Di çaryeka yekem a sedsala 20. de, miletê kurd ji bo ku çarenûsa xwe bi destên xwe vebîne bi têkoşîn û serhildanê rabû. Gelek leheng derketin pêş ku wê serdemê pêşengî bikin. Yek ji wan jî Îhsan Nûrî Paşa bû ku di 25 ê Adara 1976 an de wefat kir. Di dema jiyana wî de kurdan jê re digotin Bazê Araratê. Jiyana vî rêberê Kurd jiyaneke tijî têkoşîn û lehengî bû.
Îhsan Nûrî Paşa kî ye?
Îhsan Nûrî Paşa di sala 1893an de li Bedlîsê hatiye dinyayê. Kurê Elî Qulî ye ku yek ji navdarên Eşîra Cîbrîya ne. Xwendina xwe ya seretayî li Bedlîsê diqedîne û paşê li Erzinganê dibistana amadeyî ya leşkerî tomar dike û dibistanê bi serkeftî diqedîne.
Di sala 1908 an de li akademiya leşkerî ya Stenbolê tê qeydkirin. Di bihara sala 1910 an de, di nava hezaran xwendekarên akademiya leşkerî de, di rêza 27 an bi pileya efseriyê tevlî artêşa Osmanî dibe. di artêşa Osmanî ya de beşdarî şerên li eniya Balkanan û Yêmenê dibe. Piştî 33 mehan ji xizmeta serketî ya li Yemenê, ew wek payebilind li Alaya Sînorî ya 93 an tê tayînkirin û ew şandin Beyzonê.
Di Şerê Cîhanê yê Yekem de li eniya Kafkasyayê li dijî Rûsya yê şer kir. Di eniyên herî xeternak ên şer de erkan digire ser mile xwe. Di berxwedana herêma Nêrmanê de ni giranî birîndar dibe. Ji bo dermankirinê dişînin Erzinganê. Piştî ku nûjdarîya wî qediya, ji bo artêşa 9. tê wezîfedarkirin. Ew wek fermandarê yekîneya cendirme ya gerok a vê artêşê tê şandin bo eniya Gurcistanê. Payre di sala 1919 an de li paytext Stenbolê dibe serokê licneya nûnerên efserên garnizona biryargehê.
ew wek kesayeta neheskirî tê ragihandin
Li dijî îradeya hukûmeta Damat Ferît Paşa ji bo cîbicîkirina biryarên peymana agirbesta Mondrosê di nav artêşê de serhildanek organîze dike û bi serhildana li dijî hukûmeta Stenbolê leza hilweşîna hukûmeta Ferît Paşa dike. Ev serhildan bû sedema rûxandina hukûmeta Ferît Paşa û avakirina Hukumeta Alî Riza Paşa. Çalakiyên wî yên bibandor li Stenbolê ew weke “kesekî nehez” tê îlankirin û Îhsan Nûrî di xwest vegere bajarê xwe Bedlîsê. Lê gava ku ew gihîşt bajarê Trabzonê, serfermandarê artêşa 9. Rûştû Paşa ji bo ku bi Bolşevîkan re têkilî deyne û ewlekariya sînorê Osmanî-Rûsyayê bike û alîkariya lojîstîk ji Kuvayî Milliye re çêbike, vî şandin Bakûyê.
Ji ber li dijî Komkujiya Ermeniyan rawestîya ew rewaneyî dadgeha leşkerî hat kirin
Di ketina Bakûyê ya di bin kontrola Bolşevîkan de û piştgirîkirina Kuvayî Milliyeyê de karên dijwar dike û pêk tîne. Paşê, li Hesenkale (Pasînler) tevlî artêşa 12. dibe. Di şerê Ermenîstanê de cara duyemîn birîndar dibe û ji bo nojdarî wî dişînin Sariqamişê. Di şerê Ermeniyan de ew li dijî fermana Halît Paşayê dîn ya qirkirina ermeniyan derdikeve û dibêje: “Ez tu carî beşdarî êşandin û kuştina jin, zarok û kal û pîran nebûme û ez ê qed beşdar nebim.” Li ser vê yekê Halît Paşayê dîn Îhsan Nûrî digire. ji ber guh nedane biryara leşkeri wî dişine dadgeha leşkerî, lê doz nayê meşandin. Piştre jî li Fermandariya Sînor a Bazîdê hat wezîfedarkirin. Ev wezîfe di jiyana civakî û armancên neteweyî yên Îhsan Nûrî Paşa de nûbûna çêdike. Di sala 1922 li serhedê bajarê îdirê bi xûşka fermandarekî xwe re dizewice.
