Du ji birêveberên YPG’ê li Hesekê tecawizî hin keçan dikin

Du ji birêveberên YPG’ê li Hesekê tecawizî hin keçan dikin

Hat hîn bûn du ji endamên desteya birêvebera YPG’ê li Rojava Kurdistanê bi awayekî berdewam tecawizî ser hin ji keçên çekdar yên di nava refên YPG’ê de û her weha hin ji keçên sivîl li bajarê Hesekê kirine, lê piştî ku ev yek eşkere bûy, PKK’ê ti cezayek nedaye ber wan.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li bajarê Hesekê yê Rpjava Kurdistanê eşkere kirin, du ji endamên birêveberên YPG’ê li bajarê Hesekê yên bi navên “Egîd Goyî û Botan Bafeyî” tecawizî ser dehan keçên çekdar yên di nava refên YPG’ê de kirine û ew ji keçîniyê xistine.

Çavkaniyên me eşkere kirin, piştî ku Egîd Goyî çendîn cara tecawizî keçeka çekdar a bi navê “Roken” ku ji bajarê Hesekê yê Rojava Kurdistanê ye dike, ev keç ducanî dibe loma ji tirsa kesukarên xwe ji Rojava derdikeve û niha bi awayekî nihênî li Tirkiyê jiyan dike.

Çavkaniyên me her weha eşkere kirin, Egîd Goyî li bajarê Dêrkê jî çendîn cara destdirêjiya seksî li ser keçeke sivîl kiriye û ew jî ducanî kiriye, tev agahiyên di vê derbarê de jî di destê asayîşa PYD’ê de hene, lê ji ber ku Egîd Goyî û Botan Bafeyî du ji zilamên Bahoz Erdal in, asayîş nikare wan binçav bike.

Tecawiza ser keç û jinên çekdar û sivîl ji aliyê berpirsên PKK’ê li Rojava Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe, PKK’e jî li şûna çareseriyekî ji van karên bê exlaq re bibîne û kesên wiha dikin siza bide, hertim van bûyeran vedişêre û ti kesekî siza nade.

Pustên heman beş