Kî berpirsê têkçûna Kurdan e di hilbijartinan de?

Hilbijartinên Tirkiyê yên 14 û 28 Gulanê bi dawî bûn. Encam û bandorên hilbijartinê dê demekî dirêj bê nîqaşkirin. Lê encamek teqez heye: Kurd di vê hilbijartinê de ji hemû yan bêhtir windakir.

Îca kî berpirsê sereke yê vê têkçûnê ye?

Hevserokên HDP ê Mîthad Sancar û Pervîn Buldan in? Na.

Selahattin Demirtaş e? Na.

Gele Kurd de? Na.

Xebatkarên HDP ê ne? Na.

Berpirsiyarê vê têkçûnê PKK bixwe ye.

Serokê wan yê li Îmraliyê û rêveberên grupa Enqereyê yên bi navê Qalkan, Bayik, Qarayilan û Qarasû berpirsên sereke yên vê binketinê ne.

Li aliyê din endamên wan, xebatkarên çapemeniyê yên li Brukselê, kesên xew rewşenbîr bi nav dikin û hemû ew kesên va 24 sale şirîkatîya vê sîyasetê dikin berpirsyar û hevpişkên vê têkçûnê ne.  

Niha Pervîn Bûldan wek bizinê gunehkar destnîşan kirin, tenê ji bo PKKê bêguneh bidin nişandan tê kirin.

PKKê Kurd bi Erdogan re kirin xwîndar

Çapemeniya PKKê dest bi derewên wiha “Serkeftina Erdogan tehle, Erdogan bi rastî bi ser neket, Kurdan şemaqek li Erdogan xist, Kurdan Erdogan hilnebijart” dest pê kir.

Erdogan û baskê wî yê neteweperestên Tirk bi ser ketin. Kurd bûne qurbaniyên dijberiya bê wate ya PKKê ya li hember Erdogan. Nihal i hember Kurdan Erdoganek û Silêman Soyluyek kî hemû Kurdan dijmin dîbîne heye. Ji bo Bakurê Kurdistanê wê qonaxeke dijwartir dest pê bike.

Piştî sala 2015 Selahettîn Demîrtaş gotibû Erdogan “Em ê te nekin serok” li her derê Bakurê Kurdistanê bombe teqiyan, 11 bajarên Kurdan di Şerê Xendekan de wêran bûn, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan.

Niha jî bi gotina PKKê ya “Em ê rejîma faşîst a AKP-MHP ê hilweşînin” vê carê tiştên xerabtir wê rû bidin. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Rojava jî rojên tarî li ber çavan in. peyama yekem a Erdogan jî derbarê berdewamkirina operasyonên dersînor bû.

PKKê Kurd bi Erdogan re kirin xwîndar. Êdî mecale guftûgo, dilnîmzî û tewîzdanê nehişt.  

Lê belê piştî ku Erdogan di sala 2002 an de hat ser hikûmetê, derfetên gelekî girîng derketin holê. Bila kes ji me re nebêje ku Erdogan ji destpêkê ve Dij-Kurd bû. Erdogan ji bo desthilatdariya xwe muhtacî Kurdan bû. Erdogan li vî welatî tiştekî wisa kir ku “li deriyê sînor Gerîla bi cil û bergên xwe bi awayekî fermî hatin pêşwazîkirin û bajar bi bajar bi wan cil û bergên Gerîlayan gerîyan û peyamên aştî û azadîyê li meydana Amedê dida. Her wî Erdoganî gelek caran digot Kurdistan, kêşeya Kurd kêşa min e…” Kurd dikarin vê derfeta zêrîn mifa bibinin lê zihnîyeta PKKê ev derfet ji dest xwe revand.

PKKê bi fîîlî “pirsgirêka Kurd a li Tirkîyê” bi dawî anî.

Raperîna sala 1991 ya li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka Kurd ji cîhanê re eşkere kir. Bakurê Kurdistanê jî para xwe ji vê pêla azadîyê girt û dewleta Tirk di hembêza xwe de bi pirsgirêkek mezin a Kurd re rûbirû ma. Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel mecbûr ma ku derkeve û bibêje “Ez rastiya Kurd qebûl dikim”. Ev pirsgirêk roj bi roj zêdetir xwe dida pêş. Lê belê pêvajoya Îmralî, paradigmaya nû û axaftinên PKKê yên hevnegirtî li Bakur pirsgirêka Kurd bi dawî kir.

