Mirad Qarayilan sînyala plana  xeternak da

Mirad Qarayilan sînyala plana  xeternak da

Rêveberên Pkk ê Mirad Qarayilan ragihand ku wan ji bo plana ku ev demeke dirêj bû, di rojeva veşartî ya rêxistina wan de bû, dixe piratîkê. Qarayilan ji kanala PKK ê Sterk TV re axivî. Qarayilan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bernameya veşartî ya PKK ê ya “yekîtiya neteweyî” ku demek li ser dixebitin.

Gelo Qarayilan çi got?

Qarayilan di dawiya axaftina xwe de têkildarî mijara yekîtiya neteweyî wiha got: “Di vê çarçoveyê de herî dawî Hevserokê KNK ê birêz Ehmet Karamûs hat Başûrê Kurdistanê û gelek civîn pêk anîn. Dîsa Serokê YNK ê birêz Bafil Talebanî banga yekîtiya netewî kir. Em vê bangê pir watedar dibînin… Em wek Tevger bi alîyê xwe ve hewl vê didin… heke hinek kes anjî layen nehên jî bila neyê. Divê em xwe bi tu kesî ve sînordar nekîn û nebêjin ‘ger filan kes neyê ev xebat çênabe.”

Di axaftina Qarayilan de tê dîtin ku ew dixwazin çend grûpan kom bikin û civîneke bi navê yekîtiya netewî li dar bixin. Malpera me Darka Mazî di Kanûna 2022 an de li ser vê mijarê nivîsek berfireh amade kiribû. Hûn dikarin ji lînka jêrîn bigihîjin nivîsa têkildarî mijarê: https://darkamazi.info/archives/1034450

Pirsgirêka yekîtiya neteweyî

Her çiqas PKK ji salên 2000 î û vir ve mijara yekîtiya neteweyî di rojeva xwe de germbike jî, lê di rastî de, ji bo rêgirîyê li yekîtiya neteweyî di bike, hewldaneke mezin dide. Ji ber ku bi giştî rê li diyaloga navbera Kurdan girtiye, hewl daye ku di hemû parçeyên din yên Kurdistanê de herî kêm danustandinên navmala Kurdî pêkneyê.

Mînaka vê ya herî zelal jî Rojava ye. Ji sala 2011 an ve ku pêvajoya siyasî li Sûriyê dest pê kir, PKK ê bi hîle û xapînokên mezin rê li ber yekitiya Kurdan girtî ye.

Weke mînak hemû rêkeftinên di navbera hêzên Rojava yanî di ENKS û PYD ê de rasterast ji aliyê Qendîl û nûnerên wan yên Rojava ve hatin astengkirin. Ji ber vê astengkirina PKK ê Rojava gelek bajar weke Efrîn,Girêsipî û Serê Kaniyê ji dest da.

Serokê Bernameya Rojhilata Navîn a Wîlson Centre, James F. Jeffrey di hevpeyvîna xwe ya rojên borî de helwesta Pkk ê ya li Rojava anî ziman û ev tespit kir: “Pirsgirêka çênebûna yekîtiya Rojava ji nûnerên Qendîlê ye. Ji ber ku ew ti carî naxwazin yêkîtî pêk were”

Cihê din ê ku PKK yekîtîya navbera Kurdan asteng dike, Rojhilatê Kurdistanê ye. PKK partiyên Rojhilat wek neteweperest û kevneperet bi nav dike û dijberî ya wan dike. PKK rê nade Pêşmergeyên PDK-î û Komele ji sînorê Îranê derbasî Rojhilat bibin.

PKK ê bi propagada xwe tovê dijminatiya li navmala kurdî de çandî ye. Girseyên ku di bin propagandaya PKK ê de mayîn, tên manîpulekirin, di nava xwe de şaş mane û di babetê kî dijmine de heşên wan şûlî bûne. Girseya PKK ê ya li Rojava DAIŞ û Rejîm dane alîyekê tenê ENKS, PDK û tevgera Barzanî ji xwe re weke dijminên dibîne. Bi heman rengî ew nakokî bandora xwe li Rojhilat Kirî ye û mejîyê girseya wê tevlîhev bûye.

