PKK’e: Kes nikare Şengalê ji Îraqê veqetînê

PKK ji bo berjewendiyên xwe yên li Şengalê, bi berdewamî di nava Êzidiyan de nakokiyan derdixe. Piştî ku gelê Êzidî, saziyên olî yên Êzidî, Hikûmeta Îraqê û saziyên navneteweyî ji bo pêkanîna Rêkeftina Şengalê ketin nava tevgerê, PKKê helwesta xwe ya êrîşkar û wêranker a li Şengalê zêde kir. ew koma li dora PKKê ranta aborî û leşkerî dixwe, hem li dijî Mîrê Êzidiyên hemî Cîhanê Hazim Tehsîn Begê daxuyanî dan û hem jî daxuyanî ya xwe de gotin “Kes nikare Şengalê ji Îraqê veqetîne”.

Grupa kedxwar ya PKKê: Kes nikare me ji Iraqê veqetîne

Li Şengalê şebekeya ranta aborî ya PKKê heye. Di nava vê şebekeya rantê de grûpa PKKê bi navê Yekîtiya Eşîrên Şengalê komek ava kirine. Di eslê xwe de ev koma ku li ser sînorê Rojava ji bazirganiya çek û tiryakê ya PKKê sûd werdigire, dixwaze rewşa ne diyar û aloz a Şengalê bidome da ku derîyê berjewendiya wan yê aborî neyê girtin. Ev layenê hevkar û kedxwar a di nava Êzidiyan de li gorî ajendeya siyasî ya PKKê daxuyaniyan dide.

Herî dawî duh ji aliyê berdevkê vê pêkhateya PKKê Daxil Murad ve daxuyanîyek hat dayîn. “Bila hemû cîhan bizane ku Şengal di bin ala Îraqê de tevdigere. Di sala 1920 an de ku dewleta Îraqê damezrî ye, Şengal bi dewleta Îraqê ve girêdayî ye. Şengal ji aliyê îdarî ve ser Mûsilê ye. Mûsil jî girêdayî Hikûmeta Navendî ye. Ev ê ti carî neyê guhertin û kes nikare wê biguherîne. Helwesta me ev e, em dixwazin vê ji gel re bibêjin”.

Fermana nû ya Êzidiyan ew e ku ji Laleşê veqetin

Di dîrokê de Êzdî rastî çewsandinên mezin hatine û 73 ferman dîtine. Erdên wan hatin desteserkirin, hatin koçber kirin, her carê jin û malên wan wek xenîmet hatin dîtin. Lê tevî vî serbora nexwş jî, civaka Êzdî ti çarî ji hev qut nebûn, nakokiyên navxweyî çênebûn, li dora parestgeha Laleş û qewlên olî hevgirtin û heta îro hebûna xwe parastin.

PKKe niha zirara ku 73 Fermanan nedaye Êzidiyan, PKKe bi ji hev belavkirina civaka Êzdî ku vê civaka resen a Kurd bi  Meclîsa Rûhanî ya Êzidiyan û persetgeha Laleş a nûranî hebûna xwe diparastî ye, di xwaze ji hev belavbike. Dixwaze bi parçekirina civaka Êzidî tenê ji bo ajandeya xwe ya siyasî komeke girêdayî xwe ava bike. Bi rêya vê koma berjewendîperest propagandayê xwe bike û Êzidiyan bera hev bide û ji hev bijikîne.

Ger Êzidî ji sazîya Mîrî û Laleşa nuranî biqetin, wê karesata ku bi fermana ne hatî sere Êzidîyan were serê wan. Binyatê Êzidîyan ev sazî û perstgehên wa ne. Divê pêşî li van kiryar û planên nehez yê PKKê ya li dijî Êzidiyan bê girtin.

PKKe li Şengalê di warê aborî, siyasî û leşkerî de xwedî ranteke hew ewqas mezin e ku qed naxwaze dev jê berde. PKKe dest ji Şengalê berdanê ji bo xwe weke xeterîyek mezin di bîne.  Ji ber vê yekê jî PKKe dixwaze li ser ji hev bijikîna gele Êzidî berjewendiyê xwe biparêze û kedxwarîya xwe bidomîn e.

Pustên heman beş