Îstixbarata PYD’ê sê çekdarên YPGê bi sûça sîxuriyê gullebaran kirin

Îstixbarata PYD’ê sê çekdarên YPGê bi sûça sîxuriyê gullebaran kirin

Îstixbarata PYD’ê li Rojavayê Kurdistanê 3 çekdarên ser bi YPGê ve ku bi esla xwe Ereb in bi behaneya sîxurîkirina ji dewleta Tirkiyê re gullebaran kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, sê çekdarên ser bi YPGê ve ku bi esla xwe şêniyên Hesekê ne û di nava refên YPGê de çekdar bûne li nahiya Şedadiyê ya ser bi Hesekê ve li meha 3 ya îsal 2023an ji aliyê îstixbarata PYDê ve hatbûn desteserkirin û zindankirin.

Çavkaniyên Darka Mazî her weha eşkere kirin, ev sê çekdarên YPGê di zindana Dêrkê de bi sûça hebûna têkiliyan û pêdana agahiyan bi Mîta Tirkiyê hatbûn desteserkirin, lê belê di meha 5/2023an de bêy dadgehkirina wan ji aliyê kadroyekî ser bi PKK’ê ve hatine gullebaran kirin û kuştin û cenazeyên wan li sînorê nahiya Şedadiyê ya ser bi parêzgeha Hesekê ve hatine veşartin.

Navên 3 çekdarên ku hatine kuştin bi vî awa ne:

1-            Îbrahîm Hisîn Ferhan: ji dayik bûn 1996, navê dayikê Fesle, ji bajarê Hesekê.

2-            Ehmed Ebdulrehman Silo: ji dayik bûn 1989, navê dayikê Amîna, ji bajarê Hesekê.

3-            Elay Îsmaîl Elbedî: ji dayik bûn 1995, navê dayikê Cimeyre, ji bajarê Hesekê.

Ev di demekî de ye ku pêş niha jî, dije terora YPGê li sînorê bajarokê Til Temer yê ser bi parêzgeha Hesekê li rojava kurdistanê 3 endamên xwe ku yek ji wan kadroyekî PKK’ê bû bi sûça sîxurîkirina ji Mîta Tirkiyê re desteser kirbûn û ew kuştibûn.

Pustên heman beş