PKKê Muslîm Erdal ê xelkê Çelê ku li Şemzînanê revandibû li Hesekê înfaz kir

PKK--Muslîm-Erdal-info

Hat diyarkirin Muslîm Erdal ê ku di 5 ê Cotmeha 2017 an de li gundê Wargenima (Çobanpinar) ya ser bi Şemzînanê ve dema çêkirina rêkê de ji hela PKKê ve hatibû revandin. PKKê Muslîm Erdal bire Rojava û piştre jî li wir înfazkir.

Muslîm Erdal ji gundê Bîyadir (Narli) yê ser bajarokê Çelê (Çukurca) ve bû. Dema hat revandin 42 salî bû. Bavê 6 zarokan bû, zarokên wî yê mezin 12 salî û yê biçûk jî 3 salî bûn. Muslîm ji bo ku debara zarokên xwe bike di ajokarî ya wesayîtan de kar dikir. Herî dawî di çêkirina rêya gundê Wargenima ya Şemzînanê bi yewmîya rojane di şuxilî.  înşaeta rê ji teref çekdarên PKKê ve hat girtin. Muslîm Erdal li wir hat revandin.

Kurê Muslîm Erdal ê 12 salî: Em her roj digirîn

Piştî wê rojê ku ew revandî careke din aqûbeta Muslîm Erdal nehat hînbûn. Malbata wî ji bo peydakirina Muslîm Erdal gelek hewl dan.

10 meh piştî revandina Muslîm Erdal hevjîna wî Hamdîye Erdal serî li Şaxa Mafên Mirovan a Colemêrgê da. Hamdîye Erdal a ku bi 6 zarokên xwe re çû şaxê mafên mirovan diyar kir ku pirsgirêkên wan ên aborî yên giran hene û xwest hevserê wê bê berdan. Kurê wî Qadrî Erdal ê ku wê demê 12 salî bû jî got, “Ji dema ku bavê me hatiye revandin heya niha em her roj digirîn, em dixwazin bavê me bê berdan”.

Malbatê hin hewldanên din jî kirin. hin kesên nêzî PKKê hewl dan bi rêya HDPê û Kampa Mexmûrê xwe bigihînin PKKê û HPGê. ji malbatê çend kesek jî çûn Wargeha Mexmûr. Lê çi bersivên hêvîker negirtin. Payre PKKê îdia kir ku Muslîm Erdal ne li gel wan e.

Ew birine Rojava û li wir înfaz kirin

Gorî agahîyên gihîştîne me PKKê Muslîm Erdalê li Hesekê hatiye înfaz kirin. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku piştî Erdal ji aliyê PKKê ve hat revandin, ew birin Xakûrkê payre ew birin zindana PKKê ya Zapê (Kokerê). Piştî operasyonên Tirkan ew derbasî Şengalê kirin û pişt re ew derbasî Rojava kir. Li Rojava ew xistin Girtîgeha Hesekê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, hemû girtîgeh bi taybet li Hesekê sê beşên cuda pêk tê. Yek ji van beşa yên ku bi awayekî fermî tên binçavkirin tê de ne. Ya duyemîn jî beşa nîv-fermî ya girtiyên DAIŞê ye. Ya sêyem, girtîyên PKKê yên ji Bakur, Rojhilat, kadro û sempatîzanên rêxistinê pêktê ne. Îdareya vê beşê taybet tê kirin. hemû wazîfedarên li girtîgehê dinerin jî vî beşe girtîgehê nizanin.

Li gor agahiyan Muslîm ji sala 2017 an û vir ve di vê beşê de tê girtin. Muslîm heta sala 2023 an li vir girtî bû, lê di Hezîrana 2023 an de ew dihê înfazkirin.

Hindek çavkaniyên herêmî yên Colemêrgê dibêjin ku Muslîm çend saet piştî revandina wî hatiye kuştin.

