Mirad Qarayilan: “Rêber Apo binyatê yekîtiya Tirkiyê ye”

Mirad Qarayilan:"Rêber Apo binyatê yekîtiya Tirkiyê ye"

Ji rêveberên PKK’ê Mirad Qarayilan, van rojên dawî li ser ekranên Tv yê li ser rojeva hilbijartinê diaxive û bangawazîyan dike. Herî dawî ji çapemeniya PKK’ê ANF ê re axivî. Qarayilan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser gelek mijaran, bi taybetî li ser mijara Ocalan rawestiya. Qarayilan bal kişand ser rola Ocalan a ya karîger di yekîtiya Tirkiyeyê de.

Qarayilan di daxuyaniyê de got; “Divê her kes baş bizane ku Rêber Apo bingeha yekîtiya Tirkiyeyê ye. Ger di vî warî de xisarek çêbe wê yekîtiya tirkiyê nemîne. Ne bi dehan sala, bi sedan salan di navbera gelan de dijminatiyek mayînde dest pê dike. Ji bo vê jî divê her kes bi berpirsyarî tevbigere.”

Ocalan: Ez dixwazim xizmetkarê Tirkiyeyê bim

Di sala 1999’an de dema Rêberê PKK’ê Evdila Ocalan ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê, di balafirê de axivî û got, “Dayîka min Tirk e, ger ji bo dewletê xizmetek pêwîst be ez ê bikim.”

Piştî girtina Ocalan demek kin de PKK’ê dev ji armanca “Kurdistana serbixwe û yekbûyî” ya ku bi salan diparast, berda û îdia kir ku “Kurd ne hewceyî dewletek cûda ne”. PKK’ê got “dema netew dewletan derbas bûye” û ev fikir wekî paradîgmaya serdema nû pejirand.

Paşê di sala 1999’an de axaftinên Evdila Ocalan yên bi fermandarê Artêşa Tirk Hesen Atîla Ugur re li Îmraliyê kirî, hatin weşandin. Di van axaftinan de Ocalan ji efserê Tirk Ugur re dibêje; “Ez ê bibim taşeronê(miqawil) dewleta Tirk, bila dewlet mecali bo min veke ez ê Tirkan li Rojhilata Navîn bikim hêza herî mezin.” Ocalan di heman axaftinan de got, “Hinek hêz dixwazin li Hewlêrê dewleteke Kurdî ava bikin, ev ji bo Tirkiyeyê xetere kî pirr mezin e. hûn weke dewlet Piştgiriya me bikin, em bi hev re Hewlêrê ji wan bigirin û em wanakin ku Barzanî û Talebanî bêhnê bistinin.”

Ocalan di daxuyanîyekî xwe de diyar kir ku ew ê hewl bide ku Tirkiye bibe ve sînorên misaqa- millî. Ev gotinên Mirad Qarayilan yê weke “Ocalan temînata yekitiya Tirkiyê ye” gotinên Ocalan ên berê ji dewletê re kirî tîne bîra mirov.

Gelo ma Jiyana Ocalan di xetereyê de ye?

Qarayilan di axaftina xwe de anî ziman ku jiyana Rêberê wan Evdila Ocalan di xeteriyê de ye. Mirad Qarayilan îdia kir ku di pêvajoya hilbijartinê de Evdila Ocelan pir xistine rojevê û got, “ev yek bo me cihê gumanê ye ku Rêber Apo bikin armanç. Di vê çarçoveyê de êdî ewlehiya Rêber Apo di bin metirsîyê da ye.”

Tê fikirîn ku ev gotina Mirad Qarayilan ji rastîyê dûre û bê wateye. tenê ji bo propagandayê ev rojev tê vekirin. Evdila Ocalan bi xwe digot ku jîyana wî ya Îmralî ji ya Şamê ewletir e. weke ku hemû rayagiştî a Kurd pêdizane ji sala 1999 an û vir ve 24 sal in Dewleta Tirk bi deste Evdila Ocalan siyaseta Bakurê Kurdistanê kontrol dike. Li gorî daxwazîyên dewletê, Ocalan dema pêwîst bike agirbestê û dema pêdivî bike şer îlan dike. Ji bo vê yeke saxîya Ocelan ji bo dewletê pir pêwîst û giringe. 

Gelê Kurd wê ji bo Ocalan dakevin kolanan?

Her wiha çavdêrên siyasî dibêjin ku li Bakurê Kurdistanê ji bilî komeke marjînal a Pkk ê ti kes bû Ocalan xwepêşandana nake. Li Bakurê Kurdistanê tevî hemû bang û xebata PKK’ê gelê Kurd beşdarî çalakiyên ji bo Ocalan têne kirine nabe. Yanî niha çi were sere Ocalan jî Gelê Kurd weke sala 1999 an ji bo Ocalan bertek nîşan nade.

Lê tê hizirkirin Qarayilan ji ber hin hesabên sîyasî beriya hilbijartinan jiyana Ocalan dixe rojevê. PKK’ê gava ku xwest girseya xwe çalak bike dibêje; “Rêber Apo jehrî kirin e, Rêber Apo krîza dil derbas kir” û hwd. Ev gotin û hewlên rêveberîya PKK’ê di de xuya kirin ku piştî hilbijartinan hin gavan sîyasî yên plankirî hene.

Pustên heman beş