Reş û Sipî

erdogan-kilicdaroglu-pkk-election-info
  • Simko Ebdulezîz

Girifta herî mezin a partiyên Kurdî bi giştî û Partîya Karkerên Kurdistanê bi teybet, tekeza herî zêde a li ser rengên reş û sipî ye, heta nuke ew negihîştine wê bawerê ku di siyasetê de pir reng di nêvbera rengên reş û sipî de hene.

Hilbijartinên dewleta Tirk yên îsal ji du beşan pêk tên, beşa yekê hilbijartina serokekî ye ji boy Tirkiyê û beşa dûyemîn nûnerên gel ji boy parlmentoyê tên destinîşan kirin.

Di vê gotarê de emê ronahoyê bixin ser beşa yekê ku hilbijartina serokê Tirkiyê ye, di vê hilbijartinê de çendîn kesan xwe kandîd kirine, lê hevrikiya dijwar di nêvbera du kesan de ye, yek jê xwe bi nûnerê Îslama siyasî dide naskirin ku ew jî Receb Teyîb Ardogan e û yê din xwe bi nûnerê Kemalîzmê daye naskirin ku ew jî Kilicdaroglu ye.

Sed salan berê, Kurdan hukmdarîya herdu aliyan jiyan kirî ye, di sed salên berê de û ji boy nehiştina gelê Kurd, her çi tiştekî ji destê wan hatbe kirî ye, wan tu carî bawerî bi mafên Kurdan ne aniye û tim bi awayekî Kurd bi Tirkên çiya nasandine, carana jî her Kurd bi mirov nehesab kirine, baştirîn belge jî li ser vê gotina me ewe li serdema hukmdarîya van herdu aliyên ku Ardogan û Kilicdaroglu temsîla wan dikin, tu baweryeka wan wek garantor bi mafên seretayî yên Kurdan jî tune bû, ew tîgeha fikrî a ku zimanê te dixe jêr lingan ewê li paşerojê ji boy gelê Kurd çi bike?!

Di helbijatinên îsal de ji boy seroktiya Tirkiyê, Kurd bûne sê beş, dabeşbûna Kurdan derdekî dîr zemane û Kurd tu carî nekarîne xwe ji vê nexweşiyê qurtal bikin û her ji serdema şerê Çaldîran û kevintir, Kurdan heman derd jiyan kirî ye.

 Di vê hilbijartinê de jî Kurdên kirasê Îslamî li xwe kirî wê dengî bidin Teyîb Ardogan, ev denigdayîna wan li ser esasê fikra hevbiş e ku herduyan xwe bi Îslamî dane nasandin.

Beşekî din yê Kurdan ku xwe bi kirasê Kurdî dane naskirin ku ew jî Partîya Karkeran PKKe ye, ewê dengê xwe bidin Kilicdaroglu, pirsa li vir ev e, gelo Kilicdaroglu temsîla çîna regezperistiya Tirkiyê dike û em hemû jî dizanîn kanê nerîna regezperistiya Tirk a li himberî Kurdan çiy e û di sed salên rabûrî de wan çi aniye serê Kurdan, Partîya Karkeran jî xwe wiha daye nasandin ku mafên Kurdan û rizgarbûna Kurdan ji armancên wê ên sereke ne, di vê hawkêşê de diyar dibe ku hevdijîyek dijwar heye, pirs eve, qey tişta ku ev herdu hêz ji boy seroktîya Tirkiyê kirin yêk çî ye?

Piştî lekolînek dirêj gihiştîne wê bawerê ku denigdayîna vê beşa Kurdan ji boy Kilicdaroglu ji boy sitratejîya dewletên herêmî tê û her wiha ji boy nerîna van dewletan ji boy qûnaxa pêş me ya birêvbirina dewleta Tirk vedgere, çawa?

Kilicdaroglu bi giştî kesekî ku baweriyek tam bi Mîsaqa Millî û Kemalsîtê heye û dîsan kesekî nêzî Îranê ye û ew xwe bi regez Îranî hesab dike û navê bapîrê xwe li sala 1950an ji Qemerxan bo Kilicdaroglu guherandî ye û dîsan wî bawerîyek tam bi malbata Beşar Esed û yekperçeyî ya Sûryê heye û dîsan kesekî nêzî Nûrî Malikî ye û Nûrî Malikî ji wan kesane ku temsîla fikra Şîegerîya Îranê li Îraqê dike.

Partiya Karkeran li vê dawiyê û piştî ku Abdulla Ocalan ketiye zîndanê û bi navê Pardaymzmê sitratejîya xwe ji dewleta Kurdî ji boy Biratîya Gelan guherandîye û pesna Mîsaqa Millî a Tirkiyê dike û Mistefa Kemal Etaturk bi kesekî demokratîk dide naskirin û bi rîya Cemîl Bayîk tevlî saxkirin û cîbcîkirina Hîla Şîe bûye û her wiha bûne parîzerên yekperçeyî ya Sûryê û li Şengalê jî bûne şirîkên Heşda Şabî ku Nûrî Malikî rêbertîya wan dike.

Wate di vê qûnaxa dawiyê de şirîkên Partîya Karkeran û Kemal Kilicdaroglu ji bo qûnaxa pêş me ya birêveberina dewleta Tirk, negirêdayî mafên gelê Kurd in, lêbelê girêdayî sitratejîya Îranê ne. 

Beşa sêyemîn a Kurdan ewn ku wê beşdarî hilbijartinan bin û ji bo parlmentoyê wê dengê xwe bidin kandîdên rasteqîne ên Kurdan û ji boy seroktîya Tirkiyê wê dengî nedin, ez dibînim ku nerîna beşa sêyemîn Kurdperweraneye û herî zêde wê xizmeta Kurdan ji rûyê sitratejî ve bike.

Pustên heman beş