Keçelên Qendîlê dixwazin komê xwe yê gemar li serê PDK’ê bikin

Keçelên Qendîlê dixwazin komê xwe yê gemar li serê PDK’ê bikin

Biryare li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 14 Gulanê de hilbijartinên parlamentoyê û yên serokomariyê bên lidarxistin. Hem partiyên Tirk û hem jî partiyên bi ser navê kurdan hatî avakirin têdikoşin ku bala kurdan bo xwe rakêşn û ji dengê kurdan sûd wergirin, lê tişta herî balkêş sekina PKK’ê ye di van hilbijartinan de ye, ji ber ku her ku diçe û bangeseya hilbijartina germ tir dibe, PKK’e û rayedarên wê yên payebilind di çapemeniyê de pêtir êrîsî ser PDK’ê û Barzanî dikin, ew bi awayekî di çapemeniyê de diaxivin û dinivîsin ku kesek şehreza nebe wê wusa bifikire PDK’ê û Barzanî Tirkiye li ser lingan hiştiye û ew in biryarê li ser man û nemana Erdogan û AKP’ê û serketin yan neserketina wan di hilbijartinê de dide, herî dawî jî endamê komîteya têkiliyên derveya KCK’ê yê bi navê Ronî Serdem ji rojnameya Hawilatî re ku li Başûrê Kurdistanê tê weşandin, axvî, û bi qasî êrîşî PDK’ê û Barzanî kirî ewqas êrîşî dewleta Tirkiyê nekir.

Wisa dixuye ku di hilbijartinan de yekane stratejîya PKK’ê û pêkhateyên din yên siyasî li Bakurê Kurdistanê ji nav birina destihlata Recep Tayyip Erdogan e ku ev 21 salin li Tirkiyeyê destihlatdariyê dike.

Li gorî daxuyaniyên HDP’ê û PKK’ê ger Erdogan têk biçe, dê kurd di 15 Gulanê de di nava Tirkiyayeka biheşt da şiyar bibin. Lêbelê rastî ne wisaye. Şêwazê handana kurdan weke ku “em dê bi vê hilbijartinê şoreşê bikin” tenê xapandina kurdan û bi qedera wan lîstine.

Ji ber ku kedxwarî û mêtingerî li Bakurê Kurdistanê bi Erdogan dest pê nekiriye û bi Erdogan jî dawî nabe. Bakurê Kurdistanê roja komara Tirkiyeyê ku di 29 Cotmeha 1923 de hatiye damezrandin heya îro dagîrkirîye, anku bindestîya kurdan tenê bi Erdogan despênekirîye.

Ji bo vê jî guhertina hikûmet, Serokwezîr, Serokomar û Meclîsan kurdên Bakurê Kurdistanê ji bindestîyê rizgar nake. Encama çi hilbijartinekê nikare kurdên bakur rizgar bike. Pirsgirêka kurdan ne tenê bi hikûmetan re ye, bi mentiq û pirensîbên damezrandina dewletê ve girêdayî ne. Li aliyê din PKK’e bi salane dibêje, ger hikûmet biguhere, em kurd dê rizgar bin. Lê divê kurd li dijî mentiq, felsefe û pirensîbên avakirina dewleta kemalîst şerî bike, hikûmet tenê îdareyên demkî ne. PKK’e kurdan tenê bi hikûmet guhertinan ve mijûl dike, ne bi dewleta faşîst re. Ev jî tenê bo xapandina kurdane.