Plana PKK ê çi ye?

PKK xwedî planeke dûr û dirêj e ku bi partiyên hevalbendên xwe re kombûnekê pêk bîne û vê weke Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ragehîne. Di Kongreya 21 mîn ya KNK ê ku di meha Kanûnê de li Hollandayê pêk hatibû de, li ser vê yekê komîteyeke amadekar hate erkadkirin.

Di komîteyê de hinek kes û partiyên Başûrî jî hene. Lê PKK bi vê xebata xwe stratejiyeke din jî dimeşîne. Ev strateji jî, ji bo nakokiyên di navbera YNK û PDK ê sûd werbigire, ji xwe re cih veke û statuya Başûr lawaz bike.

Tê hêvîkirin ku PKK di havîna bê de li Silêmaniyê di bin navê kongreya netewî de civînekê li dar bixe. Ji bo vê jî di destpêkê de wê konferansek bi navê “100. Salvegera Peymana Lozanê” bê lidarxistin. Li vir wê konferanseke banga Konferansa neteweyî bê kirin. Piştre jî wê konferans li ser navê neteweyî ji aliyê PKK û dîvelankên wê ve bê lidarxistin.

PKK bi vê hewldanê peyamekê dide hêzên wek Îran, Iraq û Tirkiyê yên ku ji statuya federatîf a Herêma Kurdistanê aciz in û ku dixwazin vê statuyê ji holê rakin.

Bandora KNK û Bafil Talabanî

Palpiştê sereke yê PKK ê ku bikeve nava tevgereke bi vî rengî de cih bigre, YNK ye, ya ku di serokatîya Bafil Talebanî roj bi roj lewaz bûyîye. YNK li her derê hêzeke mezin ji dest dide, di serî de jî li kela xwe ya Silêmaniyê. YNK ê di sala 2014 an de ji bo hevrikana hikûmeta Herêma Kurdistanê û lawazkirina PDK ê, li Silêmaniyê PKK ê cîbecî dike. Nûke jî PKK bûye serwerê YNK ê. YNK her ku diçe bêhtir dikeve bin kontrola PKK ê de.

PKK di stratejiya xwe de hewl dide YNK ê weke piyon û maske bikar bîne. Bi vê armancê rêveberiya rêxistina KNK ê ya ser bi PKK ê ev mehek e li Silêmaniyê hevdîtinan pêk tîne. Herî dawî jî Bafil Talabanî di 12 ê Adarê de daxuyaniyek da û banga “yekîtiya netewî” kir.

Gelê Başûrê Kurdistanê li ser banga Bafil Talabanî ya “yekîtiya neteweyî” çi difikire?

Ev banga Bafil Talabanî ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê ve micid nehat girtin. Di nava YNK ê de pirsgirêkên pir giran hene. Hevserokê wê yê berê Lahor Şêx Cengî hate tasfiye kirin Murat Kanî û Hevkar Caf jî kuştin. Gelek xebatkarên YNK yên mixalif neçar man ku ji Silêmaniyê derkevin. Di nav wan de kesan de Pêşmergeyên dêrîn yên ku 30 sal xizmet kirî jî hene. Raya giştî û siyasetmedaran bersiva daxuyaniya Pafil Talabanî ya yekîtiya neteweyî da û got, “Pêşî cinayetên navxû rawestîne, kujerên Hevkar Caf radestî dadgehê bike, di partiya xwe de yekîtiyê pêk bînin.” Payre behsa yekîtîya Netewî bike.

Tenê Mirad Qarayilan bersiva daxuyaniya Pafil Talabanî da û got: “Daxuyaniyek pir girîng,”. Beriya niha jî Hevserokê KNK ê Ehmet Karamûs daxuyaniyeke bi heman naverokê dabû.

Eşkere ye ku lihevkirina PKK ê ya bi Bafil Talebanî re wê tiştekî ji Kurdan re neîne.

Pustên heman beş