Li Silêmanîyê Lîstika xeternak a PKK ê û çîroka yekîtiya neteweyî ya KNK ê

Li Silêmanîyê Lîstika xeternak a PKK ê û çîroka yekîtiya neteweyî ya KNK ê

Bandorên neyînî yên hebûna PKK ê li Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Bi taybet piştî êrişên DAIŞ ê yên sala 2014 ê, PKK ku li Herêma Kurdistanê bi cih bû, hemû hewlên xwe dide ji bo kûrtirkirin û derxistina pirsgirêkên navxweyî. Di nava êrişên DAÎŞ ê de û berfirehkirina sînorên Herêma Kurdistanê û avakirina dewleteke Kurdî, welatên herêmê xiste nava panîkeke mezin. Li hember vê yekê planeke taybet ya Îranê hebû: PKK di nava herêmên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de cî be cîh bike. Piştî wê dîrokê, navenda sereke ya xebata siyasî ya PKK ê, ku li Qendîlê bû, ji bo gundekî nêzîkî Silêmaniyê hat veguhestin. Li navçe û bajarokan PKK ê bi navên cuda,cuda sazî ava kir. Bi taybet li navenda bajarê Silêmaniyê PKK ê bi cureyekî dagirkir. Rêveber û karmendên PKK ê yên payebilind li Silêmaniyê bi cih bûn. PKK jî ji bo ku vê statuyê biparêze û şert û mercên peymana stratejîk a bi Îranê re pêk bîne, ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê ve êrişek dest pê kir.

Pêngava yekem a êrîşa PKK ê ya li ser Hewlêrê ragahandin bû. Pêngava duyemîn jî ew bû ku li dijî Hewlêrê bi awayekî fizîkî êrîşî herêmên din ên Kurdistanê bike. Pêngava sêyem jî ew bû bi çekan ango darê zorê rasterast êrişî Pêşmerge bike û aramiya aborî û civakî ya Herêma Kurdistanê têk bibe. Pêngava çarem jî ew bû ku hemû derdorên Herêma Kurdistanê bigihînin hev û li dijî PDK ê tifaqek ava bikin. Niha li gel van hemûyan, di bin navê “yekîtiya netewî” de li dijî Herêma Kurdistanê pêngaveke nû ya dijminatî tê organîzekirin. Dibe ku di sala 2023 an de em ê bibin şahidê van êrîşên di bin maskê “yekîtîya Netewî” yên dijî Kurdistanê û li dijî Hewlêrê. Di vê mijarê de argumana herî mezin a PKK ê wê “Kongreya Neteweyî ya Kurd” be. Bi awayekî normal KNK a ku PKK ê ji salên 1990 î û vir ve di medyayê de her ku pêwîst be bikar tîne, di warê êrişkarî de wê roleke girîng bilîze.

Di vî warî de em pêdvî dibîn ku 21. Kongreya KNK ê ya ku di 2 ê Mijdara 2022 an de li bajarê Den Haag ê Hollandayê pêk hat binirxînin.

Erka KNK ê çi ye?

Avabûna KNK di bin pêşengîya PKK ê de cara yekem di sala 1993 an de li Zelê bi navê Meclîsa Neteweyî dest pê kir. Di sala 1995 an de navê wê bû Parlamentoya Kurdistanê ya li derveyî welat. Despêk de gelek kesayetên Kurdistanî dib nava KNK ê de cih di girt. Ev xeta Kurdistanî bi çûyîna Evdila Ocalan a 15 ê Sibata 1999 an a Tirkiyeyê û daxuyaniyên wî yên dijî Kurd û Kurdistanê hilweşî. Tenê di serdemeke wiha de, di 24 ê Gulana 1999 an de li paytexta Hollanda Amsterdamê bi kongreya ku hat lidarxistin ew sazîya berî hat rakirin û bi navê KNK derket holê. Bi vî awayî li aliyekê pêkhateyên Kurdistanê yên kevin hatin tasfiyekirin, li aliyê din jî rêxistina ku rasterast dewleta Tirk û têkoşîna Bakurê Kurdistanê hedef digirt ji holê hate rakirin. Di bin kontrola PKK ê de veguherî rêxistinekî marjinal di nava hîyerarşîya PKK ê de.