Jiyana wî ya siyasî û ramanên Kurdistanî yên Îhsan Nûrî Paşa
Îhsan Nûrî Paşa li Akademiya Leşkerî ya Stenbolê bi ramanên neteweyî re naskirina wî çêbû. Stenbol ji ber cihê xwe yê jeopolîtîk di bin bandora fikrên netew-Dewletî yên Ewropayê de bû. Di sala 1908 an de bi îlankirina Meşrûtîyeta Duyemîn re, di xebatên rêxistinî û ronakbîriyê de, her çendî nisbî be jî, derfetên pêşketinê derketin holê. Elîta feodal a Kurd jî bi van fikrên netewperest ên welatên Rojava bandor dibe dikeve nava lêgerîn û nava rêxistinbûneke tund de. Îhsan Nûrî Paşa jî di nava hevalên xwe de tevlî vê şiyarbûna netewî-Kurdistanî dibe. Di nava derdorên nîqaşên siyasî û rewşenbîrî yên wê serdemê de cih digire.
Hevnasîna Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê û rast analîzkirina Kemalîzmê
Di nava cewê Stenbolê yê nijadperwer de xwe digihîne gelek çavkaniyên dîrokî û riya cîhana xwe ya ramananç xêzdike. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de ji ber erka xwe ya leşkerî ji Stenbolê derket, lê guhertinên siyasî yên li herêmê ji nêz ve di şopand. Bi Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê re ku di sala 1918 an de piştî Şerê Cîhanê yê 1emîn hatibû avakirin, nas kir û bû endamê wê. Ji bo kovara JÎN ku organa weşana civaka KTC bû dest bi nivîsandina makaleyên li ser dîrok û têkoşîna çandî ya Kurdan kir. Her wiha mafên ku bi peymanên navneteweyî ji pêkhateyên etnîkî yên neteweyî re hatine dayîn dinirxîne û analîz dike. Di kovara Jîn de bi gotara analîzê ya li ser “Pênsîbên Wilson û Kurd” balê dikişîne ser mafên Kurdan ên hiqûqî yên navneteweyî.
Li eniya Kuvayî Milliyeyê hê jî aliyê siyasî yê kurd bi xapandina “dewleta hevpar a kurd û tirk” şiyar nebûbû. Tevgera Kemalîst her çend bi serhildana Koçgiriyê ya salên 1920-21’an rûyê xwe yê qirker li dijî Kurdan nîşan da be jî, lê mixabin Kurdan nekarî vê rewşê rast analîz bikin û nekarin xwe ji taktîka kemalîstên mêtinger dûr bixin.
Îhsan Nûrî Paşa ji vê taktîka kemalîstan fêhm dike û bi awayekî aktîftir beşdarî têkoşîna netewî ya Kurd dibe. Dema ku li Sêrtê di konferans û erka teftîşê ya leşkerî de bû, tevlî Komîteya Îstiqlal a Kurdistanê-Azadî bû.
Bazê Araratê tevlî Rêxistina Azadî dibe
Rêxistina Azadî yekemîn rêxistina îllegal e ku li Kurdistanê bi pêşengiya Halît begê cibrî, Yusuf Ziya û hinek Netewperwerên Kurd ve hatiye avakirin. Ev rêxistin “rêxistineke sîwaneke neteweyî ye ku li Kurdistanê ramanên cihêreng komên çînên civakî yên civaka Kurdistanê kom dikin.” Îhsan Nûrî Paşa bû berpirsê vê rêxistinê yê baskê herêma Sêrtê. Niha di bin serokatiya Azadî de beşdarî hemû amadekariyên serhildana mezin a neteweyî ya plankirî dibe.
