwepêşandanê de hatibûn girtin bi kefalet serbest hatin berdan.
Têkoşîna jinên Emerîkî bandor li jinên Ewropî jî kir. Di sala 1910 an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Duyemîn a Navneteweyî hat lidarxistin. Di konferansê de Clara Zetkîn pêşniyarkir ku jin daxwazên xwe bînin ziman, rojek taybet bû jinan were dîyarkirin û ev pêşnîyar hate pejirandin . Di 19 ê Adara 1911 an de li Elmanya, Awûstralya û Danîmarka yê yekemîn Roja Jinan a Cîhanê hate pîrozkirin. Pîrozkirina 8 ê Adarê Roja Jinanên Cîhanê di sala 1972 an de li Awûstralya bajarê Sydney bi rêxistineke mezin a bi navê “Bizava Adarê” dest pê kir. Di 16 ê Kanûna 1977 an de Neteweyên Yekbûyî piştî ku di navbera salên 1975-1985 an de weke “Deh salên Jinan yên Neteweyên Yekbûyî” hat îlankirin û “Roja Jinê ya Navneteweyî” hate îlan kirin. Di nava salên raborî de welatên endamên Neteweyên Yekbûyî dest bi pîrozkirina 8 ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin.
Dema ku li hemû cîhanê 8 ê Adar weke roja jinên kedkar tê pîrozkirin, li Kurdistanê jî ev roj xwedî wateyeke pirr girîng e. Beriya her tiştî Kurdistan welatekî bindest, dagirkirî û hemû alîyan de hatiye parçekirin. Di vê wateyê de barê herî giran hê jî dikeve ser milê jinên Kurd. Hemû êşên ku ji ber dagirkerî û êşên şer yê bênavber, barekî mezin xistiye ser milê jinên Kurd. Jin li Kurdistanê bûne dayîkên êş,elem û azaran.
Lê li aliyê din jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di têkoşîna li dijî dagirkerî, zilm û tundiya ser xak û niştiman de bûye xwedî helwestên birûmet. Helwesteke rêxistinbûyî ya jinên Kurd di van zirofan de derket holê. Jinên Kurd; li dijî asîmîlasyona dewletên dagirker, tevî hemû kiryarên dijminane, bûne kela parastina çand û zimanê Kurdî.
Di despêk Leyla Qasim bi hezaran jinên Kurd ên qehreman li Başûr, li Bakur, li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bi helwesteke niştimanperwerî di têkoşîna netewî de bûne pêşeng û di hemû qadên jiyanê de xetîra mafên demokratîk û netewî bilind kirine. Ji qada şer bigire heta qadên hunerî, siyaset û dîplomasiyê, jinên Kurd, li hemû qadan çalakî bûne pêşengên têkoşîna azadiyê. Ji bo vê jî dirûşma “Jin, Jîyan, Azadî ” ku hêmanê têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê ye. Loma jî ew ji dirûşmekê wêdetir bûye rêbaza jîyanê.
Jinên Kurd ne tenê li dijî dagirkeriyê, li dijî paşverûtiya civaka Kurd jî tekoşîn dideç. Di vî warî de jinên Kurd ne tenê li Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê ji bo parastina mafên jinan bûne remza serkeftinê.
Têkoşîna gelê Kurd a li dijî dagirkerî û tunebûnê bi giştî berdewam e. Li Herêma Kurdistanê destkeftên girîng ên jinên Kurd weke heta radeyekê bi destûrî hatîye garantî kirin. Li Rojavayê Kurdistanê eta radeyekê rewşekî jinan yê baş hatîye bidestxistin. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna jina Kurd li dijî terorê bi berxwedana Kobanî gihişte asta herî bilind û jinên Kurd li hemû cîhanê bûne sembola têkoşîna li dijî paşverûtiyê û bûne nasnameya şanazîya mirovahî.
Têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê didome. Gelê Kurd ji bo mafên xwe yên neteweyî têkoşîna xwe didomîne. Di vî warî de jinên Kurd xwedî dîrokekî dirêj in di têkoşîna li dijî dagirkeran de. Xwedî rolek dîyarker û bibandorin. Yanî bi şanazî em dikare bibêjîn ku jinên Kurd pêşenga têkoşînê netewî, civakî, çandî û mirovahî ye. cihê serberzî û şanazîyê ye.
Cihê Jinê di nava civaka Kurdan de
Di nava netew û civaka Kurd de jin hertim cih û giraniya xwe girtiye. Tekoşîna “wekheviya zayendî” li kêleka tekoşîna netewî meşandî ye. Bi sedan jinên Kurd di dîroka siyasî û çandî xwedî cihê girînk bûne. Jinên Kurd bi xebatên wêjeyî û civakî di pêşxistina têkoşîna azadîya gele Kurd de rol lîstin e. Jinên her çar parçeyên Kurdistanê di nava tevgerên siyasî de cih girtine. Weke; Hevse Xanî Neqîb, Dayê Tebrîz û Leza xan bi hevserên xwe re ji bo azadiyê şer kirin. Di vê têkoşînê de Daya Rezbad, Mastura Erdalan, Xece Bawe, Leyla Qasim û bi dehan şêrejinên Kurd şehîd bûn.
Piştî raperîna 1991 ê ya li Başûrê Kurdistanê û avakirina hikûmeta Federal a Herêma Kurdistanê, bi dehan rêxistinên jinan hatin damezrandin. Nûke li Kurdistanê Tevger û têkoşîna wekheviya zayendî ketiye qonaxeke nû.
Tevî van destkeftin û guhertinan, hê jî tundûtijî ya li ser jinan di astên cuda de be jî, li Kurdistanê berdewam dike. Lê têkoşîna ji bo wekheviya mafên jinan û jinavbirina tundûtijî ya li ser jinê bênavber tê domandin.