PKK’ê xwest di bin sîbera YNK’ê de Mazlûm Ebdî tasfiye bike

PKK’ê xwest di bin sîbera YNK’ê de Mazlûm Ebdî tasfiye bike

YNK’e û hevserokê xwesepandî yê vê partiyê anku Bafil Talebanî di van demên dawiyê de navên here hezkirîyên PKK’ê ne, medyaya PKK’ê Bafil Talebanî ji bo kurdan wek îmajek erênî û navekê bi hêvî berçav dikin, her weha YNK’ê weke partiyeke wilatparêz û alîkara tev partî û perçeyên Kurdistanê destnîşan dike. Di demekî de ku YNK’e ne bi tenê ji başûrê kurdistanê re belku ji tev perçeyên din re jî bûye bela.

Têkiliyên di nêvbera YNK’ê û PKK’ê de êdî nema nihênî bin, êdî her kes dizane têkiliyek pirr kûr di nêvbera wan de heye, lê ev têkilî ne ji boy xurtkirina enya Kurdistanî ne, berevajî vê yekê ji boy têkbirina enya Niştîmaniya Kurdistanî ye û di esas de têkiliyên ne dirust û bejewendîxwaziyên partayetiyê ne, PKK’e ji aliyekî û YNK’e ji aliyekî din van têkiliyan di berjewendiya xwe de bikar tînin, lê belê di medyayê de dixwazin wusa nîşan bidin ku ev têkilî li ser esasek netewî û di berjewendiya kurdan de ye, di demekî de ku berevajî vê yekê ye. Ya rast YNK’e û PKK’e niha li gor ajîndayên stratejî yên enya Şîe ku Îran serkirdayetiya wê dike tev digerin û yên bûyne dûvelankên vê dewleta kolonyalîst.

Êrîşa li ser Mezlûm Ebdî li firokexaneya Silêmaniyê

Asayîşa firokexaneya Navdewletîya Silêmaniyê roja 7ê Nîsana 2023 ragihandibû ku li nêzî têla firokexaneya navdewletîya Silêmaniyê teqînek pêk hat û di encamê de ti ziyanên canî çênebûn. Medyaya Îraqî jî ragihand, bûyera li firokexaneya Silêmaniyê di encama Êrîşa dronên Tirkiyê de bû û fermandarê giştîyê hêzên Sûriyeya demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî ji hewleke kuştinê rizgar bû. Yekemcar PKK’e û HSD’e bê deng man, xwest li bûyerê binêrin û piştre helwesta xwe eşkere bikin, di yekem daxuyaniya xwe de navenda ragihandinê ya hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’ê red kir ku Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê be, roja paştir daxuyaniyek din da û îtîraf kir Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê bûye û ji aliyê dronên Tirkiyê ve hatiye armanckirin.

Li gor agahiyan, Mazlûm Ebdî bi awayekî pirr nihênî ji rojava derbasî Silêmaniyê bûye û bi tenê saziya îstixbarata YNK’ê ya bi navê Zanyarî û çend kesên nêzî Mazlûm Ebdî haydarî vê seredanê bûne, lê belê tevî vê yekê dewleta tirk agahî stendine û Mazlûm Ebdî armanc kiriye, ger çend leşkerên Amerîkî bi Mazlûm Ebdî re nebûna bêy guman da dronên Tirkiyê armanca xwe ku kuştina Mazlûm Ebdî bû pêk înin.

Kê Mazlûm Ebdî êxbar kir?

Weke li jûr me bas kirî, bi tenê Saziya Îstixbarata YNK’ê û çend kesên nêzî Mazlûm Ebdî haydarî seredana Mazlûm Ebdî ji boy bajarê Silêmaniyê bûn, ger kesekî Mazlûm Ebdî êxbar kiribe bêy guman yan kesekî nêzî Mazlûm Ebdî bûye yan jî kes yan kesên di nava saziya îstixbarata YNK’ê ya bi navê zanyarî ku PKK’ê ciyê xwe di nava vê saziya îstixbaratî de kiriye.

