Berpirsekî PKK’ê li Rojava Kurdistanê tecawizî keçeke 17 salî kir û ew ducanî kir, ji ber vê sedemê keçikê xwe kuşt.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, Welîd Feyaz Ebdî şêniyê gundê El-Qasmiyeyê ser bi bajarokê Kobanê û berpirsê rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya ser bi PYD’ê ve li başûrê bajarê Kobanê, tecawizî ser keçeke çekdar ya ser bi hêzên YPJ ya bi navê Mizgîn Behaedîn Hac Xelîl kiriye.
Çavkaniyên Darka Mazî tekez kirin, Mizgîn Behaedîn Hac Xelîl temen 17 salîye û bi sedema vê tecawizê ew keç ducanî bûye, ji ber vê yekê Mizgîn li roja 20/5/2023an di mala xwe bi rêya werîsekî xwe sêdare daye û dawî bi jiyana xwe aniye.
Çavkaniyên me her wiha tekez kirin, tevî ku piraniya kesukarên Mizgînê ser bi PKK’ê û PYD’ê ne jî û daxwaza radestkirina Welîd û kuştina wî kirine, lê belê heya niha PKK’ê û şaxa wê ya Rojava Kurdistanê PYD’ê ti lêpirsînek li himber vî berpirsê xwe nekiriye û ew siza nedaye, loma pêtrî 20 kesan ji kesukarên Mizgînê dev ji refên PYD’ê berdane.
Welîd Feyaz ‘bdî yek ji berpirsên rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger”e ku li başûrê bajarokê Kobanê roleke bala di xapandin û revandina zarokan bo nava refên YPG û YPJ de heye û bi sedan zarok di berjewendiya PKKê de revandine û bi zorê ew derbasî kampên çekdariya bi zorê kirine.