Di artêşê de efserên kurd bi rêxistin dike. Ji ber pirsgirêka Mûsilê û serhildana Nestûriyan ji bo fermandariya alaya 18 artêşa 7. hate wezîfedarkirin. Îhsan Nûrî bi hêza xwe ya leşkerî berê xwe dide Şirnexê. Nîvê alaya 18 ji kurdan pêk dihat. Her wiha Alî Riza birayê Yusuf Ziya yê ku yek ji damezrinêrê cemîyeta Azadî ye, Hurşit begê Ertoşî, Rasim Beg û Tefîk Beg berpirsê vê alayê bûn. Biryara Rêxistina Azadî hebû ku serhildana mezin a neteweyî li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê yên di bin desthilata Brîtanya de dest pê bike. Li ser vê yekê Yusuf Ziya Bey ji birayê xwe Alî Riza re gotiye, “Hûn li Şirnexê dest bi serhildanê biken û bi hêzên xwe yên leşkerî ber bi Bitlîsê ve pêşbikevin. Hêzên eşîrên Bakur dê bi we re bibin. Hûnê li Bitlîsê Kurdistana Serbixwe ava bikin û îlan bikin”. Lê dema Îhsan Nûrî û hevalên wî hatin Şirnexê, dewletê agahdar bibu ku ew di nava tevgerekê de ne loma jî yekser ew şandin Elkê (Beytûşşebab). Ji aliyekî ve biryara destpêkirina Serhildana Netewî û ji aliyê din ve jî hewldanên Kemalîstan kû Kurd û nestûrîyan bi hev bide qirkirin, loma jî pêwîstî bi wê yekê hebû ku Îhsan Nûrî û hevalên wî di zûtirîn dem de dest bi Serhildanê bikin.
Serhildana Beytûşşebabê û dawîhatina xapandina “Welatê Hevbeş û Biratîya Îslamê”
Li gorî hin dîroknasan, serhildana Elkê ji ber ku telgrafa kodkirî ya Yusuf Ziya ji birayê xwe Alî Riza re şandibû, bêwext dest pê kir. Lê belêger mirov atmosfera siyasî-leşkerî ya wê rojê û planên Rêxistina Azadî ber çav bigire dê bibine ku di dema serhildanê de tu xeletî nebûye. Li ser vê yekê Îhsan Nûrî ji bo efserên kurd fermanek nivîskî amade dike û bi wan dide îmze kirin û erkên hemû efserên kurd di dema serhildanê de bi zelalî diyar dike. Di vê fermana nivîskî de bi berfirehî hate diyarkirin ku serhildana leşkerî wê li ku dest pê bike û di dema serhildanê de kîjan efser wê kîjan wezîfeyê bigire ser xwe. Di 3-4 ê Îlona 1924 an de yekemîn serhildana kurdan a plankirî li dijî komara nû ya Kemalîst dest pê kir. Serhildana Elkê her çend di warê leşkerî de têk çû jî, di dîroka siyasî ya Kurd de xwedî cihekî girîng e. Vê serhildanê dawî li xapandina “biratiya Îslamê, welatê hevpar” anî ku ji Împaratoriya Osmanî heta rejîma Kemalîst li ser Kurdan hatibû sepandin.
Rê li ber qutbûna siyasî ya kurdan vekir, hişmendiya neteweyî ya gelê kurd pêş xist û rê li ber serbixwe tevgerîna Kurdan vekir.
