Berpirsekî Esaîb Ehlulheq kiristiyanekî Bertile gullebaran dike

Berpirsekî Esaîb Ehlulheq kiristiyanekî Bertile gullebaran dike

Berpirsekî Heşda Şebî hemulatîyekî kiristiyan yê navçeya Bertile gullebaran dike û di cîh de dikuje, piştî ku şeredevek di nêvbera wan de rûday.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, berpirsê mîlîşyayên Esaîb Ehlulheq yên li gundê Elî-Reş yê ser bi navçeya Bertile bi navê “Sabir Hesen Ebas Elmusewî”, li roja 27/5/2023ê destdirêjîya gulleyan kire ser hemwelatîyekî kiristiyan bi navê “Seid Mitî Silîwe” ku nîştecîhê Bertileye û di cîh de dawî bi jiyana wî anî.

Her wiha destnîşan kir, ev tewan piştî şeredevekê pêkhatîye ku di nêvbera berpirsê Esaîb Ehlulheq û wî hemulatiyê kiristiyan de çêbibû.

Li gorî agahiyên destê me, ev welatiyê ku bi gulleyan hatîye kuştin, ji nîştecîhên taxa Selam ya li Bertileyê ye.

Çavkaniyên “Darka Mazî” her weha eşkere kirin, piştî ku ev berpirsê Heşda Şebî welatiyê kiristiyan dikuje, direve û xwe winda dike û tevî ku saziyên ewlehiyê yên ser bi mîlîşyayên Heşda Şebî bi cîhê wî dizanin, lêbelê heya niha ew negirtiye û himberî dadgehê nekirî ye.

Mîlîşyayên Heşda Şebî bi awayekî berdewam stem û zoriyê û di derheq tev gelên Îraqê bi taybet kurd û kiristiyanan de dikin û ji ber gef û hereşeyên van mîlîşyayan jî wilatiyên kiristiyan neçar dibin cîh û warên xwe li başûr û naverasta Îraqê biterikînin û berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê, heya ku bikarin di keşeke guncaw û dûr ji zolim û zordariyê bijîn.

Pustên heman beş