Pêşanderî ya gerîla û lîstikên birçîbûnê yên PKK ê

Wezareta Parastina Tirkiyê di 4 ê Hezîranê de dîmenên 3 gerîlayên ku di nav wan de jinek ji şikeftekê derketibûn û dîl hatibûn girtin belav kiribû. Bi rastî, ji ber ku dilê me rê neda girtina zarokên Kurd, loma jî me ev nûçe belav nekir. Piştre jî di 9 ê Hezîranê de nûçeyek din li ser van gerîlayan hat weşandin. Li gorî vê, di tunela ku 3 gerîlayên ku yek ji wan jin bû de, ji ber birçî bûnê roviyên wan qûl bûne. Dilê me ba negirt em van wêneyên dilşewat parvekin. Di wêneyan de her sê gerîla hestî çerm ma bûn. Em li bendê bûn ku kesek tiştek bêje.

HPG ê da zanîn ku gêrîlaya jin a bi navê Gulîstan Gulmez (Sarîna) a di sala 1996 an de ji dayik bûye, li herêma Zapê di pevçûnekê de dîl hatiye girtin û li Wanê ji meîde û rûvî emeliyat bûye û bavê wê di 8 ê Hezîranê de çûye serdana wê. Piştî çend rojan hat ragihandin ku gerîlayek jin û gêrîlayekî bi navê Hesen Remzî (Xabur) ê ji Efrînê jî dîl hatine girtin û agahî ji wan nayê girtin. Tê texmînkirin ku ev sê kes ew in yên  ku ji aliyê Wezareta Parastina Tirkiyeyê ve hatine parvekirin in.

Bi rastî jî mirov naxwaze li rewşa ku ciwanên Kurd ketine binivîse û bifikire. Lê piştî van bûyeran me hevpeyvîna dawî ya Fermandarê HPG ê Murat Qarayilan dît ku tê de dibêje “Me artêşa Tirk li Zapê binxist, nikare hereket bike gasê mane, em ber bi serkeftinê ve diçin” pişrî me ev axivtinên Qereyilan bihîstî “Lîstikên Birçîbûnê” hat bîra mirov.

Lîstikên birçîbûnê û civakê pêşander

Lîstikên Birçîbûnê navê pirtûka sê beşî ya nivîskara Amerîkî Suzanne Collins e ku li ser welatekî piştî-qîyametê yê bi navê Panem e. Navê wê yê orjînal “Lîstikên Birçîbûnê” ye. Fîlma vê pirtûkê hatîye çêkirin. Fîlmê gelek dîyarî wergirtin û rekorên temaşekirinê şikand. Felsefeya di pirtûkê de hê jî tê nîqaşkirin.

Di pirtûkê de jiyana feqîrên li 12 herêmên cuda dijîn û ya dewlemendên li paytext Capitolê tê vegotin. Ew ji hêla dîktatorek bi navê Panem Show ve tê rêvebirin. Show rêyek dît ku hem 12 navçeyên belengaz û hem jî dewlemendiya Kapîtolê di dest xwe de bihêle: temaşe,mehkûmî û tirs.

Her sal ji van 12 hoz an keçek û xortek ku temenê wan di navbera 12 û 18 salî de ye, bi qure têne hilbijartin. Li cihekî taybet tên hiştin û ji wan tê xwestin ku ew hevdu bikujin. Şer heta yek kes bimîne dewam dike. Eşîra ku ewkesêsax mayî dê di seranserê salê de bigihîje xwarinê. Û ev hemû cînayet ji aliyê gel ve zindî li ser ekranê tên temaşekirin. Ji bo ku dewlemendiya Kapîtolê wenda nebe, dewletên feqîr dibin beşek ji vê şanoyê, ji ber ku ji wan “tirs” tê kirin da ku salek din jî birçî nemînin. Her kes pêdiviya xwe bi dîktatorekî dibîne. Dîmena mirina van ciwanan pîrozî û tirsê dide sîstemê. Dema ku her kes bi kişandina li dû vê pêşandana mirinê a pîroz re mijûl dibe, li pişt vê pergalek îstîsmarê tê meşandin heye.

Gerîlayê Pêşander yê PKK ê ne ji bo têkbirina dijmin, tenê ji bo parastina partîya xwe û komkirina gel li dora xwe ye.

Gerîlaya xwepêşander ne ji bo têkbirina dijmin, ji bo têkbirina Kurdan e

Ew ciwanên ku di mirin rê didin dîktator Show û sîstemê wî.

Li vir, şerê gerîla yê PKK ê jî mîna listika birçîbûnê ya pêşanderî-mirinê ye. Gerîlayê PKK gerîlayê pêşandanê ye. Gerîlatiya PKK ne ew e ku derbeyekê li dewleta tirk bixin, dijmin ji welat derbixin, ji bo ku ew bi leşkerî mafên kurdan bistînin, lê ew e ku kurdan li dora sîstema PKK ê bicivîne û wan mehkûmî PKK ê bike. Hejmara stranên ku li ser gerîla nivîsandine ji hejmara çalakîyên gerîla zêdetir e. Wêneyê gêrîlayên jin ên ciwan û bedew bi awayekî ji civaka Kurd re tê pêşkêşkirin. Gerîlatîya PKK ê tenê ji bo veşartina rastîyê ye.