Li gel van hemûyan PKK ê di sala 1991 ê de PAK, 1996 an YNKD, 2003 an PÇDK, 2014 an de Tevgera Azadî û komeke mezin a çapemenî, ciwan, jin û hwd li Başûr xwest xwe cih bike. Xwe bike şirîkê deskeftên Herêma Kurdistanê û bandora xwe li başûr berz bike.

KNK hewl dide ku Kurdistanî xuya bike

Bi taybetî piştî ku PKK xwe di bin navê KCK ê de bi rêxistin kir, di sala 2004 an bandora KNK ê pir kêm bû. Lê dema ku KCK di cih de weke pêkhate yeke PKK ê hat eşkerekirin, KNK dîsa weke rêxistineke cêgir hat parastin. Bi taybetî KNK karên PKK ê yên dîplomatîk li Ewropayê dimeşîne. Kadroyên PKK ê yên weke Adem Ûzun û Nîlûfer Koç li vir weke xîmê KNK ê cih girtin. KNK li gorî pêdivîyên PKK ê tê bikar anîn.

Lê divê bê zanîn ku KNK li şûna rêxistineke yekîtiya neteweyî be, bi armanca li dijî parlamentoya Herêma Kurdistanê weke alternatif tê bikaranîn. Tevî vana jî di nava KNK ê de hin pêkhateyên Kurdistanî û Başûrî hene. Ji bo vê jî gorî pêwîstîya xwe girîngiyê dide hin hêma, axaftin û wêneyên Kurdistanî. Mînak, her çend KNK ala Kurdistanê di kombûn û xebatên xwe de zêde bikar naîne jî, di kongreya xwe ya dawî de li pişt dîwana kongreyê hatibû daliqandin.

Pêkhateyên balkêş a Kongreyê û axaftina Zübeyin Aydar

Di kongreya KNK ê de gel û pêkhateyên Başûr ên li dijî PDK ê bi rengekî balkêş hatin pêşkêşkirin. Di nav YNK ê de navên nêzîkî PKK ê hebûn, wek Salar Mehmûd û Rêzan Şêx Dilêr, ku bi salan rasterast bi Cemîl Bayik re têkildar bûn. Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî amade bû.

Taybet amadebûna parêzgarê Silêmanîyê Heval Ebûbekir ku demekî dixwest Silêmanîyê ji Herêma Kurdistanê Qutbike, wateyek xwe hebû.

Her wiha rêzikekî ku Zûbeyîn Aydar bi giranî amaje pê di da, bal kişand ser vê yekê: “KNK wê di demên pêş de li Başûr û Rojava bihêztir xwe rêxistin bike û bixebite. Armanca me ew e ku em navenda KNK ê bibin Başûrê Kurdistanê.”

Gelo mebest Yekîtiya Niştimaniya Kurd e an jî hewldaneke ji bo parçekirina Kurdan?

Bi rastî KNK ji sala 2008 an ve li Herêma Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne. Ji sala 2009 an û vir ve li Hewlêrê jî ofîsa wê heye. KNK her çiqas di bin kontrola PKK ê de be jî li Başûr zêdetir ji Rojava kar dike.

Lê PKK di vî warî de xwedî planek e: Bi lidarxistina kongreya di bin navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de, dixwaze PDK ê û pêkhateyên li ser rêbaza Barzanî li başûr lewaz bike û weke alternatîfek xwe derbixe pêş. Di medyayê de hêza xwe bi kar tîne, dixwaze vê xiyanetê û hewldana parçekirina navxweyî weke yekîtiya neteweyî dest nîşan bike. Di vê merema xwe de hewl dide ku YNK ê bikşîne bin baskê xwe.

Bi kurtî stratejiya PKK ê ew e ku “ji nakokiyên di navbera partiyên Herêma Kurdistanê de sûdê werbigire, kêşeyên navbera partîyên başûr de heyî ji xwe re bike bingehê xwe rêxistinkirin ji bo bidestxistina cihekê”.