Ronî Serdem ê Endamê Komîteya Têkiliyên Derveya KCK’ê ji rojnameyê re anî ziman ku rejîmê bi derbeya leşkerîya 12 îlona 1980an kesên îslamî girt nav xwe û wiha pêde çû: “beşa çep û sosyalîst piştî derbeya leşkerîya 12’ê îlona 1980’an, nekarî êdî ji rejîmê re bibe gef. Bi pêşengiya rêber Apo, tenê berxwedana PKK’ê ma û mezin bû. Eger rêber Apo û PKK’e li dijî Erdogan têk çûban, Erdogan wê biba Ataturkê sedsala 2’emîn û wê ti kesê jî nekarîba li hemberî bsekine.” lê belê her kes dîroka PKK’ê û dewletê baş dizane, her kes dizane ya dewletê di derbeya leşkerî ya 12 îlona 1980an de pêkanî, PKK’ê bi xwe jî pêş wê demê ev yek bi awayek hovanetir li dijî wilatparêzên kurd pêk anî bû, wek mînak, ew komkujyên sivîl ya ku PKK’ê heta 12 îlona 1980yê encam day: PKK’ê, serokê tevgera Kawa Ferîd Ûzûn şehîd kir, PKK’ê Endamê Riya azadî PSKT Mistefa Çamilbel şehîdkir, PKK’ê gelek endam û berpirsên Kukê şehîdkirin, PKK’ê, endamên DDKDê şehîdkirin di demekî de ku ew çekdar nebûn, PKK’ê, endam û berpirsyarên Tevgera Têkoşînê şehîdkirin, PKK’ê, hemû endam û berpirsyarên tevgera pênc parçacyan şehîdkirin, PKK’ê, Axa, Serok Eşîr û Mixtar kuştin, ew ne çekdar bûn, sivîl bûn, PKK’ê bi hezaran mixalfên xwe yên wilatparêz şehîdkirin, hejmara sivîlên ku bi destê PKK’ê hatîne kuştin bê sînore.

Vî berpirsê PKK’ê her weha got, “ya girîng ewe ku faşîzma Erdogan têk biçe”, lê pirsgirêka kurdan bi faşîzma Erdogan re girêdayî nîye, kurdan pisgirêk bi faşîzma dewleta Tirkiyê re heye, Erdogan biçe û Kiliçdaroglu were ser desthilatê ti ji faşîzma dewleta Tirkiyê nayê guhertin, her kes bê ser desthilata dewleta Tirkiyê wê faşîzm be û li dijî kurdan bi hevkara xwe re anku PKK’ê kar bike, ya ku faşîzma dewleta Tirk a Kemalîst û hevkara wê PKK’ê bi kurdan kirî bi guhertina Serokomar nayê bi dawî bûn, guhertina hikûmetên Tirkiyê yên piştî damezrandina dewleta Tirkiyê ji sala 1923an heya niha jî vê rastî bi zelalî berçav dike, lê PKK’e dixwaze faşîzma dewleta Tirkiyê li himber Kurdan di şexsê Erdogan de biçûk nîşan bide.

PKK’e wusa dixebite û alîgirên xwe dixapîne ku ger Kiliçdaroglu li ciyê Erdogan bibe Serokomar êdî wê her tist bi dawî bibe, êdî wê kurd azad bibin û ti pisgirêkek wan namîne û dibêje, “eger Erdogan têk biçe, wê li hemû parçeyan aramî çêbibe”, lê aramiya her çar parceyên Kurdistanê bi vê yekê dirust nabe, ev azadî wê demekî çêbibe ku ev dewletên faşîst û hevkarên wê yên weke PKK’ê têk biçin û li qadê nemînin.

PKK’ê ji bîr kiribe jî me jibîr nekiriye dema berbijêrê wê anku Kiliçdaroglu gotî, “Ez bi bihîstina navê Kurdistanê qels û dilgiran dibim.”

Welhasilê kelam, ti cudahiyek di nêvbera Mistefa Kemal û Erdogan û Kiliçdaroglu û hwd de tuneye, tev jî yek qumaş û yek aydolojî ne û li dijî Kurd û Kurdistanê ne, vê yekê her wilatparêzek kurd dizane, ne hewceye PKK’e bi axaftinên xwe yên rengawreng rûyê reşê ti yek ji dujminên kurdan sipî bike, rûyê wan û PKK’ê ewqas reşe ku bi t peyvên rengîn nayê guhertin.

Pustên heman beş