Ji ber ku bo şahidê bêexlaqiya du kadroyên PKK’ê, hat kuştin

Ji ber ku bo şahidê bêexlaqiya du kadroyên PKK’ê, hat kuştin

Kiryarên seksî û dûr ji exlaqê civaka kurd di nava PKK’ê de her ku diçe zêdetir dibin, rojane serpêhatiyên seksî yên kadroyên PKK’ê tên baskirin, PKK’e jî li cîhê ku çareseriyekî ji van karan re bibîne, bi tenê van bûyeran ji raya giştî re vedişêre û nikare çareseriyek bingehîn jê re bibîne, tek çareseriya ku PKK’e ji van bûyeran re dibîne eve ku kesên encamder ji hev dûr dike, ger na ti sizayekî giran nade wan.

Pêş niha me 5 serpêhatî ji kiryarên seksî yên di nêvbera kadroyên PKK’ê de rû dayî parve kiribûn, îro jî emê serpêhatiyek din parve bikin, serpêhatiya du kadroyên îstixbarata PKK’ê ku dema kesek wan dibîne ew karên dûr ji exlaq dikin wî dikujin û bin ax dikin.

Ev serpêhatî bi vî awa ye:

Du ji endamên îstixbarata PKK’ê bi navên “Newal Ehmed û Heval Bawer” li cîhekî ji dervey bajarê Dêrkê yê Rojava Kurdistanê di nava wesayîta ser bi Rêveberiya Xweser a Rojava Kurdistanê mijûlî karê seksî bûn, di vê demê de kesek ku li wir re derbas dibû wan dibîne, ev du kadroyên îstixbarata PKK’ê li cîhê ku ji wir dûr bikevin, dest tavên çek û wî kesî dikujin û li wir bin ax dikin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li bajarê Dêrkê eşkere kirin, piştî borîna sê mehan û derketina hin pisgirêkan di nêvbera van du kadroyên PKK’ê de, ev bûyer eşkere dibe, lê belê piştî eşkere bûna vê tewanê gel nerazîbûna xwe nîşanda û daxwaza sizadana van du kesan kir.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, ji ber ku heval bawer têkiliyên seksî bi keçeke din a bi navê Bêrîtan Cizîrî re jî danîbûn û Newal Ehmed bi vê yekê zanîbû, di nêvbera wan de nakokî derketin û Newal Ehmed rastiya kuştina wî kesî eşkere dike, heya ku bi vî awa bawer bê cezakirin, lê belê PKK’ê ti sizayek giran ji van du kadroyên xwe re neda, bi tenê çend rojan kesê bi navê bawer xist zindanê û piştre ew serbest berda, lê belê ji ber ku birayekî Newal Ehmed di şerê Kobanê de hatibû kuştin ew nehat zindankirin, ew ji boy bajarê Silêmaniyê hat veguhastin û niha di nava Tevgera Azadî de kar dike.

Belê, li cîhê ku PKK’e van kadroyên xwe ji ber karên bêexlaqane û kuştina kesekî bê guneh bi tundî siza bide, yek ji wan demekî kurt xist zindanê û piştre ew serbest berda, yeke din jî şand Başûrê Kurdistanê û niha di nava Tevgera Azadî de dixwaze waneyên exlaq û niştmanperwerî bi gel bide.

Pustên heman beş