Piştî hilbijartinên Parlamento û Serokomariyê yên di meha Gulanê de pêk hatin, ji aliyê raya giştî ve li dijî HDPê rexneyên mezin hatin kirin. HDPê hem deng winda kir û hem jî girseya xwe veguherand CHP ê, ya herî girîng jî ew cihê xwe yê di sîyasetê de kilîlk Kurdan winda kir. HDPê jî bi daxuyaniyekê têk çûna xwe qebûl kir. Gelê Bakurê Kurdistanê jî li ser wê yekê hemfikire ku stratejî û paradîgmaya giştî ya HDPê xelet e û çaverêya guhertineke radîkal heye. Bi taybetî jî girseya radîkal a HDPê ji vê rewşê nerehet e.
Di vê demê de endamên Konseya Rêveber a KCKê li pey hev daxuyanî dan û diyar kirin ku “xwerexnekirina radîkal wê çênebe, divê HDP di xeta Tirkbûnê de israr bike.” Yek ji van rêveberê PKKê û endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Qarasû ye.
Qarasû ku weke nûnerê herî xurt ê têgeha Tirkbûnê ya din ava PKKê tê naskirin, di axaftinên xwe de hemû rexneyên piştî hilbijartinê yên li dijî HDPê redkirin. Qarasû di axaftina xwe de got ku ev rexne ji aliyê PDK û MÎT ê ve tên kirin. Wî got ku HDP partiyeke Tirkiyê ye û ji xeta xwe ya damezrandinê gav şûnda na avêje.
Qarasû weke xwediyê HDPê axivî
Dema mirov li hevpeyvînê bi tevayî mêze bike, mirov dikare bibêje ku nirxandinên Qarasû ji bo sazî û kadroyên HDPê yên li Bakurê Kurdistanê weke talîmatekê tê girtin û nêrîna fermî ya PKKê temsîl dike.
Qarasû ji xwe di hemû nirxandinên xwe de mîna xwediyê HDPê axivî û hem di rexneyên xwe de hem jî di plansaziyên xwe yên pêşerojê de zimanê fermandayînê bi kar anî.
Mûstafa Qarasû bi gotina, “HDP encama têkoşîna me ya 50 salan e, ji têkoşîna me cuda nayê birêvebirin” dawî li têkoşîna îktîdarê ya klîkên nava HDPê jî anî û xwediyê rastî yê HDPê bi bîr xist. Di wateyekê de wî xwest Selahattin Demirtaş û hin derdorên wî jî bikşîne xetê.
Qarasû: HDPê di hilbijartinan de wenda nekir
Mûstefa Qarasû îdia kir ku HDP di hilbijartinan de winda nekiriye. Qarasû got, “Li Kurdistanê li gorî berê yek wekîl jî kêm nebûye. Wendabûna dengan a hindik jî tê fêmkirin… Wendabûna çend sed hezar dengan li vir nikare vê rastiyê bi awayekî din nîşan bide. Li ser vê yekê feraseta têkçûn divê nehê kirin. Ger ev yek bê kirin, pêwîst e li vir li mebestên nehezan bigerin”.
Mûstefa Qarasû di dirêjiya axaftina xwe de anî ziman ku li pişt rexneyên li ser siyaseta HDPê tên kirin PDK yî û Kurdên netewperest hene û îdia kir ku yên van rexneyan dikin jî girêdayî MIT ê ne.
Qarasû di berdewamiya axaftina xwe de bi hincetên cuda parastina encamên hilbijartinê kir û got, “Carekê nîvê kesên hatine hilbijartin jin in, ev yek ji hejmara wekîlên hatine hilbijartin bo me girîngtir e”.
Xeta Tirkbûnê xeta rast e
Piştî hilbijartinan Kurdan rexne li xeta siyasî ya HDPê kirin û gotin HDP ji fehma Kurdistanê dûr ketîye. Qarasû jî bal kişand ser van rexneyan. Wî rexneyên Kurdan red kirin. Qarasû diyar kir ku hêviyên guhertina bingeha HDPê pêk nayê û got, “Di bin navê rexneyê de li dijî felsefeya damezrîner, xeta îdeolojîk û siyasî ya HDPê êrîşeke mezin tê kirin”.
Qarasû xeta HDPê bi van gotinan parast: “Xeta HDPê û polîtîkayên ku dimeşand deng ji sedî 6,5 an derxist ji sedî 13,5 an. Tevî hemû polîtîkayên tasfiyeyê jî ev xet hêz û bandora xwe didomîne. Kêmasî û negihîştina encamên xwestî bi pirsgirêkên ne pratîzekirina xetê ye”.
Li gorî Qarasû û endamên PKKê tenê kêşeyên HDPê “têgihîştina xeta Rêbertî û pêknehatina pêdiviyên pratîkî” tê dîtin.
