PKKê Şingal ber bi karesatê ve kişand: Ereb vedigerin Şingalê

sincar-sinjar-pkk-arbab-kurd-info

Rêkeftia Şingalê ku wê rê li ber vegerîna gelê Şingalê vebikira û ew ji kaosê rizgar bikira cibecî nebû loma jî, ji bo Êzidiyan pêvajoyeke xerabtir dide destpêkirin. Karesata ku ji aliyê PKKê ve hatiye çêkirin bi harîkarîya hin hêzên Iraqî û Heşdî Şebî ku wê rêkeftina Şingalê ji nav bibin tevdigerin. Ber vê yeke jî kêşeyên Şingalê roj bi roj zêde dibin.

Duh 28 ê Nîsanê li ser biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê 25 malbatên Ereb vegeriyan Şingalê. Ev malbat ji malbatên ku di wê demê de alîkariya tûndrewên DAÎŞê kirî ku ew derbasî Şingalê kirin pêk tên. Bi rastî ev hejmar ji 100 î zêdetir e. Gel ji bo protestoya vê hewlê xwepêşandan li dar xist. Dem bi dem di navbera gel û pêkhateyên bajêrê Şingalê de pevçûn derket.

Artêşa Iraqê bi zanebûn malbatên Ereb li nêzîkî Mizgeftekê daxistin. PKKê ji bo bûyerê veguhere provokasyonekê alîgirên xwe şandin der dorê mizgeftê. Di rastî de hem wezareta Iraqê û hem jî PKKê hewl di dan ku bûyerê veguherînin provokasyonekê.

Bi rastî armanca vê provokasyona PKKê sergirtina rastiya bûyerê bû. Ji ber ku hevkarê PKKê yê Şingalê Heşdî Şebî serkêşî ji bo vegera malbatên DAÎŞ î dike. Ango yê Ereban tîne deverê şirîkên PKKê ne.  Her wiha PKKe li ser xeta Şingal-Tîlafer bi Ereban bazirganî dike.  Bi rastî hatina Ereban bo Şingalê di berjewendîyê PKKê da ye. ji bo ku têkiliyên xwe yên ticarî bi Ereban re xera nebe.

Çapemeniya PKKê bûyerê berovajî dike

PKKe ku şirîkê hatina Ereban e, ji ber vê yekê di medyaya xwe de hatina Ereban nake mijar û di xwaze van rûdanan biveşêre. Li gorî medyaya PKKê, “di nav malbatên Ereban de du tewanbar hene û gelê dixwaze ev du kesan radestî YBŞê bên kirin”. lê bele di rastiyê de, rewş tam berevajî vê yekê ye. Her wiha medyaya PKKê hewl dide ku sûcî biqulipîne ser artêşa Iraqê. Ji bo şirîkê xwe Heşda Şabî bêtewan bike.  

pêkneanîna rêkeftina Şingalê Êzidiyan ber bi karesatê ve dikêşe

Rêkeftina ku di 10 ê Cotmeha 2020 an de bin cavdêrîya UN de, di navbera Bexda û Hewlêrê de hat îmzekirin, ji bo gelê Şingalê û Kurdên Êzidî destkeftek pirr girîng bû. Ji ber ku bi vî awayî Êzdî di nava Bexda û pêkhateyên siyasî yên herêmî de, da bin xwedî cihekî girîng û derfeta danûstandinê bi dest xwe dixistin. Û her wiha hemû hêzên îdarî û ewlekarî jî Êzidiyan pêk dihatin. Lê bele PKKe û Heşda Şebî bi hemû hêza xwe rê li cibeci kirina vê rêkeftinê girtin. Bi vî awayî nehişt ku hêzên Kurdistanî derbasî Şingalê bibin. Ji ber vê yekê jî di nava vê kaosê de her kesê li Şingalê çi dixwest bike, dikir û Êzdî di bin qurbanî. Heya PKKe hew qas bêrêz bû, ji bo berjewendîyê partîya xwe Mîrê Êzidîyan  weke xayîn dest nişan kir.

Anîna 25 malbatên Ereb bo Şingalê tenê yek ji vê mexdûrîyeta gele Êzdî ye.

PKKe wê travmaya jenosîda gelê Şingalê ji bo berjewendiyê xwe suîstimal dike û Kurdên Êzdî ber bi felaketeke mezintir ve dikişîne.

Pustên heman beş