Kadroyekî PKK’ê ji ber bazirganiya madeyên hişber hat desteserkirin

Kadroyekî PKK’ê ji ber bazirganiya madeyên hişber hat desteserkirin

Hat ragihandin yek ji kadroyên PKK’ê ji aliyê pasewanên sînorî yên Îraqê li ser sînorê di nêvbera başûr û Rojavayê Kurdistanê de hatiye desteserkirin ku bi wî re hin hebên hişber jî hebûn.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, yek ji kadroyên PKK’ê yê bi navê Casim Mihemed Nizal Terah El-Bcarî, şêniyê gundê Til Haçim ê ser bi bajarokê Baac ku demekî rûniştvanê sînorê parêzgeha Hesekê bû û pêş niha yek ji endamên rêxistina terorîstî ya DAIŞê bû û piştre pêwendî bi YBŞ’ê kirbû li ser sînorê di nêvbera başûr û Rojava Kurdistanê ji aliyê pasewanên sînorî yên Îraqê ve hatiye desteserkirin.

Çavkaniyên me tekez kirin, Casim di roja 9/4/2023an de ji aliyê fewca 1 ya lîwaya 19emîna pasewanên sînorî yên Îraqê li navçeya şeş, dema dixwest ji Rojava derbasî Başûr bibe hat girtin û bi wî re hejmara 1000 dane ji hebên hişber ji cureya Captagon hebûne, li gor agahiyan vî kadroyê PKK’ê dixwest van hebên hişber derbasî bajarokê Şingalê bike.

Captagon çîye?

Captagon an Fenethylline pêkhateyek kîmyewî û hişbere ku di sala 1961an hate afrandin. Ev made wek derman ji bo kontrolkirina hin rewşan wek Hîperaktîvîteyê dihat bikaranîn, lê piştre ji ber peydakirina dermanên baştir û zêdetir ji ber bandorên wê yên xerab, wek madeyên hişber hat hesbandin û bikaranîna wê hat qedexekirin.

Bandora destpêkêya bikaranîna Captagon hişberîye, lê mîna hişberên din, ew paşê zirarek cidî dide tenduristiyê. Ji ber ku ew di forma heban de tê bidest xistin û hêsantir û erzantire, gihîştin û bikaranîna wê hêsantire.

Pêş niha peymangeha lêkolînêya Amerîkîya bi navê New Lines di raportekê de îda kirbû ku berpirsên pilebilindên Hikûmeta Sûriyê di nav wan de Maher Esed birayê Beşar Esed di berhemanîn û bazirganiya madeya hişbra Captagon de cih digrin. Di vê raporê de her wiha hatiye gotin ku Hîzbollaha Lubnanê beşeke rêkxistîye ji tora belavkirina vê madeya hişber a pîşesazî û milîsên ser bi Îranê ve jî di çêkirina ewlehiya rêyên gihandinê yên tora veguhestina wê de cih digirin.

Pustên heman beş