Piştî serhildanê Alî Riza Bey tê girtin. Îhsan Nûrî û serokên din ên serhildanê bi 350-400 leşkeran derdikevin çiyayê Kato. Li ser êrîşên dewletê, Îhsan Nûrî dibêje min di jiyana xwe de xeletiyek kir û got, “Di roja yekem a serhildanê de hişmendiya min îxanet li min kir. Ji ber ku min qedexe kir ku ez gule li hevalên xwe yên berê reşînim.” Wî hêza leşkerî ya li gel xwe birî li wir azad kir, ew û çend efserê xwe derbasî başûrê Kurdistanê dibe. Demekê li Çiyayê Şengalê dimîne. Di vê navberê de Îngilîzan ji Îhsan Nûrî re pêşniyar kir ku bi wan re bixebite, lê Îhsan Nûrî ev pêşniyar red kir û got, “Ez ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşim, ez wek efserê yekîneyeke leşkerî xizmeta îngilîzan nakim.”
Serhildana Şêx Seîd
Dema ku di 13 ê Sibata 1925an de serhildana Şêx Seîd dest pê kir, ew ji rojhilatê Kurdistanê derbasî bakurê Kurdistanê bû ku tevlî serhildanê bibe. Lê hê negîhay serhildanê, serhildan tê tefandin û serokên serhildanê Şêx Seîd Efendi, Şêx Abdullah Melekî dîl tên girtin. Li ser vê pêşketina neyînî Îhsan Nûrî, Tefîk begê Mêrdînê û Rasim Beg vegeriyan bajarê Rewanduzê yê Başûrê Kurdistanê. Îhsan Nûrî demekê li cem Seyît Taha neviyê Şêx Ubeydullahê nehrî Qeymeqamê Rewanduzê dimîne. Lêbelê ev der jî ji bo wan bû îqameteke demkî. Dewleta Tirk, Serokê Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê Seyît Abdulkadir û kurê wî Seyît Mehmet di 27 ê Gulana 1925 an de bi hinceta ku têkiliya wî bi Serhildana Şêx Seîd re heye hatin sêdaredan. Piştî demekê Îhsan Nûrî û Rasim Bey tevî birayê Seyît Taha Seyyît Muslih m kurê Seyît Abdulkadir Seyît Abdullah gûndê Nehrî. Malbata Nehrîyan û eşîrên herêmê bi pêşengiya Seyît Abdullah li dijî dewleta Tirk serhildanek da destpêkirin. Li Sêkuça Zagrosan ango Şemzînanê şerên dijwar diqewimin. Pîştî têkçuna serhildana Nehrî Îhsan Nûrî û Rasim Bey derbasî gel Simko yê Şikak rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî ku Simko ji aliyê hêzên Îranê ve hat şikandin, û ew derbasî Iraqê dibe. Di van pevçûnan de Rasim Beg jî şehîd dikeve û Îhsan Nûrî paşa jî kete destê hêzên Îranê. Îhsan Nûrî Paşa li bajarê Zencanê tê girtin. Paşê fersendê dibîne û ji Zencanê direve û li bajarê Xoy li mala Hesen Sitqîyê Heyderi dibe mêvan.
Di Serhildana Agirî de ji aliyê Xoybunê ve hatiye wezîfedarkirin
Dema Îhsan Nûrî Paşa li bajarê Xoyê bû, di sala 1926 an de bi pêşengiya Biro Heskê Têlî li çiyayê Araratê serhildaneke nû li dijî dewleta Tirk dest pê kir. Serhildana Agiriyê ku bi navê Îhsan Nûrî Paşa tê nasîn, weke berdewamiya serhildana Şêx Seîd e. Şervanên Kurd ên ku di serhildana Şêx Seîd de derbasî Sûriye û Iraqê nebin û berxwedana xwe domandin, berê xwe didin serhildana Agiriyê. Serhildana Agirî; Wek berdewamiya serhildana mezin a sala 1925 an beriya ku agirê wê bê vemirandin derdikeve pêş. Her çendî biryara nefîya Biro Heskê Têlî bû sedema serhildanê jî, ev pêngav bû şoreşeke mezin a neteweyî ku 4 salan dom kir. Rêxistina Xoybûnê ku di sala 1927 an de hat damezrandin, serhildana Agiriyê hembêz kir. Îhsan Nûrî Paşa ku li Rojhilatê Kurdistanê bû, ji aliyê Xoybûnê ve wek Serokê Leşkerî yê Serhildanê hat peywirdarkirin.