Piştî wefata Mam Celal û girêdana dawî kongreya xwe ji aliyê YNK’ê ve, YNK’e di nava xwe de rastî pisgirêkên herî tund hat, sîstema hevserokî ji boy birêvebirina YNK’ê ku ji PKK’ê wergirtbû bû sedema dirustbûna pirsgirêkên herî kûr di nêvbera hevserokên YNK’ê de, piştî bûyerên 8 Temûza sala derbasbûyî û ladana hevserokê YNK’ê yê bi navê Lahur Cengî ji aliyê Bafil Talebaniyê hevserokê duyemîn yê YNK’ê, rewşa YNK’ê û bajarê Silêmaniyê bi temamî têkçû, ev jî bû sedem ku PKK’e bikare pêtir ciyê xwe di nava YNK’ê û Silêmaniyê de xort bike, bi awayekî ku PKK’e karî ciyê xwe di nava saziya îstixbaratî ya Zanyarî de jî bike.

Agahiyên berdest tekez dikin, Mazlûm Ebdî ji aliyê hin kesên di nava Dezgeha Îstixbaratî ya Zanyarî de hatiye êxbar kirin, ku ev jî kesên ser bi PKK’ê bi xwe ne. Vê yekê di nava medyaya Amerîkî de bi taybetî di rojnameya The Wall Street Journal û Al-Monitor de cî girt, van rojnameyan di du nûçeyên cuda de ji çend çavkaniyên îstixbaratî ragihand, tê texmînkirin ku zanyariyên derbarê Mazlûm Ebdî de ji dezgeha dije-Terorêya YNK’ê gihîştibe Enqerê.

Çima Mazlûm Ebdî hat êxbarkirin?

Raste êrîşa li ser firokexaneya Silêmaniyê encam negirt û Mazlûm Ebdî nehat kuştin, lê belê rastiyek xweyakir, ew jî eve ku PKK’ê awayê tasfyekirina kadroyên xwe guhertiye, weke berê wan bi destê xwe tasfiye nake, belku bi tenê wan êxbar dike û bi destê Tirkiyê yan aliyek veşartî dide kuştin, sedema êxbarkirina Mazlûm Ebdî bi temamî nayê zanîn, lê belê xuyaye PKK’e ji Mazlûm Ebdî neraziye û dixwaze wî tasfiye bike, pêş niha di sala 2021an de PKK’ê xwestibû kesekî bi navê Mehmûd Berxwedan ku bi Mehmûdê Reş tê naskirin li cîhê Mazlûm Ebdî dane, lê nekarî vê yekê pêk bîne. 

Grûpa damezrînera PKK’ê nikare weke dîplomat û weke şexsekî siyasetmedar Mazlûm Ebdî qebûl bikin. Tê zanîn ku PKK’e demek dirêje ji Mazlûm Ebdî neraziye. Rêveberiya PKK’ê difikire ku kesên di nava raya giştî da weke şexs derdikevin pêş xetereyê li ser nasnama PKK’ê çêdikin. Ji bo vê yekê “berjewendiyên Partiyê!” dikevin bin metrisîyê de. Mezlûm Ebdî jî bi têkiliyên xweyên bi Emerîka re derket pêş û bûye metirsî li ser “Berjewendiyên PKK’ê!” lomajî PKK’ê bi rêya şaxa xwe ya di nav Dije Terora YNK’ê de Mazlûm Ebdî êxbar kir, lê Tirkiye ji ber hebûna çend leşkirên Amerîkî bi Mazlûm Ebdî re nekarî wî bikuje.

Weke hercar PKK’e PDK’ê sûçbar dike û bi t awa basî YNK’ê nake

Hejmara wan kesên li sînorê di bin desthilata PKK’ê û YNK’ê de ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatine kuştin û armanckirin ne hindike, Tirkiyê hejmarek herî zêde ya kadroyên PKK’ê li Silêmaniyê armanc kirine û kuştine, piştre PKK’ê ji boy parastina berjewendiyên xwe yên bi YNK’ê re û veşartina rastiyan PDK’e sûçbar kiriye û ragihandiye PDK’ê alîkariya mîta tirkiyê kiriye.