Li gorî îdayên çapemenîya PKKê yên wê deme; tevî hemû hişyariyên ku PKKê dîsa jî Muslîm Erdal ji dev ji çêkirina rê bernedaye loma jî ew hat revandin. Muslîm kesekî feqîr bû û ajokarê barhelgiran dikir, bi heqdestê rojane dixebite. Lê ya balkêş di vir de ew e ku hemû qereqol, rê û bendavên ku li ser xeta sînor ji Heftanînê heta Şemzînanê li ber çavên PKKê hatine çêkirin. PKKê li miqawil û burokratên ku wan rêyan çêdikin nekûştin. Em kûştina wan bidîn alîyekê Biryargeha HPGê Bahoz Erdal Û Amed Malzgîrt ew miqawilên rê çêdikin anîn Zapê û ji wan bace wergirt. Paşê jî van miqawilan bêyî ku rastî astengiyan werin, rê yên qereqûlên Tirkan çêkirin. Yanî PKKe miqawil û wazîfedarên dewletê ne kûştin wan bi aramî şixul kir. Lê PKKe çu gundîyên feqîr û jar yên bû nanê rojane şixul dikir, girtin û ew înfaz kirin.

Mijareke din jî ew e ku Muslîm bêyî ku bi devkî parastina xwe bike û bêyî parêzer bi awayekî keyfî hatiye kuştin.

Malbata Muslîm berê jî êşek wisa jîya bû. Birayê Muslîm Erdal Mistafa Erdal jî rastî neheqiyeke wiha hatibû û bi îşkence hatibû qetilkirin.

Ji malekê du bira yek dewleta Tirk yê din jî PKKê ew kûşt

Malbata Erdal li gund û deverê malbateke naskirî ye. Ew yek ji wan malbatên ku piştî salên 1980 yî dema ku PKKe hat herêma Çelê alîkariya wan kir. Bi taybetî birayê Muslîm, Mistefa Erdal, kesek bû ku gelek xizmet ji PKKê re kiri bû. Dema PKKe cara ewil hat herêma Çelê Mistafa bû wan pêşengî kir, cih û rê nîşan wan da. Hê devera Çelê navê PKKê nû-nû guhlêdi bû Mistafa ji wan re ango yêkîneya Ebdullah Ekîncî (Elîyê gozluklû) re rêberî dikir.

Di sala 1984-85 an de li herêma çelê li Derava Şûtê ji aliyê çekdarên PKKê ve li dijî leşkerên Tirk kemîneke mezin hat danîn. Mistafa li wê kemînê de rolekî mezin lîst. Cara yekem bû ku di çalakiyê de ewqas leşkerên Tirk di hatin kuştin û ji çalakiyê pirr deng veda. Piştî ku dewleta Tirk lêkolîna çalakiyê kir, hîn bûn ku Mistafa pêşengiya çalakiyê kirî ye û di 4 ê Kanûna 1984 an de Mistafa li tabura Sergiran hate binçavkirin. Piştî îşkencedanekî mezin dijmin Mistafa bir di latekî 85 mt bilin da avêt. Tam 25 roj piştî kûştina wî dewletêji malbata wî re got “Werin cenazeyê xwe bigirin, Mistefa ji zinarekî 85 metre bilind ket û mir”.

Wê demê malbatê ji ber zextan dewletê nikarîbû dengê xwe derbixe. Piştre serî li dozgeriyê da û ew bûyer bilindkir bo dozgerîya mafên Mirovan a Ewropa.

Malbata Muslîm destpêkê xizmeta PKKê kirine. Lê PKKê weke her çar bêwefaîya xwe nîşanî malbata Mistafa kir birayê wî Muslîm ku ji bo risqê zarokên xwe dişuxilî revandin û ew kuştin.

Çawa ku di dema Mistafa hatî kûştin malbat ditirsiyan û bêdeng diman, îro jî malbata Muslîm ji ber zilma PKKê bêdeng e. Lê ev bûyere ne ji hafiza civakê nehan paqijkirin. Li gel 6 zarokên sêwî, malbat û hezkiriyên Muslîm, wijdanê civakê wê vê bûyerê PKKê ya nemerdane tu car ji bîr neke.

Pustên heman beş