Ji PKK’ê derew û bêexlaqiyek din derbarê Başûrê Kurdistanê

Ji PKK’ê derew û bêexlaqiyek din derbarê Başûrê Kurdistanê

PKK’e bi awayekî berdewam di çapemeniya xwe de mijûlî vehandina derewan û nûçeyên bêexlaqaneye, bi vî awa ji aliyekê pêşengiya dewleta dagirkera Tirkiyê dike ji boy zêdetir dagîrkirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê din jî bi van nûçeyên derew dixwaze girseya xwe bixapîne û li dijî PDKê han bide.

Herî dawî çapemeniya PKK’ê ya li Silêmaniyê weşanê dike ya bi navê Rojnews nûçeyek weşandiye û têde bi kêfa dilê xwe derew û bêexlaqî rêz kirine, Rojnewsê bi ser navê, ” Asayişa PDK’ê bi fermanda dewleta tirk sê gundên Amêdiyê vala kirin” nûçeyeke pirr derew çêkiriye û dixwaze bi vê yekê rûyê xwe yê reş spî bike û vê yekê veşêre ku ew pêşengiya leşkerê dewleta dagirker a Tirkiyê dike ji boy zêdetir dagîrkirina Başûrê Kurdistanê.

Fesad û bêbextên di Rojnewsê de dişoxilin, di nûçeya xwe ya derew de nivîsand, “bi fermana dewleta Tirkiya dagirker, asayişa PDK’ê gundên Spîndarê, Mijê û Kevne Mijêyên Amêdiyê vala kirin, herwiha rêya van her sê gundan jî ji hatin û çûyînê re girtine, nuqteyên xweyên kontrolê li ser rêya van gundan danîne.” lê belê bi agahiyên Rûpela Darka Mazî ji şêniyên van gundan stendî xuya bû tiştekî bi vî awa rû nedaye, ti yek ji şêniyên van gundan ji gundên xwe derneketine û rêya wan jî vekirîye, wêneya ku Rojnewsê ligel nûçeya xwe parvekirî yê dema çêkirina rêya van gundaye ku bi sedema barîna barenek zêde û çêbûna lehiya rêya van gundan ji kar ketibû û niha rê asayî bûye û wilatî dikarin bi awayekî normal hatin û çûyînê bikin.

Ev ne cara yekeme PKK’e di çapemeniya xwe de derewên bi vî awa parve dike, dem bi dem PKK’e bêexlaqiyên bi vî awa di çapemeniya xwe de dike û dixwaze tev mijaran sexte bke û PDK’ê weke hevalbenda dewleta Tirkiyê destnîşan bike, lê belê êdî rûyê rast ê PKK’ê ji her kesekî re eşkere bûye, her kes baş dizane şerê bi şêwir yê di nêvbera PKK’ê û Tirkiyê de tê kirin bi tenê ji boy yek armanc û yek mebeste ewjî zêdetir dagîrkirina Başûrê Kurdistanê ye.

PKK’e bûye pirek zêrîn ji boy leşkirê dewlata Tirkiyê bo derbasbûna nava kûrahiya axa Başûrê Kurdistanê, PKK’e di rûkeş de şerê Tirkiyê dike, lê di rastiyê de şer di nêvbera wan de tuneye, cihê ku Tirkiye dixwaze dagîr bke yekemcar hin gerîlayên PKK’ê li wir bi cih dike û piştre û dagîr dike.

Di beşeke din a derewa xwe de Rojnewsa PKK’ê gotiye, “dewleta Tirkiya dagirker, asayiş û pêşmergeyên PDK’ê rojane gundên li sînorê parêzgehên Duhok û Hewlêrê bi darê zorê vala dikin û welatiyên gundan ji warên wan derdixin.” lê belê rastî eve ku gundên hatîne vala kirin tev bi sedema şerê sexte yê PKK’ê û Tirkiyê hatine valakirin, PKK’e nekariye li çiya şer bike, niha şerê xwe yê sexte aniye di nava gund û derdora bajarên Başûrê Kurdistanê û dixwaze van deran jî teslîmî dewleta Tirkiyê bike, şêniyên van gundan jî ji neçarî û ji boy parastina ser û malê xwe neçar dimînin gundên xwe vala bikin.

PKK’ê ji bilî ku tev navçeyên Bakurê Kurdistanê teslîmî Tirkiyê kirin, li ser sînorê di nêvbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de jî nekarî xwe bigire û niha Tirkiye bi kûrahiya 50 kîlometran di nava xaka Başûrê Kurdistanê ye, li herêmên ku PKK’e weke “Herêmên Parastina Medya bi nav dike” pêtir ji 600 gundan radestî Tirkiyê kirine, û nekariye ti yek ji wan gundan bparêze, ev ne tiştekî veşartiye, PKK’e bi van derewan bi tenê dixwaze şikestina xwe ya leşkirî veşêre û zêdetir alîgrên xwe bixapîne.

Ya PKK’e li ser lingan hiştî, bi tenê derew û çapemeniya wê ya xapînoke, ger na PKK’e li her derê rastî şikestinê hatiye.

Pustên heman beş