PKK’ê saziyek ji bo terorkirina dijberên xwe li Garey vekirî ye

PKK’ê saziyek ji bo terorkirina dijberên xwe li Garey vekirî ye

Rêxistina PKK’ê saziyek ji boy tasfiyekirina dijberên xwe û teror kirina kadroyên ku ji rêxistinê qut bûyn li çiyayê Gare yê li Başûrê Kurdistanê ava kirîye û Darka Mazî agahiyên herî nihênî derbarê wan bi dest xistine.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, rêxistina PKK’ê saziyeke pirr xeter li çiyayê Gare yê li parêzgehîya Duhokê ava kirîye, erka wê teror kirin û tasfiye kirina dijberên partiyê ye û her wiha kadro û gerîlayên ku refên rêxistinê bi cî hiştine û jê qut bûne.

Li gorî agahiyên destê me, kesên ku li vê saziya PKK’ê dixebitin, ji hêza taybet ya PKK’ê ne û erka wan teror kirina dijberên siyaseta rêxistinê ne û çekdarên PKK’ê yên ku xwe teslîmî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirî.

Pêgeha Darka Mazî tev agahiyên di derbara endamên vê saziya terorî ya PKK’ê bi dest xistine û wan haydar dike ger dev ji vî karê xwe yê dûr ji exlaq û çanda kurdî ber nedin wê nav û wêne û tev agahiyên din yên di derbara wan de di demekê nêz de parve bike û nasnameya wan ji gelê kurd re eşkere bike.

Pustên heman beş