Daxuyaniya Sebrî Ok a serincrakêş: Nameyên gefxwarinê ji Rêberê me re têne şandin

Yek ji rêveberên PKK ê û endamê Konseya Rêveber a KCK ê Sabrî Ok, tevlî bernameya Stêrk TV bû. Ok di axaftina xwe de rewşa Evdila Ocalan a li Îmraliyê nirxand.

Nakokîyên di axaftina Sabrî Ok de wî îdia kir ku tecrîdeke mezin li ser Ocalan heye û ev bang kir; “Çawa ku Fransî derketin kolanan divê Kurd ji bo Ocalan jî dakevin qadan” di nava vê bangawazîya Sebrî Ok de nakokîyên berbiçav hene

PKK ê ji kîve ev agahî girtin?

Nakokîyên di axaftina Sabrî Ok heyî ji balkêş bûn.

Ok di axaftina xwe de ewil got ku 28 meh in bi Evdila Ocalan re hevdîtin pêk nehatîye. Di cih de li ser Ocalan agahiyên nû belavkirin. Sabrî Ok bal kişand ser van gotinan: “Ji aliyê dewleta dagirker û rêveberiya Îmraliyê ve nameyên bênav û navnîşan ji Rêber Apo re hatine şandin. Di wan nameyan de ji Rêber Apo re tê gotin, “Em ê jehreke wisa bidin te ku tu bi wê jehrê bimirî. Ew kêzikên ku cesedê te bixwin jî dê bi wê jehrê bimirin.” Dîsa di nameyan de hatîye gotin; ‘Hûn ê hay lê nebin lê hûnê roj bi roj bimirin,’.

Daxuyanîyên Sabrî Ok di nav kurdan de bû mijara nîqaşê. Raya giştî dipirse eger hevdîtin bi Ocalan re nebe, Sabrî Ok ev agahî ji ku girtiye?

Ji sala 1999 an û vir ve PKK gelek daxuyaniyên weke “Li Îmraliyê tecrîd heye, agahî ji rêveberiya me nîne, îşkence li Rêbertiya me tê kirin, rêveberiya me tê jehrî kirin” dide. Bi demê re derket holê ku ev hemû agahî derew in, Ocelan nehatî ye jehrî kirin û têkiliya wî bi rêxistina wî re qet qut nebûye.

Mînak di 24 ê Adara 2018 an de, çend roj piştî vekişîna hêzên PKK ê ji Efrînê û ji aliyê Tirkiyê ve hat dagîrkirin. Pkk ê daxuyaniyek da û got: “Di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de hevpeymaniyeke stratejîk hatiye çêkirin. Ji bo rawestandina berxwedana Efrînê weke heyet çûne Îmraliyê.” Tê zanîn ku ev agahî tenê bi rêya kanala dewletê dikare bigihêje PKK ê.

Hat zanîn ku di navbera salên 2010-2012 an de dema dihat gotin ku li Îmraliyê tecrîd heye, rayedarên PKK ê û mît ê hevdîtin pêk di anîn û ji Îmraliyê rojane name bo Qendîlê rêdirkirin.

Her wiha Sabrî Ok kesekî pirr girîng e ji ber ku Ok ew kes e ku Evdila Ocalan jê re digot ” Sebrî nûnerê min ê Tirkiyeyê”. Dema ku Ocalan li Îmraliyê bû, gelek caran çû bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Sabrî Ok ji alîyê Mît ê ve jî weke kesekî pêbawer tê peşirandin û bênavber pê re têkildartin. Ya rastî ji Sabrî Ok re dibêjin “mirovê MÎT ê yê din ava PKK ê de”.

Her wiha tê zanîn ku Sabrî Ok di sala 2017 an de derbasî Rojava bûye û li wir jî bi Mît ê re hevdîtin pêk aniye.

Ji ber vê sedemê tê fikirîn ku nakokiya di gotinên Sebrî Ok de ne xeletiyekî telafuzê ye. Wisa dixuye ku dîsa di navbera PKK û dewleta Tirk de trafîka hevdîtinan didome. Lê vê carê ji raya giştî tê veşartin.

Pustên heman beş