Eşkerebûna têkiliyên seksî yên berpirs û rayedarên rêxistina PKK’ê berdewame, herî dawî melefa Rojhat Tatwan yê berpirsê asayîşa rojava bi dest pêgeha Darka Mazî ketîye, vî Rayedarê PKK’ê têkiliyên seksî bi çendîn keç û jinan re danîne, ji wan jî berpirsa asayîşa Kantona Cizîrê, her weha pêş niha kadroyeka din a PKK’ê li çiya du canî kiriye.
Yek ji kadroyên PKK’ê ku li sala 1989an tevlî refên vê partiyê bûye, li sala 2002an keçe gerîlayekê du canî dike, piştre dema li sala 2014an ji aliyê PKK’ê ve ji bo Rojava Kurdistanê tê şandin, li wir jî dev ji van karên xwe ber nade û têkiliyên seksî bi hejmarek keç û jinên din re jî çêdike.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, Rojhat Tatwan yê berpirsê Asayîşa Rojava Kurdistanê têkiliyên seksî bi Nalîn Wan re ku berpirsa asayîşa Kantona Cizîrê ye danîne.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kirin, piştî eşkerebûna vê mijarê Nalîn Wan ji boy navçeya Şehbayê tê veguhestin, piştre li havîna sala 2022an ji boy bajarê Silêmaniyê tê şandin daku derbasî çiya bibe, lê belê ji ber ku Rojhat Tatwan kesekî nêzî Mezlûm Ebdî ye ti lêpirsîn bi wî re nehatiye kirin û ti sizayek bi wî nehatiye dayîn.
Çavkaniyên Darka Mazî tekez kirin, li sala 2002an jî Rojhat Tatwan li navçeya Garzan keçe gerîlayeka bi navê Asmîn du canî kirbû, lê PKK’ê bi ti awa ew ceza nekiribû.