Endamê damezrînerê PKK ê Dûran Kalkan di rojnameya Özgür Polîtîkayê ya PKK ê de meqaleyek nivîsand. Nivîsa Kalkan a ku tê de hilbijartinên Tirkiyeyê nirxandî, bi nasnavê Selahattîn Erdem hat weşandin. Kalkan bi vê nivîsê ve daxuyaniyên xwe yên pêvajoya hilbijartinê de kirî berevajî kir û got Kiliçdaroglu weke namzed xelet bû. Bangawazî li Demîrtaş kir ku xwe rexnedan bike.
Kalkan rexne li xwe negirt û got, “polîtîkaya me ya hilbijartinê rast bû”
Duran Kalkan di nivîsa xwe de destnîşan kir ku di hilbijartinê de du layen serkeftin e, Erdogan li Tirkiyê û YSP li Kurdistanê bi serketî ye.
Di dema hilbijartinê de HDP ê hem li bajarên Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê pirr deng winda kirine. Ger benda %10 nehatiba rakirin, YSP nikarîbû bikeve meclîsê. Herkesî rexne li destnîşan nekirina namzedekî cuda ji aliyê HDP-YSP ê ve Û tifaqa bi pêkhateyên çepên tirk re hatî kirin rexne dikir. Kalkan bertek nîşanî van rexneyan da û got ku polîtîkayên hilbijartinê rast in. Kalkan got, “Têgihiştin û hewldana yekbûna tevgera çep-sosyalîst a Tirk di nava tifaqeke hevpar de rast bû. Her wiha di dawiya dawîn de jî siyaseta piştgirîkirina namzetê tifaqa millet jî rast bû.” Bi vê helwesta Kalkan derket holê ku ew hemû rexneyên girseya HDP kirî PKK qebûl nake.
Kalkan: Yê ku di hilbijartinê de winda kiriye Kiliçdaroglu ye
Duran Kalkan, anî ziman ku berpirsê winda kirinê “Kiliçdaroglu û tifaqa millet e” Kalkan di nivîsa xwe de got; encamên hilbijartinê bi YSP ê ve negirêdayî ye berpirsên binketinê CHP û Kiliçdaroglu ne. Dewleta ku di qirkirin û şer de bi israr bû, ne amade bû serokomarî yê bide “Kiliçdaroglû yê ku Kurd, Elewî û Dêrsimî ye.”
Kalkan bang li Demirtaş kir ku xwe rexnekirine bike
Kalkan di dawiya nivîsa xwe de Demîrtaş weke “hûrgilî” bi nav kir û bi awayekî nerasterast got ku ew bi biryara Demîrtaş a “dest kêşan ji siyaseta aktîf” razî ne. Her wiha Kalkan got, “Di şert û mercên heyî de mecalê siyaset kirinê nemaye. Û heman dem de kalkan got “Demrîtaş ku niha ji siyaseta aktîf vekişî, lêbelê divê ew rexnedana kar û barên xwe yên berê bide” Ji bo xwerexnekirinê bang li Demîrtaş kir.
Axaftina Kalkan tê çi wateyê?
Çavkaniyên ku PKK ê ji nêz ve dişopînin, diyar dikin ku li gorî daxuyaniyên Kalkan û rêveberên PKK ê; “mîna ku para PKK ê di binketina Kurdan a di hilbijartinê de tune ye, tevgeriya.”
Çavdêrên siyasî diyar dikin ku PKK ji bilî xwe her kesî sûcdar dike û bang li hemû aliyên siyasî dike ku xwe rexne bikin, lê xwe weke “şîr” pak û sipî dibine.
Kalkan di nivîsa xwe de mîna her çar bangî gel kir ku li ber xwe bide.