Rastiya kuştina Heqî Karer çewa ye?

Rastiya kuştina Heqî Karer çewa ye?

Ev çend rojin ragihandin û rêveberiya PKK ser Heqî Karer daxivin. Ev Heqî Karer wek şehîdê yekemê PKK’ê didin nasandin û herweha dibêjin ku “em ji ber ku bi bîranînên wî re girêdayîne me PKK ava kir”. Lê rastî berevajî vî tiştî ye. Ji ber ku Heqî Karer bi destê PKK bi xwe hate kuştin.

Çîroka kuştina Heqî Karer wihaye:

Hemû kadroyên PKK’ê di sala 1976an de hatin Kurdistanê. Şert û mercên xebatê tunebûn, pirsgirêkên aborî hebûn. Evdila Ocelan, pêwîst bû hatiba Kurdistanê, lê ew ji Enqere dernediket. Sê endamên navdar ên MİT ê yên PKK ê, Kesîre Yildirim (jina Apo), Pîlot (Necatî Kaya) û Abdurrahman Polat bi Ocelan re li Enqerê dijiyan. Pîlot pereyên pir zêde distandin û baş çavê xwe dida grûpa li Enqere mayî. Nîqaşa ku Pîlot sîxure bi elenî dihate kirin. Wekî din, têkiliya Kesîre ya bi Evdila Ocelan re jî bi bû mijara nîqaşê.

Êdî her kesê we difikire ku divê Ocelan jî were Kurdistanê, lê Apo di xwest mayîna xwe li Enqere dirêj bike. Piştre Ocelan bi navê gera Kurdistanê ji Agiriyê dest pê dike û li her derê digere, bê guman, Pîlot jî bi wî re ye.

Ocelan li Dîlokê ye, lê Heqî Karer acize

Rawestgeha dawîn ya gera Apo Dîlok e. Dem; Hefteya yekem a Gulanê ye. Yanî hefteyek beriya ku Heqî Karer bê kuştin. Li Dîlokê, Heqî Karer û komek hevalên wî hene. Heqî Karer, Bozan Aslan, Mehmet Uzun, Ali Yaylacık, Ahmet Ballı, ev grupa Heqî Karer bi xemalî dijiyan û hewl didan ku rêxistinê jî li Dîlokê cî bikin û li Dîlokê pir ciwan rêxistin kiribûn. Piraniya xebatkaran ciwanên karker bûn.

Civîna rêveberiyê tê kirin. Heqî Karer û hevalên wî yên ku me li jor behs kirî, belgeyek nivîskî didin Evdila Ocelan û têde dibêjin ku biryarek wan a hevpar heye: Di belgeyê de wiha tê gotin:

1- Divê hevalê Evdila di zûtirîn dem de ji Enqerê derkeve û were Kurdistanê.

2- Rêwîtiya bi ajanek mîna pîlot re nayê qebûl kirin, divê pîlot zûtirîn dem ji partiyê were avêtin.

3- Nayê qebûl kirin ku Fatma (kesîre Yildirim) û Heval Evdila li Enqerê di heman malê de bimînin. Malbata Fatma bi Mît ê ve têkildarin. Dibe ku Fatma jî MIT be. Wekî din, divê nîqaşên bi vî rengî yên têkiliyên bi Fatma re werin asteng kirin.

Cînayeta yekem, lehengê yekem û tolhildana yekem

Ocelan wê notê digire. Di notê de bi awayek veşartî Ocelan bi revîna ji Kurdistanê û hevaltiya bi sîxuran re tawanbar dike. Heqî Karer keseke ku di nava rêxistinê de xwedî bandorek mezine. Ocalan fikara nasnameya xwe dike ku îfşa bibe. Loma jî Ew dengê xwe nake, dibêje ku ewê di zûtirîn dem de dîsa vegere. Ew diçe û 10 roja piştî dîtina Ocelan, Heqî Karer dema ku diçe hevdîtinekê di rê de tête kuştin.