Hin mînak ji kesên ku di sînorê di bin desthilata YNK’ê û PKK’ê de hatine teror kirin

  • Dîyar Xerîb karmendê PKK’ê û endamê civata serokatiyê, hevserokê berê yê PÇDK’ê bû. Diyar xerîb çû bû bajarokê Qeladizê, ku di bin desthilatdariya YNK’ê de ye, Xerîb piştre di 27ê Xizîrana 2019ê da ji Qeladizê derket û çû Qendîlê. Di rêkê de, wî silav da seytera li xala pişkinînê ya YNK’ê li bajarê Sengeser. Piştî 20 xuleka, wesayîta wî li filkeyên Kortek bû armanca balafirên şer yên Tirkiyê. Balafirên tirkan di serî da wesayîteke sivîl a li pişt tirombêla ku Dîyar Xerîb têda bû armanc kir. Roketa duyemîn li tirombêla ku dîyar xerîb têda bû ket. PKK’ê dixwest ku mirina Dîyar Xerîb biveşêre. Di çapemeniyê da, tenê 4 sivîl û 5 kesên birîndarên ku di tirombêla sivîl da jiyana xwe ji dest day, hatine ragihandin. Lêbelê, piştî daxuyaniya dewleta tirk di 7ê Tîrmehê da ku digot “Dîyar Xerîb hate kuştin”, PKK’ê dîroka bûyerê guhert. Wan dixwest bûyera Dîyar Xerîb veşêrin û got ku ew di 5ê Tîrmehê da hatiye kuştin.

  • Qasim Engîn, Endamê Komîta Navendî ya PKK’ê bû. Di 27ê Gulanê de li gundê Sefre yê ser bi bajarokê Mawet li gel çar gerîlayan hate armanc kirin. Mawet tenê 65 Km dûrî bajarê Silêmaniyê ye. Rxmî vê yekê, PKK’ê dîrok û cihê bûyerê guhart da ku sîber li ser peywendiyên wan û YNK’ê çênebe. PKK’ê cihê bûyera Qasim Engîn li devera Biradost dest nîşan kir.

  • Di 21ê Adara 2019ê da, du tirombêlên PKK’ê ji Qeladizê ber bi gundê Jarawa ve diçûn; yek ji damezrînerê PKK’ê anku Riza Altun di wesayîtekê de bû, di wasayîta din de jî her yek ji Serhet Varto (Emrullah Dursun), Sînanê Sor (alî Aktaş) û Navdar Amed (Mîkaîl Ozdemîr) têda bûn. Ew di wê rêya ku dîyar xerîb têda jîyana xwe ji dest dayî da diçûne Qendîl. Di bin nuqteyên kontirola YNK’ê da derbas dibûn. Piştî demekê kurt balefirên şerî yên tirk roketa yekem avête wê tirombêla ku sê endamên komîteya peywendiyên derve yên PKK’ê têda bûn. Her sê endamên PKK’ê li wir jiyana xwe ji dest da. Tirombêla Riza Altun bi zererek kêm ji roketê xelas bû. Riza Altun birîndar bû.

  • Du şexsên gring yên PKK’ê, Demhat Egîd (Seyîdxan Eyaz) û Cemîl Amed (Eser Irmak), endamên komîteya peywendiyên derve yên KCK’ê û berpirsyarê peywendiyên PKK’ê bi YNK’ê re, di 15ê Çirîyê li çiyayê Ezmer ji aliyê firokeyên bê pîlot ve hatine kuştin. Di bûyerê de, xebatkarê rêxistina PKK’ê NLP bi birîndarî xelas bû. Çiyayê Ezmer li hindavî Silêmaniyê ye, devereke biçûk a geştugozarî ye. Seyîdxan Ayaz û kesê bi kod navê Ehmed, karmendê îstixbaratî yê ku bi birîndarî xelas bûyî, li ser navê PKK’ê hemû peywendiyên bi YNK’ê re birêve dibirin.

