PKKe: Parastina Şengalê parastina Apo ye!!

pkk-kck-sinjar-shingal-iraq-kurdistan-peshmarga-turkey-hizbullah-nujaba-asaeb-ahlulhaq-iran-hashd-shabi-info

PKKê li rojên rabûrî kongireya bi navê Rêveberya Xweser a Şengalê li darxist, 5 rojan dewam kir û îro gihîştin vê encamê: “Parastina Şengalê parastina rêber Apo ye”!!.

Partiya Karkeran ku bi darê zorê û fîta dewlet û hêzên dagîrker bi teybet Îranê û Heşda Şebî Şengal dagîrkirî ye, her tişt li vî perçeya Başûrê Kurdistanê têk da, şîraza civaka Êzdî, ola Kurdên resen, dimografya navçeyê, bijlî tewanên ku rojane gelê Êzdî li ser destê wan jiyan dikin, ji revandin, îşkence û çekdarkirina zarokên Êzdiyan, û bi kuştin dana wan bi destê dewleta Tirk, bi kurtasî gelê Êzdî ji fermana DAIŞê ber bi fermana Partiya Karkeran ve hatine.

Paş ketina Şengalê bi salekê û li çirya duyemîn a sala 2015an hêzeke Pêşmergehan a 7500 kesî bi rêbertîya Serok Barzanî Şengal ji zora terora DAIŞê rizgar kir, lê belê piştre PKKe hat dagîr kir û nehişt awareyên Êzdî ku hêjan di kampan de ne vegerin warên xwe.

PKKe dibêje hêjan karê me di Şengalê de xelas nebûye, ya rast karê wan hêjan li wir maye, PKKe niha beşekî “Mîhwera Miqawemê” ye û bi fermana Îranê di Şengalê de hewla çêkirin û parastina Hîlala Şîeyan dike, zarokên Êzdîyan di revîne û bi destê artêşa dewleta Tirk dide kuştin.

Pirsgirêka Êzdîyan û Apo

Bi kurtasî ya ku PKKe niha li Şengalê dike dewama fermanê ye, tişta ku DAIŞê nekirî PKKê kirî ye û îro jî hatiye Êzdî xapandine û rêveberyek bi navê Rêveberîya Xweser ji war re çêkirî û bi devê wan dibêje: “Parastina Şengalê parastina rêber Apo û Kurdistanê ye”, lê belê li cîhê ala Kurdistanê ala Heşda Şebî û dewleta Îraqê di hola kongireya 5mîn a wê rêveberiyê de daliqandiye.

Pirs eve gelo tu eleqeya Apo bi Şengalê ve ye, gelo qey doza Êzdîyan û pirsgirêka wan Apo ye?, yan vegera Şengalê û avedankirina wê û bi dawîbûna jiyana awareyî yê ye.

Tevî ku Şengal ji dema DAIŞê û heya roja me ya îro kavil û wêran maye, bi sedema PKKê her roj balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagîrker Şengalê bordoman dikin û gelê Êzdî tê qetil kirin, tevgera PKKê ya li Şengalê, gihîştiye astekî xeteriyê ku her roj Ardogan li ekranan gefa dagîrkirina Şengalê dixwe û dibêje emê nehêlin Qendîleke din li Şengalê bê ava kirin.

Besê Hozat: Şengal beşeke ji Îraqê

Hêjan gotina Besê a hevseroka KCKê dema li dîsambera 2021an li TV yên PKKê derketî û gotî: “Şengal beşeke ji Îraqê, ne ji Herêma Kurdistanê ye” li bîra gelê Êzdî û her Kurdekî ye, îro jî PKKe hatî ye Êzdî xapandine û bi devê wan dibêje parastina Şengalê parastina rêber Apo û Kurdistanê ye.

PKKê li ber çavê Êzdîyan Şengal ji Kurdistanê qut kiriye û kiriye xanedan ji boy milîsên Hizbullah, Nuceba û Esaîb Ehlulheq û ev bûye sedem ku 80% ya gelê resen yê Şengalê di awareyî yê û kampan de bimînin.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta federal a Îraqê li Oktobera 2020an Peymana Şengalê îmze kir û li gorî wê Şengal wê were avedankirin û hemû awareyên Êzdî wê vegerin warê xwe û PKKe wê ji Şengalê were derxstin û li cîhê wan hêzeke ewlehiyê ji ciwanên Êzdîyan wê ewlehîya Şengalê biparêze, lê belê PKKê nehişt Peyman were cî bi cî kirin ji bo ku bikare ecêndayên dewleta Îranê û Mîhwera Miqawemê li wê navçeyê cî bi cî bike.

Pustên heman beş