Şêweyê kuştina Heqî Karer di dîroka PKK ê de timî bi şik û guman tê vegotin. Dibêjin: “Ew çû hevdîtinekê, grûpa bi navê Stêrka Sor ew gulebaran kir”. Li gorî vê yekê, hin kesên ku not dane Ocelan jî li kêleka Heqî Karer jî tevlî bûyerê bûne û di gotin ew bi kesên ku li dijî Karer komplo kirin re hevkariyê dikin. Lêbelê, paşê, Cemîl Bayik bixwe di vegotina xwe a dîrokê de bibêje, ” Ewên ku Heqî Karer kuştîn êk*du ciwan bûn, ew kujer ji hêla polîsek jin ve hatibûn wezîfedar kirin.”

Bi rastî, di nirxandina fermî ya PKK ê de, tê gotin ku kesên ku Heqî Karer gulebaran kirin nasnameyek avêtin ser wî, mîna ku ew li cîhê bûyerê mirî ye. Lêbelê, rastî ne wusa ye. Tenê guleyek bi Heqî Karer ketî bû. Li nexweşxaneyê, serum a wî tê kişandin û ew tê kuştin.

Bi rastî, kuştina Heqî Karer tê wateya jêbirina şopê, şahid nehiştin. Karer bû qurbana nota ku daye Evdila Ocelan.

Li gel Heqî Karer, hevalên wî yên ku ev not dane Ocalan jî heman tiştî difikirin, hemû xebatkarên PKK ê yên Dîlokê wiha difikirin: Karer ji aliyê Ocalan ve hate jinav birin, PKK di bin kontrola MIT’ê de ye.

Hemû dilsoz û xebatkarên li Dîlokê ji rêxistinê cûda dibin. Hinekan jî bi temamî Kurdistan terk kirin. Çavê hemûyan li Ocalan e. Bê guman wê demê zirofên danûstandinê kêm bûn. Herêmên din ji vê bûyerê zû agahdar nabin. Ocelan li ser vê bûyerê Senaryoyekê çêdike û dibêje; sîxur nava mede hane, dewlet dixwaze me tune bike, tevger û partîyên din dixwazin me tune bikin. Ocalan, li ser wan çar hevalên bi Heqî re not dayî ne wî weke sîxur binav dike û ew çar kesên mayî di nava mehek-du mehan de ji aliyê endamên PKK ê yên ji herêmên din hatine ve têne kuştin.

Bi PKK ê re şikestinên mezin dest pê dikin, kadro û girse ya heyî we bawer dikin ku PKK tevgereke ajan e. Kesekî mîna Kamer Ozkan ku di nava grûpa ewilî ya Ocelan da bû jî, dest ji tevgerê berda. Lê Apo piştî 17 salan ew Kamer Ozkan ê ku ji salên 78 ê ve li çîya bû, li Dersim ê sala 1993 bi dr. Baran da Kuştin.

Projeya dewletê ya ku Kurd-Kurdan bikuje dest pê kir.

Bi kurtasî, PKK û Ocalan guleya yekem berda hevalê xwe yê yekem ango Heqî Karer. Dûv re wî guleyên xwe yên din berdan kesên ku dixwestin kuştina Heqî Karer ronî bikin.

Fîşek avêtina yekem kodên genetîkî ya PKK ê jî diafirîne. fîşeka yekem li dijî Kurdan e. Dûvre, PKK dest ji kuştina Kurdan hilnagire, Ferit Uzun heta Semir, ji Lamia Baksi heya Gûlan Garzan, ji Hikmet Fîdan heta Pêşmergên Kurdistanê…û hwd. Edî PKK ê ji bo berjewendiyên xwe dest bi kuştina Kurdan kiribû. Belê, PKK jî ne kêmî dewleta Tirk Kurd kuştin e.

Pustên heman beş