PKK’ê di roja Cejnê de jî xezeba xwe vereşt û êrîşî Mîrê Êzidîyan kir

PKK’ê di roja Cejnê de jî xezeba xwe vereşt û êrîşî Mîrê Êzidîyan kir

Duh cejna Êzidîyan ya sersalê a pîroz Çarşema Sor hat pîrozkirin. Êzidî di vê cejna ku weke roja afirandina cîhanê dihesibînin peyamên yekîtî, hevgirtin û biratiyê didin. Kesayetiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û hemû cîhanê peyama yekrêziyê dan. Li aliyê din rêveberên PKK’ê di roja eydê de jî li gorî ajandayên xwe yên siyasî peyamên xezebê belav kirin û xwestin Êzidiyan li dijî hev derxin.

Yek ji kesên ku ev peyama kerb û xezebê weşandî yek ji rêveberên PKK’ê ya cinsîyet jin lê qerekter û şeklûsîma mêr, yanî Sozdar Avesta bû. Sozdar; li şûna peyama yekîtiyê bide, cihêkariya Şengal-Şexan a ku wê di nava civaka Êzidiyan de bibe sedema nakokîyan derxist holê û serokê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg bi xiyanetê tawanbar kir.

 Sozdar: Di şexsê malbata Mîr û bi taybetî Hazim Beg de, dixwaze navmala civaka Êzidî aloz bike.

Sozdar di piraniya axavtina xwe de li şûna ku banga yekîtiyê li civaka Êzidî bike da ku birînên xwe derman bike, banga parçekirina Êzidiyan kir.

Sozdar di axaftina xwe de anî ziman ku Êzidî dixwazin weke Şengal û Êzidiyên Laleş-Şêxan bibin du beş û wiha dewam kir: Dixwazin baweriya Êzidiya li Şêxan, li Laleşê bi êxsîr bikin. Her wiha di axaftina xwe de Sozdar îdia kir ku Mîrê Êzidî Hazim Beg li dijî Êzidiyan çalakiyan dike. Sozdar îdia kir ku 12 welatan Qirkirina Êzidiyan nas kirine û Mîr Hazim Beg hewl dide pêşî li vê helwestê bigire.

Sozdar ê bang li girseya PKK’ê ya li Şengalê kir ku li dijî Mîrê Êzidîyan daxuyaniyê bidin.

Ev demeke dirêje PKK di nava girseya xwe ya biçûk a li Şengalê de li dijî Êzidîxanê Mîrî û saziya wî ya olî Laleş antî propagandayê dike. PKK dixwaze Mîrê hemû Êzidîyên Cîhanê Mîr Hazim Beg bibe layingirê vê rêxistinê. Bê guman ev lêvegerê pîroz weke Mîr ji siyaset û hevrikana rêxistina dûr disekine. Lê PKK bi tundî dixwaze Cenabê Mîr bike apocî. Loma Siyaseta şantaj û xezebê li dijî Mîrê Êzidîyan tê meşandin. Heta PKK’ê cenabê Hazim Begê jî bi ajanê tirkan tawanbar kir. Lê Mîrê Êzidîyan bi meşandina siyaseteke hevseng di navbera Hewlêr û Bexdayê de, tenê di asta navdewletî naskirina jenosîda Êzidiyan û vegera Êzidiyan bo Şengalê dixwaze.

 Darka Mazî beriya niha li ser vê mijarê raporek amade kiribû û weşandibû: https://darkamazi.info/archives/1035267

Sozdara ku bi sedemên sîyasî bûye Êzidî di axaftina xwe de îşaret bi hilbijartinên Tirkiyeyê jî kir û got, “Cejna herî mezin a gelan wê 14 ê Gulanê be”. Heta wê hewl da cejna Êzidiyan a pîroz ji bo peyamên xwe yên siyasî bikar bîne.

Ji sala 2014 an û vir ve PKK bi koordîneya hêzên Heşdî Şeibî yên Îranê re li Şengalê bi cih bûye. Ew girseya ku piştevanîya PKK’ê dikin komek biçûk e û ji berjewendî perestan pêk tê. Piraniya wan endamên milîsên Heşdî Şeibî ya bi navê YBŞ ê ne û malbatên wan weke hêza çalakiyê ya PKK’ê tên bikaranîn. PKK her çendî xwe weke xwedî girseyeke mezin destnîşan bike jî, lê, di hilbijartinên 2021 ê yên Iraqê de tevî dengên kadro û sindoqan jî nekarî 1000 dengan bi dest bixe. PKK hewl dide vê girseya biçûk ya pştevanên xwe, ji ola Êzidiyatî û saziyên wê veqetîne û Şingalê bike kampa Mexmûrê a duyemîn.

PKK ji Şengalê gelek sud werdigire. Li ser sînor ticaret dike, neftê dibe û tîne, li gel Iraqê bazirganî dike. Ji ber ve yekî PKK Aram bûna rewşa Şengalê ji xwe re weke asteng dibîne. Ji ber vê yekê her tim hewl dide Şengalê di nava kaosê de bihêle. PKK bi kaosê xwedî dibe.

Pustên heman beş