Asayîşa PYD’ê 4 gerîla di zindanê de gullebaran kirin

Asayîşa PYD’ê 4 gerîla di zindanê de gullebaran kirin

Asayîşa PYD’ê 4 gerîlayên PKK’ê yên ku dixwastin ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bibin û xwe teslîmî Mîta Tirkiyê bikin li ser sînor desteser kirin û piştre ew di zindanê de gullebaran kirin.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, li roja 6/5/2023’an 4 gerîlayên PKK’ê ku dixwastin bi awayekî nihênî ji Hesekê derbasî Dêrkê bibin heya ku ji wir ber bi Tirkiyê ve herin û xwe teslîmî Mîta Tirkiyê bikin, li ser sînorê di nêvbera wilatê Tirkiyê û Rojava Kurdistanê ji aliyê çekdarên YPG’ê ve hatin desteserkirin.

Çavkaniyên Darka Mazî tekez kirin, piştî ku çekdarên ser bi YPG’ê ev 4 gerîla desteserkirin ji boy zindanên Asayîşa PYD’ê rewane kirin û piştre asayîşê lêpirsîn bi wan 4 gerîlayan re kir û piştî derbasbûna çend rojan her di meha 5 ya îsal de di zindana asayîşa PYD’ê ya li bajarokê Dêrkê ew gullebaran kirin û kuştin.

Çavkaniyên Darka Mazî her weha eşkere kirin, piştî ku ev 4 gerîla ji aliyê asayîşa PYD’ê ve tên gullebaran kirin û kuştin cenazeyê wan li sînorê nahiyeya Şedadîyê ya ser bi parêzgeha Hesekê ve hatîne bin ax kirin û PKK’e dixwaze di demên bihêt de wan weke şehîd ragehîne.

Darka Mazî nasnameya gerîlayên hatîne kuştin eşkere dike:

1-            Salih Ebdulla Çelîk, bi kodnavê Berxwedan Agir, navê dayîka wî Hisîne, ji şêniyên bajarokê Qiziltepe yê ser bi parêzgeha Mêrdînê ye.

2-            Botan Orhan Serdar, bi kodnavê Hakan Aydin, navê dayîka wî Seadet, ji bajarê Moşê ye.

3-            Erkan Temer Dekîr, bi kodnavê Cegerxwîn, navê dayîka wî Zaîde, ji parêzgeha Amedê ye.

4-            Serhed Ebdulrehman Dinlî, bi kodnavê Dilovan Cûdî, navê dayîka wî Xunav, ji parêzgeha Şirnexê.

Pustên heman beş