Fermandariya Hêzên Amerîka li Iraqê: Em li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge berdewam dibin

Fermandariya Hêzên Amerîka li Iraqê: Em li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge berdewam dibin

Fermandarê hêzên Amerîkî li Iraqê dibêje, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dê li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge berdewam bin.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, Fermandarê Hêza Piştevaniyê Yek, Ferîq Sîhad Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Şêwirmendên Leşkerî yên Hevpeymanan li Iraqê General Ham û Serokê Desteya Şêwirmendiya Hevpeymanan li Kurdistanê Kolonel Brandstetter û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, Fermandarê Hêza Piştevaniyê Yek, Ferîq Sîhad Barzanî hevkariya hevpeymanan û berdewamiya piştevaniya şêwirmendên wan bo hêzên Pêşmerge bilind nirxand.

Fermandarê Giştî yê Şêwirmendên Leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê General Ham kêfxweşiya xwe ya li hember peywendiyên baş ên di navbera hêzên hevpeyman û hêzên Pêşmerge de nîşan da. Herwiha piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bo Fermandariya Hêzên Piştevaniyê Yek û Pêşmerge dupat kir.

Serdan û civîna Fermandarê Giştî yê Şêwirmendên Leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê bo Fermandeyiya Hêzên Piştevaniyê di demekê de ye, duh 21ê Tebaxê Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl di civînekê de tekezî li ser avakirina hêzeke niştimanî ya bihêz kir û got: “ji bo avakirina hêzeke niştimanî ji bo Kurdistanê hevkar dibin.”

Herwiha Şoreş Îsmaîl got jî: “Emê pêvajoya çaksaziyê bigehînin encamên giring û pêwîst di Wezareta Pêşmerge de.”

Pustên heman beş