Hetikberiya berpirsekî dinê PKK’ê îfşa bû

Hetikberiya berpirsekî dinê PKK’ê îfşa bû

Roj naçe ku tê de têkiliyên seksî yên di nêvbera çekdarên PKK’ê, kadro û gelê sivîl de eşkere nebe, PKK’e jî ti çareseryeke bingehîn ji vê yekê re nabîne û ti gavekî ji boy çareseriyê nahavêje, herî dawî jî têkiliyên seksî yên berpirsekî PKK’ê li Rojava Kurdistanê bi keçekê re îfşa bû û di nava gel de bû sedema nîqaşan.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, “Agir Doçka” berpirsê saziyên avakirinê yê YPG’ê ku li bajarê Hesekê dima, têkiliyên seksî bi yek ji keçên Hesekê ya bi navê “Şirîn” re danîne, piştî îfşa bûna vê yekê ev kadroyê PKK’ê înkar dike ku tiştekî bi vî awa encamdabe, lê belê ev yek bi belge li ser wî tê îspat kirin.

Çavkaniyên me her weha eşkere kirin, piştî îfşabûna vê mijarê, PKK’ê bi ti awa ev kadroyê xwe ceza nekiriye, bi tenê ji boy bêdeng kirina gel demekî ew ji berpirsyariyê dûr xistiye û dûv re ew şandiye bajarekî din û li wir berpirsyariyek din bi wî hatiye dayîn.

Pustên heman beş