Di sala 1927 an de diçe Çiyayê Agirî û serhildanê berz kiriye. Bi çûyîna Îhsan Nûrî Paşa ya Çiyayê Araratê re serhildana herêmî veguherî tevgereke serxwebûna neteweyî. Ji aliyê leşkerî ve hêzên şervan ji nû ve tên birêxistinkirin û dikevin nava sîstemeke hiyerarşîk. Hêza leşkerî li gorî şerê gerîla weke deste tê birêxistinkirin. Sîstema pileyên yekrengiya leşkerî tê danîn. Serpêhatiya şer a mezin a Îhsan Nûrî Paşa ji nişka ve li qada şer derdikeve û dewleta Tirk dikeve nava tirs û xofekî mezin de. Dewleta Tirk bi bihîstina ku Îhsan Nûrî li Çîyayê Agiriyê ye kefte nava tayên mirinê û giraniya serhildanê nû fêm dike. Ji ber ku dewleta kemalîst hêza fermandarî û wêrekiya Îhsan Nûrî Paşa ya di şer de pirr baş dizane.
Ew têdigihîje ku serhildan ne tevgereke berteka demkî ye, lê şerekî nûjen a siyasî û leşkerî ya rizgariya neteweyî ye. Îhsan Nûrî Paşa girîngiyeke mezin dide beşa propagandaya serhildanê. Di şert û mercên serhildanê de makîneyeke çapkirinê peyda dike û rojnameya “Agirî” derxist û bi vî awayî gel agahdar kir. Ew dezgehên dewleta-Netewî ya nûjen bi dîrektîfên rêxistina Xoybûnê de ava dike. Komara Kurd a Çiyayê Araratê weke berhema vê xebata stratejîk tê ragihandin. Bi Serokwezîr û wezîrên we komara Çîyayê Agirî fermî dike. Bi ala xwe ya netewî, sirûda netewî û artêşa netewî bingehê dewleta Kurdistanê datîne. Her wiha li erdnîgariya di bin serweriya hikûmeta Agiriyê de li ser esasê edalet û pergala hiqûqî yasayan derdixe. Serhildana Çiyayê Araratê Prototîpa Dewleta Neteweya Kurd de loma jî, ji serhildanê wêdetir e.
Şehadeta wî bi guman e
Di sala 1930 an de di encama lihevkirina dewleta Tirk, dewleta Sosyalîst a Rûsyayê û Îranê de serhildan hate tepisandin. Di dîrokê de cara yekem e ku tirkan bi dîplomasiyê serhildaneke kurdan tepisandiye. Di tîrmeha 1930 an de Komara Kurd a Agiriyê ya 4 salan hilweşiya. Îhsan Nûrî Paşa xwe spartiye Îranê. Piştî 4 salan ji jiyana xwe ya girtîgehê, bi hevjîna xwe Yaşar Xanimê re, di bin zextên giran ên rêxistina Îstixbareta Îranê Savak de li Tehranê di nava xizaniyê de jiyana xwe didomîne. Lê şert û mercên jiyanê wî ji doza Neteweyî ya Kurd dûr naxe. Li ser dîroka Kurdistanê pirtûkan dinivîse. Gotara li konferansan dide û meqaleyan dinivîse. Di bin zirûfên zext de doza Kurd-Kurdistanê didomîne.
Di 18 ê Adara 1976 an de motorsîkletek bi guman li wî dikeve û bi giranî birîndar dibe. Di 25 ê Adara 1976 an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî li goristana Bîheşti Zehra ya Tehranê hatiye veşartin.
Ew fermandar, nivîskar û cîbecîkarê mezin ê pergala netewe-dewleta Kurd bû. Ew fermandarekî efsanewî Bazê Araratê bû. Em bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya pêkanîna armanc û xeyalên wî yên Netew-Dewletê dubare dikin.