Rûsya û Îran lihevkirineke nû û tevgir îmza dikin

Russia-Iran

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê di hevpeyvînekê de ku li roja Sêşemê hat parvekirin ji ajansa ragehandinê ya Rûsyayê re ragehand, “Rûsya lihevkirineke nû û tevgir di paşerojeke nêz de bi Îranê re îmza dike.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Andriy Rudenko amaje da, “Em pêşbîniyê dikin ku di demeke gelek nêzîk de ev lihevkirin bê îmzakirin ji ber ku darêtina tekista wê niha gelek nemaye ku temam bibe.”

Reutersê parve kiriye, Wezareta Derve ya Rûsyayê di destpêka vê mehê de ragehandibû ku karkirina li ser wê lihevkirinê bi awayekî demkî hatiye rawestandin. Di eynî demê de Îranê jî ragehandibû, çi rawestiyan di berhevkirina lihevkirina nû de nînin.

Rûsya û Îranê li sala 2001ê lihevkirineke stratejîk ji bo dema 20 salan îmza kiriye û li sala 2020ê bi awayekî otomatîkî ji bo dema pênc salan hat dirêjkirin. Li dû ajansa TASSê ya Rûsyayî, her du alî li sala 2020ê li ser wê yekê hevnerîn bûn ku li cihê lihevkirina stratejîk a kevin lihevkirineke nû bikin.

Lihevkirina sala 2001ê alîkarîkirina di warên ewlehî û pirojeyên enerjiyê de bû, wekî bikaranîna aştiyane ya enerjiya atomî û çêkirina westgehên atomî, pîşesazî û teknolojî.

Rûsya û Îranê peywendiyên xwe yên weberhênanê, serbazî û enerjiyê mukomtir kiriye. Piştî ku Rûsyayê li sala 2022ê êrîşî Ukraynayê kir, siza ji aliyê hevpeymanên Kiyêvê ve li ser Moskoyê hatine sepandin.

Pustên heman beş