3 melefên din ji têkiliyên seksî yên di nêvbera kadroyên PKK’ê de îfşa dibin

3 melefên din ji têkiliyên seksî yên di nêvbera kadroyên PKK’ê de îfşa dibin

Têkiliyên seksî yên di nêvbera kadroyên PKK’ê li rojava kurdistanê bê navber berdewam dikin, PKKe heya niha nekariye bi t awa çareseriyekî ji vê rewşê re bibîne, herî dawî jî 3 melefên din yên têkiliyên seksî yên di nêvbera kadroyên PKKê de eşkere bûne.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, melefên girêdayî têkiliyên seksî yên di nêvbera kadroyên PKKê li rojava kurdistanê bi taybet ew kadroyên di nava asayîşa PYD’ê de ne ewqas zêde û dubare bûne ku ger rojek derbas bibe û gel li ser çendîn melefên bi vî awa nîqaşê bi hev re nekin, bi tiştekî pir ecêb dizanin.

Di vê derbarê de herî dawî têkiliyên seksî yên di nêvbera du kadroyên PKKê yên di asayîşa PYD’ê de kar dikin îfşa bûne, li gor agahiyên bi dest pêgeha Darka Mazî ketîn, Sozdar Dêrk û Bawer Karlova ku di nava asayîşa PYD’ê de kar dikin, têkiliyên seksî bi hevre hebûne û paş eşkerebûna van karên wan, refên asayîşê bi cî dihêlin û dûv re li sala 2021an Bawer Karlova derbasî Başûrê Kurdistanê dibe.

Çavkaniyên Darka Mazî her weha eşkere kirin, berpirseka PKKê ya bi navê Sînor Sine ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye û niha li Rojava Kurdistanê li bajarê Hesekê Eyalet Komtan e, têkiliyên seksî bi kesekî bi navê Çeko Efrîn re hebûne û ji ber vê yekê di sala 2015 de ducanî bûye, piştî Zaroka wê ji dayik dibe, zarok ji bo kampa Mexmûrê tê şandin û li wir teslîmî malbateke Apoçî tê kirin, pişt re Çeko di şerê li dijî DAIŞê de tê kuştin.

Her weha kadroyekî din yê bi navê Botan Batman endamê asayîşa Tirbespyê bi Bêrîtan Ruha re ku Endama Kongra Starê yê li Tirbespyê têkiliyên seksî hene.

Pustên heman beş