Siyaseta Kurd a bi pêşengiya PKKê dibêje; em dewleta Kurdî Naxwazin, ala Tirk ala me ye jî, em dixwaze di bin sîwana Tirkbûnê de bijîn, netew dewleta Kurd ji bo Rojhilata Navîn xeter e. PKKe û pêkhateya wê HDPe, ji bo naskirina nasnameya Kurdî bi dewlet û şirîkên xwe yên sîyasî re danûstandinê nakin, ji bo naskirina zimanê Kurdî danûstandinê nakin, naxwazin destura bingehîn bê guhertin. Dibêjin ger otonomiye pêşkêşî me bikin jî em ê qebûl nekîn. Di bêje em Demokrasî dixwazîn gelo Wateya vê yekê çi ye? “Kurdên Tirkiyeyê ji ber Kurdbûna xwe pirsgirêkên xwe nînin, ji ber nebûna demokrasîyê kêşe dijîn. Kêşeya Kurd ne netewî û nijadî ye kêşe bêedaletî û bê dadperwerî ye heman kêşe gele Tirk jî heye.” PKKê bi vê nerînê da îspatkirin ku “Wê demê li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd nîne.”

PKKê hemû daxwazên Kurdan veguherand daxwazên “Azadiya Ocalan û hevdîninê gel wî”. Her kes dizane ku li Ewropayê PKKe rêxistineke terorîst e û Ocalan jî kesek terorîst e. Lê tevî vê yekê jî, Kurd ji bo mafên ku ji aliyê gerdûnî ve tên qebûlkirin, wek mafê zimanê zikmakî jî bêhelwest in. Vê helwestê PKKê çim ifa neda Kurdan berûvajî dewleta Tirk hêz kir.

Îflasa siyaset û paradigmaya 24 sala

Encama vê hilbijartinê îflasa polîtîkaya Tirkbûnê ya ku PKKe va 24 sal in li ser Kurdan sepandî bi xwe re anî. Ew berjêr çûna ji Şerê Xendeka ve despê kirî hê zêdetir pêşve bir û sîyasteta PKKê îflas kir.

PKKê di van 24 salên derbasbûyî de ne kariye şer bike, nekariye aştiyê bike, nekarîye siyasetê bike. Dema em li tiştên ku PKKê kirine dinêrin, em dibînin ku sifreke mezin bi dest xistiye. Ango encam=0

Piştî sala 2000 î PKKê bi agirbestekê xwe zindî hişt. Niha pêdiviya wî bi agirbestek mayînde hebû. Li gorî PKKê Kiliçdaroglu wê bi ser bikeve. Ji bo komîserhev kirina aboriyê wê operasyon rawestanda. Payre jî wê PKKê bigota “me Erdogan hilweşand, me Tirkiye rizgar kir.” wê mîna pêvajoyên çareseriyê yên kevin, li Qendîlê civînên çapemeniyê yên zindî bihata lidarxistin. Wê rojnamevan li hev helingifti ba. Rêveberiya PKKê wê bi rêzê serhev daxuyaniyên serkeftinê tomar bikira.

 Ango, wê agirbesta piştî 2000 î û fîlma hevdîtinên berê wê serhev bihata temaşekirin. Û tu çareseriya mafên nasnameya Kurdan ji vê yekê der ne diket û Dewleta Tirk wê pirsgirêka Kurd bi demê re genî û rizan di ba.

Divê her çar parçeyên Kurdistanê ji vê encamê ders derxin

Rewşenbîr, welatparêz û gelê Bakurê Kurdistanê divê vê rastiyê baş bibînin: “Pêvajoya 24 salan ya PKKê îflas e.” Ev îflas ne ji ber navên berbijêra û li ser xeletiyeke basît ya hilbijartina ye ev têkçûn û îflas bi ontolojiya PKKê ve girêda ye.

Rewşenbîr û welatparêzên Kurd ên parçeyên din bi hêza medyaya PKKê tên manîpulekirin. Her kesê ku dixwaze pay PKKê bimeşe divê vê rastiyê jî bibîne. Li Bakurê Kurdistanê destkeftiyên Kurdan sifr in, Rojava jî kirine hedefa dewleta Tirk. Îca ev PKKe dikare gele Şingalê birêve bibe. Divê derdorên Rojhilat ku keleha siyaseta netewî ya Kurdistanî ye, vê rastiya PKKê pir baş bibînin. Divê rê neyê dayîn ku PKKe Rojhilat jî bikşîne nava vê îflasê de.

Di encam de; Em ê encamên vê hilbijartinê hê bêtir nîqaş bikin. Ji bo manîpulekirina vê pêvajoyê, PKK wê gelek nîqaşan pêş bixîne, wê bêhtir xwe bispêre dewleta Îranê, wê banga yekîtiya neteweyî li Kurdan bike û wê ji gel re bi bêje berxwe bidin. Divê Kurd ne tenê li dijî siyaseta Erdogan a dij-Kurd, li hemberî siyaseta PKKê ya ku Kurdan bênasname dike û Kurdayetîyê pûç dike jî xwe amade bikin, bitêkoşin û neyên xapandin.

Pustên heman beş