Qarasû di axaftina xwe de diyar kir ku tifaqên bi çepên Tirk re rast in û got, eger ev tifaq nebûya HDPê benda ji sedî 10 derbas nedikir û got, “Tifaqa çep bi HDPê da qazançkirin. bêyî tifaqa çep HDP nikarîbû bikeve meclîsê”. Her wiha Qarasû got, “Ev demeke dirêj e em piştgiriyê didin namzetên Tirk ên çepgir û sosyalîst.” Li hemberî kesên ku tifaqa bi çepgiran re rexne dikin jî wiha bersiv da, “Dixwazin HDP bibe PDK”. Lê belê rêjeya dengên giştî yên tifaqên çep ên nava HDPê de têra derxistina wekîlekî jî nake. Li gel vê rastîyê jî HDP li ser dengên Kurdan ji her partiyekê re du kotayan zêdetir dide wan. Heta navên wek Sezaî Temellî jî ji Kurdistanê tên hilbijartin.
Qarasû got ku piştgirîkirina Kiliçdaroglu rast e û di hilbijartinên berê yên şaredariyan de jî dengdana berbijêrên CHPê rast bû.
HDP ne partiyeke Kurda ye
Qarasû di gelek beşên axaftina xwe de got “HDP ne partiyeke Kurda ye” û wiha pê de çû, “Ne partiyeke neteweperest e. Bi rastî jî hinek dixwazin HDPê ji xeta têkoşîna me ya 50 salî biqetînin û bikşînin ser xeta neteweperest a ku Kurd” Her wiha Qarasû di axaftina xwe de got ku HDP li gorî paradîgmaya dij-netew-dewletê ya Serok APO hatiye avakirin.
Qarasû di axaftina xwe de xaleke pir balkêş jî anî ziman û îfadeyeke ku Kurdan parçe dike bi kar anî. “Kurdayetiyeke azad a ku navenda wê îro Amed e, bi bikaranîna Kurdayetiya di nava PDKê de tê xwestin Kurdayetîya Amedê ya azad bê tasfiyekirin. Êrîş li ser Kurdayetiya Amedê tê kirin”.
Qarasû bi vî rengî xeteke ku yêkîtîya civakî ya Kurd parçe dike, şopand. Gelo Qarasû behsa çi azadîya Amedê dike ku hêj çi Kurdan jî, nebihîstî ye.
Bi fermana rayedarên mîna Qarasû pêşî li Pêvajoya rexnekirinê jî hat girtin
Daxuyaniyên Qarasu weke nêrîna fermî yên PKKê tê dîtin. Ji ber vê yekê dê çend kes ji siyasetê bên derxistin. Qarasû di axaftina xwe de diyar kir ku biryara vekişîna Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ya ji hevserokî rast e û ev nav dê bên guhertin. Lê HDP xeta xwe naguhere. Di encamê de daxuyaniya ku di dawiya pêvajoya xwerexnekirinê de ji raya giştî re hat dayîn û bi hezaran hilbijêrên HDPê bi rojan li benda wê ne ev e: “Me xeta Serok Apo fêm nekir, me xeta partiyê pêk neanî”.
Di rastiyê de sedema ku Qarasu ewqasî xeta HDPê diparêze, tê wateya parastina xeta Ocalan û PKKê. Bi her awayî HDPê ji bilî talîmatên PKKê nikarîbû biryarek din bigire. Rêveberên HDP memûrên PKKê ne û Ji destpêkê ve bi talîmatên wê tê rêvebirin. Derketina ji xeta Tirkbûnê ya HDPê tê wateya terikandina xeta Îmraliyê û ya PKKê.
PKK dê çend restorasyonên biçûk bike, belkî yek-du rûyên Kurdistanî, yek-du rûyên îslamî ve dê bixwaze îmaja HPDê nûke. Lê wê ji vê zêdetir nebe û windakirina siyaseta Kurd di şexsê HDPê de wê li Bakurê Kurdistanê dewam bike.
Qarasû di axaftina xwe de navê Selahattin Demirtaş neyna ziman û qed behsa wê dirûşma “îdam bo Demirtaş” nekir. Bi vê helwesta Qarasû tê dîtin ku PKKe dê Selahattîn Demrîtaş ji sîyasetê derxe û dê nava HDPê de serwerîya xwe ji nûve saz bike.
Bi îhtîmaleke mezin axaftinên Qarasû xeta sereke ya PKKê diyar kir. Ji neha û pêve hemû rêveberên PKKê dê vê çercovê de biaxivin. HDP jî dê li Bakur heman tiştî bibêje. Bi van fermanên Qarasû-PKKê, pêvajoya xwerexnekirina HDPê hê despê nekirî, bi dawî bû.