Dihêt zanîn ku Cemîl Bayik û komîteya pê re ku bi navê komîteya dîplomasiyê ya Silêmaniyê li vir bi cih bûne, ev demeke dirêj e zextê li YNK ê dikin ku hemû pirên li gel PDK ê heyî hilweşînin. PKK  di medyaya xwe de hewl dide hin kesên ku di vê mijarê de xwedî helwesteke zêde nînin wek kesên xwedî bandor derbixe pêş. Dixwze ew baskê xwe sepasndî bexda û dixwazin statûya federal têk biçe bixe nava xebatên KNK ê yên Başûr de.  Ji ber vê yekê PKK navan berhev dike.

Her wiha kadroyên xwe yên ku li Tirkiyeyê di qada legal de hatine deşifre kirin, di nava KNK ê de bi kar bîne. PKK di xwaze qelebalixekî sîyasî çêbike.  Di rastiyê de em dizanin ku PKK wê KNK ê weke kafe kî dijberên Barzanî û PDK ê li Başûr kom û rêxistin bike. Nûnertiya KNK ê ya li Silêmaniyê beriya niha jî navnîşana vê kulûba li dijî Barzanî bû.

Versîyona nû ya plana xîyaneta 1997 an

PKK bi kûrkirina nakokiyên Bafil Talebanî û pêkhateyên derdora YNK ê yên bi PDK ê re, hewl dide li vir bikeve û ji xwe re cihekî bi dest bixe. Ya rastî em dizanin ku PKK ji sala 1991 an ve vê taktîkê bi kar tîne. Di sala 1995 an de PKK ê di 26 ê Tebaxê de li dijî PDK ê dest bi êrişek leşkerî kir. Di vê êrîşa leşkerî ya Behdînanê de plana dagirkirina bajarokan ji xeta Diyana – Çoman – Sîdekan – Bamernê-Batûfa û heta Zaxo bû.

 Helbet xwediyê rastî yê vê planê Îran-Sûriye bûn û YNK jî di nava vê planê de bû. Wê demê PKK ê nekarî vê armancê bi dest bixe. Sala 1997 an ku mijareke gelekî dirêj e, divê ji hev cuda bê lêkolînkirin, lê em dikarin bibêjin ku PKK dixwaze planeke mîna plana 1997 an çêbike. Lê di sala 1997 an de tişta ku dixwest bi çekê bike, vê carê bi rêbazeke sîyasî û di bin navê yekîtiya neteweyî de dike.

Gelo serdana Nûran Îmir a Silêmaniyê bi vê ve girêdayî ye?

Parlamentera HDP ê ya Şirnexê Nûran Îmîr berîya demekê çûbû Silêmaniyê. Nûran Îmir ne bi tenê hati bû. Di nav wê licneyê de rêveberiya Tirkiyê ya PKK û PAJK ê jî hin kadro hebûn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, van kadroyan bi rêveberiyên pêwendîdar ên PKK û PAJK ê re hevdîtin pêk anîne. Civîna plansaziyê ya salane ji aliyê Tevgera Jinan a PKK ê PAJK û KJK ê ve hat lidarxistin. Yek ji armanca vê civînê jî biryardana lidarxistina civînekê li Başûr di bin navê Kongreya Neteweyî ya Jinê de ye. KJK ji bo amadekariyên pêwîst di vî warî de lêkolîn û amadekarîyan dike.

Wusa dixuye ku PKK wê pêşî bi darxistina kongreya jinan bixwaze rewşa herêmî wê rê bide ku Kongereya Neteweyî darbixe an na.

Bê şik, ev hemî dest nişan dike ku ev xebat wê ne ew ewqas hêsan be. Ji ber ku hewldanên PKK ê yên bo şikandina herêma Başûr vedigere sala 1988 an. Yanî ev 35 sal in PKK bi argumanên curbecur wekî gelek partî, kesayet, sazî û kadro hewl dide êrîşî pergala fermî ya Başûr bike û dixwaze li ser destkeftên heyî xwe paydar bike. Vê carê jî wê bi navê KNK ê û yekîtiya neteweyî hewl bide heman armancê pêk bîne.

Ji ber vê mêjûya raborî cihê ku PKK behsa “yekîtîya Netewî” dike divê mirov bizane ku mebesta PKK ê bi vê yeke parçekirina yekîtî û yekrêzîya navmala Kurdî ye.

Pustên heman beş