Îstixbarata PKK bi darê zorê pereyan ji gundiyan distîne

Îstixbarata PKK bi darê zorê pereyan ji gundiyan distîne

Çekdarên PKK, careke din dest bi komkirina pereyan kirine û bi darê zorê pereyan ji şêniyên gundên Başûrê Kurdistanê distînin, herî dawî du milyon dînar ji hemwelatîyekî stendin û îşkence jî li wî kirine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, li dawîya meha gulana îsal 2023an asayîşa Partiya Karkeran û endamê Îstixbarata partiyê yê bi navê (Hisên) hemwilatiyekî gundê Êndize yê girêdayî bajarokê Sengeser li sînorê parêzgehîya Silêmaniyê, bi hinceta ku pezê wî çûye nava pawanê gundê Memkan desteser kirine.

Destnîşan kirin, ev hemwilatî ji hêla Îstixbarata PKK hatiye îşkence kirin û piştre 2 milyon dînar pere ji wî stendine.

Li gorî agahiyên destê me, (Hisên) ku endamê Îstixbarata Partiya Karkeran û berpirsê beşa civakî ya rêxistinê ye li gundê Êndize, ji wan pereyên ku ji Hisên stendine, 800 hezar dînar ji xwe re hilgirtine û milyonek û 200 hezar jî ji boy rêveberiya PKK’ê şandine.

Tewanên PKK li Başûrê Kurdistanê bi dawî nabin, ev partî hatîye gundên vê perçeya azad ya Kurdistanê wêran bike, bacê ji gundiyan distîne, zarok û ciwanan di revîne û bi sûça sîxortiyê wan dikuje û dibêje ev yêk berxwedana me ye.

Pustên heman beş