  • Di 13ê Xizîranê de, balefirên şer yên Tirkiya li gundê Darişmene yê Qeladizê li tirombêleke reng sivîl da û di encamê da çar kes hatin kuştin. Hate diyarkirin ku yek ji rêveberên PKK’ê bi navê Ûlaş Dogan, bi kod navê Ûlaş Dêrsim û sê gerîlayên din di tirombêlê de bûne armanc. Ûlaş, endamê Konseya Fermandariya HPG’ê bû, ji Qendîl heta Xwakûrkê serfermandarê giştî yê Eyaletê bû, û hate îdîa kirin ku wî pêşengiya hêzên xweparastinê jî dikir.

Ji bilî van, gelek kadroyên rêveberên PKK’ê li çiyayê Qendîlê bûne armanca êrişên hewayî. Gelek rêveberên din, li ser rêkên hatin û çûna Raniyê, Sengeser û Qeladizê jîyana xwe ji dest dane, û nav û nîşanên wan nehatine ragihandin.

Navên hindek ji wan evin

1-  Erdogan Ûnal, bi kod navê Doxan Nûrhak; Doxan Nûrhak di rêveberiya Xebata Îstixbarata PKK’ê NLP de bû, ew berpirsê yekîneya teknolojî bû. Di 24ê tîrmeha 2019ê di êrîşeka hewayî da jîyana xwe ji dest da.

2-  Ebdulrehman Hemo, bi kod navê Dozdar Hemo, bi salan di nava PKK’ê û xebatên rojava di asta herî jor da rêveberî dikir. Kadroyekî salên 1990ê bû. Hate îdîa kirin ku Dozadar Hemo, bêy ruxseta PKK’ê neft firtotîye dewleta Sûriyê û gendelî kirîye. Li ser vê tawanê ew kêşa Qendîlê û li wêrê bêser û şûn bû. Paşê hate gotin ku di êrşeka hewayî da hatîye kuştin.

 3- Mer Aydin, bi kod navê Rênas Aydin, berpirsê xebata gumrikên PKK’ bû, di 2yê Şubata 2021ê da, bi êrîşeka hewayî jîyana xwe ji dest da.

4-  Koordînatora giştî ya herêma Qendîlê Ayten Amed (Xalîde Tar) ku endama Konseya Rêvebra KJK’ê bû. Ayten Amed di 9ê Adara 2020ê da li Qendîlê hate armanckirin. PKK’ê heta niha jî di derbarê wê de daxuyaniyek nedaye.

5-  Delal Nûrhak, navê rast Esma Erat endama PJAK û Konseya Rêvebiriya KJK’ê, di 2019ê da li Qendîlê hate armanckirin. PKK’ê hêşta daxuyanî nedaye.

6- Dr. Jîyan (Salîha Kaytar) Endama Konseya Rêveberîya KCK’ê, kordînatora PKK’ê li Rûsya û kadroyeka gelek dêrîn bû di 19ê Tebaxa 2019ê da li Qendîl canê xwe ji dest da hêşta jî PKK’ê çi daxuyanî nedane.

7- Hacer Goyî (Nezîfa Bîlen) fermandereka kevin bû. Di 20î Adara 2020ê da li Qendîl bû armanca firokên Tirkiya. Eve jî endameka payebilind ya bizava jinan ya PKK’ê bû.

Belê, kadroyên PKK’ê yên ku weke Mazlûm Ebdî li sînorê di bin desthilata YNK’ê û PKK’ê de hatine armanckirin û kuştin û birîndarkirin ne hindikin, lê daku peywendiyên wê li gel YNK’ê xerab nebin, PKK’e bi hîç rengekê basî kuştina van kadroyên xwe li navçeyên di bin desthilata YNK’ê de û şêwazê armanc girtina wan nake, berevajî PKK’ê zanyariyên xelet û şaş dide gel û malbatên wan û weku her car PDK’ê û Hikumeta Herêma Kurdistanê tawanbar dike.

Pustên heman beş