Evdila Ocalan ferman da, û Çapemenîya PKKê weşanên xwe yên bi zimanê Tirkî rawestand…

çapemenîya pkk-net

Di du rojên borî de di Çapemenîya PKKê de pêşketinek balkêş çêbû. Du malperên sereke yên nûçeyan ên PKKê ragihandin ku ew weşanên xwe yên bi zimanê Tirkî radiwestînin.

Di 25 ê Îlonê de, ANHA ya PKKê ya li Rojava û RojNews ya li Silêmaniyê ragihandin ku ew weşanên xwe yên bi zimanê Tirkî radiwestînin. Di heman demê de, rojnameya Ewropî ya PKKê, Yeni Özgür Politika, jî weşanên xwe bi hinceta paqişkirina malperî rawestand. Çavkaniyên nêzîkî PKKê îdîa dikin ku ev yek “bi fermana Ocalan” pêkhatîye. Yanî, biryar ne biryarek teknîkî ye, lê biryarek bi paradîgmaya PKKê ve girêdayî ye.

Navê nû ji bo siyaseta Tirkbûnê: Entegrasyona Erênî

Piştî hilweşandina PKKê ji aliyê Evdila Ocalan ve di 27 ê Sibatê de, PKKe di nav pêkhateyên xwe yên rêxistinî de, bi taybetî li Ewropa û Tirkiyeyê, bêyî ku bi eşkere were pejirandin, hin guhertinan dike. Têgeha “Tirkbûnê”, ku Ocalan piştî 1999 an li ser PKKê sepand, niha bi têgehên “entegrasyona erênî-entegrasyona demokratîk” hatiye guhertin, ji ber ku qebûlkirina wê hêsantir bike.

Di vê navberê de, PKKê biryar da ku hemî propaganda û wêjeya xwe ya nivîskî ji nû ve binirxîne da ku vê pêvajoya nû têgeh û nirxandinên Kurdî û peyva Kurdistan ji nava ferhenga xwe rake. Çavkaniyên nêzîkî PKKê radigihînin ku Evdila Ocalan di civînekê de di meha Gulanê de gotiye, “Zimanê ku Tirkîyê hedef digire neyînî ye; em vî uslûbî diguherînin. Ji niha û pê ve, zimanê erênî dê li dijî Tirkiyeyê û civaka wê were bikar anîn. Ji niha û pê ve, em ê bi civaka Kurdî re mijûl bibin.” Her wiha tê zanîn ku Ocalan di hevdîtina 25 ê Gulanê, ku di medyayê de belav bibû, gotiye, “Ji niha û pê ve, em ê li ser kêşeyên hundir bisekinin.” Her wiha hatiye ragihandin ku piştî van gotinên Ocalan, PKKê di weşanên xwe de gotinên wekî “kolonyalîst”, “axa Kurdistanê”, “asîmilasyon” û “komkujî” bi kar nayne. PKKê di meha Hezîranê de gava xwe ya yekem di vî warî de avêt û weşanên kovara Serxwebûn ya PKKê bidawî anî. Di rastîyê de, weşanên Serxwebûn xeta PKKê dîyardikir. Bi girtina Serxwebûnê re, weşana ku bi navê peyva “Kurdistana Serbixwe” hatin girtin. Piştî wê serdemeke nû dest pê kir.

Konferansa Hevbeş a Komîteyên Çapemenî, Weşan û Ronakbîriyê yên PKKê

Li gorî çavkaniyên nêzîkî PKKê, di dawiya meha Hezîranê de li Rojava konferansek hevbeş a Komîteyên Çapemenî, Weşan û Ronakbîriyê yên PKKê bi beşdariya Mistafa Qarasu hat li darxistin. Di vê konferansê de, li ser têgeh, peyv û pêkhateyên PKKê ya guncaw ji bo serdema nû biryar hatin girtin. Tê ragihandin ku konferans, li gorî talîmatên Ocalan, biryar da ku Çapemenîya PKKê ji nû ve were sererastkirin. Li gorî vê yekê, weşanên bi zimanê Tirkî yên PKKê weke ku “erka xwe pêkanîye êdî pêwîstî pê nîne” hatin hesibandin. Girtina malperên bi zimanê Tirkî yên ANHA û Rojnewsê jî li dû talîmatên dewleta Tirk ên ji bo Ocalan ên “guhertina uslûbê çapemeniyê” hat.

Çavkaniyên nêzîkî PKKê dibêjin ku ji niha û pê ve, Çapemenîya bi zimanê Tirkî dê li ser mijarên wekî “demokratîkbûna giştî, ekolojî û pirsgirêkên jinan” bisekinin.”

Li gorî biryara konferansê, PKKe ne tenê dê Çapemenîya xwe ya nû gûrankarî bike, lê di heman demê de hin sererastkirinan li Çapemenîya xwe ya heyî jî bike. Ev tê vê wateyê ku hin rêzenivîsên gotarên ku berê hatine weşandin li dijî Tirkiyê û yên peyva Kurdistan tê de dê werin jêbirin.  

Çapemeniya Soranî û Behdînî dê were pêşxistin

Lêbelê, ji niha û pê ve, Çapemenîya PKKê dê bi zaravayên Kûrmancîya aramî û soranî weşanê bike. PKKe dê hesabên Çapemenîya civakî yên bi van zimanan pirr bike. Karmendên Rojnews û ANHA dê dosyayên “jiyan û ramanên Ocalan tomarkin” ji bo weşanên bi zimanên din amade bikin.

Her wiha, PKKe dê peyamnêrên Rojnewsê yên bi zimanê Tirkî li Silêmaniyê erkdar bike ku li ser servîsa Tirkî ya kanala televîzyonê ya Kanala 8 a YNKê bixebitin.

Tê pêşbînî kirin ku ji niha û pê ve, Çapemenîya PKKê dê naveroka weşanên xwe bêtir Ocalan derbi xwe pêş û Kurdên li derveyî PKKê bike armanç.

Pustên heman beş