Her cara ku em rastiya PKK ê, damezrinêrê wê, jiyana rêveberî û rêveberên wê û pergala ku wan ava kirine ji bo Kurdan tiştek destnaxe. Li hemberî me cenazeyên ciwan ên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane tê nîşandan. Ji ber ku zarokên Kurdan dimirin PKK dikare bi dehan xiyanet û têkiliyên xwe yên qirêj veşêre.

Serokê ku digot gerîlayê xwe li ber xwe bide û ew bi xwe jî teslîm bûyî: Ocalan

Evdial Ocalan piştî ku bi salan ji her kesî re got, “Berxwedan jiyan e, teslîmiyet îxanete” piştî ku hat girtin wî got, “Ez dixwazim xizmetê ji dewletê re bikim”. Dema gerîlayên 17-18 salî ketin destê dijmin, ji ber ku pîçek agahî danî dewletî xayîn hatin destnîşan kirin. Lê Ocalan di îtîrafên xwe de her tişt li ser rêxistin û rêveberîya xwe got. Ocelan ji dewleta tirk re got, “Bi dizî piştgirî bidin me, em Hewlerê bistinîn, nehêlin Barzanî û Talabanî bibin dewlet.” Lê qasî hinde xizmet ji dijmin re kîrî ye jî em nikarin îspat bikin ku Ocalan xayîn e, ji ber ku ewdibêje “hezaran mirov xwe ji bom in dişewitînin”. Xîyaneta Ocelan bi sîstema gerîla-Şehîtû mirinê tê veşartin.

Murad Qarayilan fermandarekî binketî ye. Di salên 90 î de Qerayilan li ser hespê xwe, li zozanên Faraşînê,Besta û Gabar digerîya. Heftenîn, Xaxûrk, geliyê Zapê hemû eyaletên bakûr di bin fermandariya wî de radestî dewleta Tirk kirin, lê ji ber ku gerîla dimire, dîsa jî ew dibêje, “Me serkeftin bi dest xist, me dewleta Tirk asteng kir”. Sedema ku Murad Qarayilan dijîyê û di televîzyonan de tê guhdarkirin, gerîlatiya pêşanderî ye.

Heman gerîllayê pêşander bûye sedem ku Mustafa Qarasuyê ku di jiyana xwe de yek guleyek jî neavêtiye dijmin, Cemîl Bayik, Sozdar Avesta hê jî xwe weke rêberên Kurdan dibinin.

PKK li ser cenazeyên gerîlayan hew qas tasarûf dike ku pêwendîyên xwe yên bi heşda şabî re, bi îtlaata Îranê re û firotina Efrînê vedişêre.

Pêşandan berdewam e

Taybetmendiya herî balkêş a pirtûka Lîstikên Birçîbûnê ew e ku gelê Panemê bi zindî li ser ekranên mezin li şerê mirinê yê ciwanan xwe temaşe dikir. her kesê ku bindest û serdest, mirina van zarokan wek dînan li çepikan dide û wek tîmeke futbolê xwe alîgirî dikir. Gelê derdora PKK ê jî weke gelê Panemê ye. Ew bû beşek ji lîstikê, û ji mirinê hêvî dikin. Di mîhrîcana PKK ê ya ku par li Ewropayê hat lidarxistin de ew pêlavên gerîlayên ya mezin jî ev bû. Bi taybetî Kurdên Bakur bi mirina gerîla re hatine êsîr girtin.

Siyasetmedarê legal yê Bakurê Kurdistanê Ehmet Tirk, Perwîn Buldan,Sirrî Sureyya Obder dizane ku ger gerîlayek pêşander nebe, gel dengê xwe nade wan. Ji ber ku nanê gerîlatiya pêşandanê dixwin loma jî dengê xwe nakin.

Heta malbatên gerîlayên şehîd jî dengê xwe nakin. Yên xwedî niyeta herî baş ji aliyê derûnî ve bûne mexdûrên vê xwepêşandanê, li bendê ne ku mirin rizgariyê bînin. Ew ji mirinê sûd werdigirin. Ger zarokên wan ên ku bûne mexdûrên gerîllatiya pêşanderî û ew bimirin, wê demê ji wan re dibêjin “malbatên nirx”. Ew ê carna bibin namzet, dema ku biçin ofîsên HDP ê dê bi hurmetek zêdetir tên pêşwazîkirin. Bav û bira hene ku ji mirina zarokên xwe rantê dixin nav refên PKK ê da cihekê peyda bikin, hurmetê nîşan bidin û karekî bi dest bixin.

Li Zapê ku 45 sal bû di bin kontrola PKK ê de bû, 3 gerîla ji birçîna dimirin, roviyên wan qul dibin û xwe radestî Tirkan dikin. Lê Qarayilan dibêje “me serkeftin bi dest xist”. Alîgirên PKK ê li ser twitterê we di axivin mirov di bêje qey wan li Zapê şer kirîye.  Xebatkarên çapemeniyê wê jî li ser ekranê bi kêfxweşiyeke mezin van mirinan pêşkêşî raya giştî dikin. Xelk wek dînan matmayî temaşe dike, lê Ciwan dimirin û lîstik berdewam dike.

Pustên heman beş