Kurd di bin dorpêçê de ne

Kurd di bin dorpêçê de ne

Li Rojhilata Navîn geşedanên dîrokî yên ku bi salan e nehatine dîtin, pêk tên. Û ev geşedan Tirkiyeya ku niha li ser hilbijartinan disekine, hem di siyaseta hundir û derve û hem jî di warê ewlehîyê de tîne ber kêşeyên nû. Erebistana Siûdî û Îranê li hev kirin ku bi navbeynkarîya Çînê têkilîyên dîplomatîk ji nû ve saz bikin. Vê pêşveçûnê jî ji bo asayîkirina peywendiyên bi rêjîma Esed re hêzek mezin da gavên welatên Erebî. Welatên wek Erebistana Siûdî, Îmarat (Îmarat) û Misir, ku bi salane li Rojhilata Navîn hevalbendên sereke yên Amerîkayê ne, ji vekişîna rêveberîya Washingtonê ji herêmê, wek ku li Afganîstanê kir, nîgeran in û baş nabînin ku piştgirîyê bikin. Pisporê Rojhilata Navîn ê Amerîkî Joshua Landîs, ji DW re nirxand û diyar kir ku DYA pozîsyona xwe ya superhêza cîhanê winda dike.

“Şerm e ku sûcdarê şer Esed di şer de bi ser bikeve”

 Tevgerên “normalîzekirinê” yên li herêmê helwesta Serokê Sûriyê Beşar Esed xurt kir. Rojava wî bi koçberkirina 13 milyon hemwelatîyên Sûrîyê tawanbar dike û wî bi tawankarê şer bi nav dike. Rejîma Esed pir nêzîk e ku ji nû ve di Komkara Erebî de bê qebûlkirin û vegere qada siyasî ya navdewletî.

Ji bo mirovahiyê şermek mezin e ku Esad ê ku sûcdarê şer e di şer de bi ser bikeve û wê dîsa bi xalîçeyên sor bê pêşwazîkirin. Lê di xala gihîştî de siyaseta rast vê ferz dike.” xêzên sor yên serokê berê yê Amerîka Obama, wî digot ku ev gav “encama komkirina xeletîyên 10 salên dawîn e. Wek mînak, destûr ji Îran û Rûsyayê re hat dayîn ku ji bo parastina Esed destêwerdanê di Sûrîyê de bikin. 

Gelo DYE bi bêdengmayîna xwe her tiştî qebûl dike?

Li Washingtonê nîqaşên germ hene. 40 berpirsên payebilind yên yên Amerîkî û pisporên Sûrîyê, di nav wan de Nûnerê berê yê Sûrîyê James Jeffrey, Fermandarê berê yê CENTCOM (Fermandarîya Navendî ya Amerîkî) Kent McKenzie, nameyek ji Serok Joe Biden û Wezîrê Derve Antony Blinkin re nivîsandin, banga rêlibergirtina Esed kirin.Pêvajoya normalîzekirina bê şert û merc. Di nameyê de ku tê gotin, “Ti pirsgirêka ku bûye sedema alozîya Sûriyê nehatiye çareserkirin”. Nameyê hişyarî da ku berteknedana ji bo normalîzekirina bi Esed re wê zirarek mezin bide hêvîya dabînkirina ewlehî û aramîya li herêmê.

“Divê Amerîka lihevhatina Şam û Kurdan teşwîq bike”

 Asayîkirina bi Esed re tê wateya vekişîna Amerîka ji Bakurê Sûrîyê. DYE ya ku hejmara leşkerên xwe yên li herêmê bi awayekî cidî kêm kiriye, bi kêmanî di demek kin de tê çaverêkirin ku di vî warî de ti gavan navêje. Pisporê Amerîkî Landis, tekez kir ku êdî hincetên maqûl nînin ku Amerîka demek dirêj li Bakurê Sûrîyê bimîne û divê Washington teşwîq bike ku lihevhatinek di navbera Şam û Kurdên Sûrîyê de çêbibe da ku vekişînek mîna Afganistanê pêk bê. Joshua Landîs, da zanîn ku Amerîka deyndarê 2 milyon Kurdên ku piştgirî dane têkbirina DAIŞê ye. “Ji bo ku ev herêm wek li Afganîstanê bi panîk û kaosê neherife, baştir e ku Amerîka ji Kurdan re bêje ‘bi Şamê re danûstandinan bikin’ û lihevkirinan bikin. Ji ber ku hevcedarîya Şamê bi wan heye, dîroka têkilîya YPG jî bi wan re heye”.

‘Kurd di bin dorpêçê de ne’

Di vê navberê de, Tirkiye vê dawîyê fişara xwe li ser Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) zêde kiriye, ku Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de wan wek “hevalbend” pênase dike, lê Enqere wan wek dirêjahîya PKKê dibîne û pişta wê YPG ye. Herî dawî di 7ê Nîsanê de hat ragihandin ku bi 100 metreyî dûrî konvoya fermandarê QSDê Mazlûm Ebdî û leşkerên DYA êrîşek hewayî pêk hatiye. Ev êrîşa li bajarê Silêmanîyê, ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, bertekên berfireh peyda kir û bû sedem ku bal bê ser Tirkiyê. “Bi qasî ku em fêm dikin, Tirkiye bi qestî rasterast konvoy hedef negirtiye. Ger bixwesta wê bikira, lê di rastîyê de peyama ‘Binerin, sebra min heye’ dide Amerîkîyan. Lê belê ev kar êdî ketiye nava tevger û xitimandinek bê domdar”.  Ji bo Washingtonê ‘Tirkiye girîngtir e’ û çend carên din firotina Kurdan meseleya demê ye. Dema ku têkilîyên Tirkîye û Amerîkayê hinekî baş bibin, ev mijar dibe diyarîya herî mezin. Amerîka dikare tawîzan bide Tirkîyê. Di danûstandinên bi Şamê re jî destên xwe lawaz kirin. Kurd bi awayekî cidî di bin dorpêçê de ne”.

Gelo wê Kiliçdaroglu pêvajoyek nû ya çareserîyê bide destpêkirin?

 Namzetê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu ji Parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû re got, “Li min jî guhdarî bike, CHP di derbarê çareserîya pirsa Kurd de çi got?” Pêşgotina pirtûka xwe nivîsand û tê de gotinên “Em bi biryar in ku pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin”. Herî dawî jî vîdeoyek bi ser navê “Kurd” li ser Twitterê parve kir û rexne li AKP girt ku di pêvajoya hilbijartinê de “bi milyonan Kurd wek terorîst dibîne” û “bi rûmeta bi milyonan dilîze” û wek “şermezarî” pênase kir. Ji ber vê yekê, eger opozîsyon di hilbijartinan de biserkeve, gelo dibe ku pêvajoyek nû ya aştîyê û çareserîyek domdar bide destpêkirin? Ji hinekan re erê û ji gelekan re jî zehmet xuya dike. Li gor pisporê CATS Çevîk, ji bo berjewendiyên jeostratejîk ên Tirkiyeyê divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Li alîyê din, Erdogan li pişt perdeyê peyam da hin aktorên tevgera siyasî ya Kurd ku piştî hilbijartinan dikare careke din dest bi pêvajoya aştîyê bike. Heke Erdogan li ser desthilatdarîyê bimîne, nêzî 5 salan pêwîstîya wî bi piştgirîya MHP namîne, ne îhtîmal e ku carek din dest bi pêvajoya aştîyê bike, lê belê bersiva muxatabên wî wê sereke be.

Değer Akal

Pustên heman beş