YPG’ê 3 çekdarên xwe bi sûça sîxurîkirina ji Mîtî re desteser kir

YPG’ê 3 endamên xwe bi sûça sîxurîkirina ji Mîtî re desteser kir

Dije Terora YPG’ê li sînorê bajarokê Til Temer yê ser bi parêzgeha Hesekê li Rojava Kurdistanê 3 endamên xwe ku yek ji wan kadroyekî PKK’ê ye bi sûça sîxurîkirina ji mîta Tirkiyê re desteser kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, Dije Terora YPG’ê li roja 25/5/2023an kadroyekî PKK’ê yê bi navê Şiyar Amed ku ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye û berpirsê cebilxaneya hêzên Sûriyeya Demokratîk li sînorê bajarokê Til Temer yê ser bi parêzgeha Hesekê ye bi du çekdarên din re desteser kiriye.

Çavkaniyên Darka Mazî tekez kirin, Dije Terora YPG’ê bi tometa vê yekê ku Şiyar Amed têkilî bi Mîta Tirkiyê re danîne û agahî û GPS bingeh û baregehên hêzên Sûriyeya Demokratîk bi Mîtê dane desteser kiriye, tevî ku du çekdarên din jî ligel vî kadroyê PKK’ê ji aliyê Dije Terora YPG’ê hatine desteserkirin, lê heya niha navê wan nehatîne eşkere kirin.

Pustên heman beş