Daxuyaniya dijî Lozanê ya YNK û Bafil Talebanî nikare wan paqiş bike?

Daxuyaniya dijî Lozanê ya YNK û Bafil Talebanî nikare wan paqiş bike?

Serokê Giştî yê YNK ê Bafil Talebanî bi boneya sedsaliya Konferansa Lozanê pir aktif daxuyaniyên dide. Bafil Talebanî destpêkê peyamek ji kombûna li ser Lozanê ya li Hesekê ya Rojava re şand. Payre jî li ser navê xwe peyamek weşand.

Bafil Talebanî, di peyama xwe ya bi boneya sedsala Lozanê de got, em nakokiyan li aliyekî bihêlin û ji bo Kurdistaneke mezin bixebitin. Heke em kesayetiya Bafil Talabanî bidîn alîyekê, nivîsa ku hatiye weşandin bi awayekî mentiqî û realîst bû. Lê îmzeya Bafil Talabanî ya li binê ravekirinê yekser nêrîna me ya li ser nivîsê diguhere. Gelo çi ma?

  Ji ber ku serokê niha yê YNK ê Bafil Talebanî serokê wê koma xiyanetkar e ku di 17 ê Cotmeha 2017 ê de beşdarî dagîrkirina Kerkûkê bû.

Ji ber ku şirîkê êrîşên dewleta Iraqê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê ye.

Ji ber ku şirîkê projeyên dewleta Iraqê ya ku dixweze Şengal ji Herêma Kurdistanê veqetîne û bi Bexdayê ve were girêdan.

Ji ber ku ew kes e ku di partîya wî de wî rexne dikin wan dikuje û dijî wan komploya çêdike.

Ji ber ku ew kes e ku ji bo berjewendiyên xwe yên madî dest li dahata gumrika Silêmaniyê digire û dest datîne ser ax û zeviyên xelkê.

Bi kurtî, Bafil Talebanî ew kes e yê ku ewqas zirar daye Kurdistanê. Li aliyê din ji bo me “kiryar girînge, ne gotin”. Em li xebata Bafil Talebanî dinêrin û mixabin ji bilî kiryarên ku heta niha zirarê didin Kurdistanê, tiştekî din nabînin. Bafil Talebanî û partiya wî YNK, bi hestên dînatî, berjewendîyên şexsî û koplugerî zirarê didin Silêmanîyê û tevayî herêma Kurdistanê.

Bafil Talebanî û YNK hewldidin ku ew çiqê lê siwar bûyîn bibirin. Destê xwe dixin nava her destê ku êrîşî Herêma Kurdistanê bike. Her çiqas Bafil Talabanî hezar carî Lozanê şermezar bike jî bê wate û feyde ye.

Şermezarkirina Lozanê bi qasî zirara ku Bafil Talabanî di van 6 salên dawî de li Kurdistanê kirî, nîne. Bafil Talebanî behsa avakirina Kurdistana mezin dike, lê dixwaze Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê ku kurdan bi zehmetî, bi xwîn û can ava kirine, veqetîne û bixe ser Iraqê. Bafil bi kesên ku êrîşî statûya Herêma Kurdistanê dikin re hevalbendî dike û payre behsa Kurdistana mezin dike?  Bafil û ev pêkhate ancax dikarin Lozanê ji xwe re wek maske bikar bînin. Ya ku Bafil Talabanî dike jî eve.

Divê demildest bê zanîn ku ne tenê Bafil Talabanî Lozanê wek maske bikar tîne, PKK heman sextekarî dike. Jixwe, mîmarê fikra bikaranîna Lozanê wek maske PKK ye. PKK ê YNK a ku di hemû mijaran de weke hevpar dibîne, xiste nava vê “şanoya dijberiya Lozanê”. Bi rastî li ortê şanoyek heye.

Dijberiya PKK ê ya Lozanê û gotina wê ya “Em ê Lozanê têk bibin” û ji bo vê jî lidarxistina konferansan bi qasî nobedarêîya rûvî ya mirîşka ye. Ji ber ku PKK berhema Lozanê ye. PKK garantorê Lozanê ye. Em vê nabêjin, PKK bixwe dibêje, di pirtûkên Evdila Ocalan de tê gotin.

Bo mînak; Evdila Ocalan, peymana Sevr ê weke peymaneke metirsîdar a ku zirarê dide Rojhilata Navîn bi nav dike û di 10 ê Kanûna 2008 an de got: “Kurdno, em peymana Sewr ê qebûl nakin. Em dixwazin Lozana xwe ava bikin û nûjen bikin.” Divê em Lozana Duyemîn bi nûjenkirina Lozanê bidin jîyandin. Bi vî awayî misaqa millî berfirehbikin.”

Peymana Sêvr ê peymanek bû ku mafê dewletbûna kurdan parastibû. Peymana Lozanê ya ku Kurdistan kirîye parçe, piştî hilweşandina peymana Sewr ê hat çêkirin. Ocalan dijberiya Sevrê dike. Ocalan di pirtûkên xwe yên bi hezaran rûpelî de nabêje;  “Ez li dijî Lozanê me, Lozanê zerar daye Kurdan”. Ocalan dibêje, “Divê Lozana Civakî bê kirin, Lozanê zirar daye biratiya Kurd û Tirkan”. Hûn di pirtûkên Ocelan de tu dijberîyekî wî ya hemberî Misaqi Millî a Tirk nabînin Ocelan bi dilsozî xelayên Tirkan yên Mîsaqa Millî diparêze. Ocalan û partîya wî PKK ku piştgirîya Lozanê û piştgirîya Misaqa Millî dike nikare li hember Lozanê bisekinin. Ocelan Û PKK dibêjin em sînorên Lozanê çêkirî naguherîn.

Ocalan li Îmraliyê ji efserê tirk Hesen Atîlla Ugur re gotibû, “Were em Hewlerê bihevre bigirîn, bi dizî piştgirî bidin me”. Ocalanê ku bi dewleta tirk re peymana “dagirkirina Hewlerê” çêkir û Bafil Talabanî ku bi Bexdayê re ji bo dagirkirina Kerkûkê peyman çêkir, wê çawa dijî Lozanê bisekinin? PKK û Bafil weke bermahîyên Lozanê tevdigerin.

Ji bo vê jî divê rewşenbîr û nijadperwerên Kurd li hemberî hemû got-gotkên PKK û YNK ê yên bi navê “Lozan” helwest bigirin. Bila her du layenên sîyasî li rabirdûya xwe binerin.

Bafil Talebanî hezar cara peyaman li dijî Lozanê belavbike jî rastîya wî ya hevalbendîya projeya Lozanê naguhere. Loma jî em dibêjin “Bafil Talebanî û hevrêyên wî nikarin Lozanê têk bibin ew bi xwe garantorên Lozanê ne”. PKK hezar carî gotarên dijberiya Lozanê belav bike, konferansan li dar bixe, li ser medyaya xwe weşanê bike jî, ya rast ew e ku “PKK ne li dijî Lozanê ye, PKK garantorê Lozanê ye” PKK Nobedarê sînorên Lozan ê ye.

Pustên heman beş