100 sal berê û 100 sal şûnda

Suleyman-Akkoyun-info

Ma emperyalîstan (Îngilîz) dewleta Iraqê ava nekirine?

Ma emperyalîstên ku hevsengiya Şîa û Sunne çêkirin, 100 sal berê serxwebûna Kurdistanê nekirin qurbanê dewleta çêkirî ya Iraqê?

Ma dema Iraq hat damezrandin, qada herî berhemdar ji bo emperyalîzmê ne ew bû? Ma serxwebûna Başûrê Kurdistanê nahê wateya hilweşandina statukoya emperyalizm ê?

Ma parastina “Yekîtiya dewleta Iraqê”, nabe nûjenkirina dagirker a 100 sal berê hêzên emperyal li ser me sepandî?

Yên ku li ser navê Çepgirî û Ummetê êrîşî şexsê Barzanî û kurdên serxwebûnxwaz dikin, ma bergirîyê li statukoya ku emperyalîstan ava kirine nakin?

Dijberîya we ya li hember serxwebûna Kurdistanê tu şiroveyeke rewşenbîrî, olî û mirovî bo nîne! Hûn çehş û kujerên dewletên dagirker ên herêmî yên faşist, paşverû ên emperyalîzm û hevkarên wê ne!

Hûn polîtîkayên qirêj ên ku niha afrinerên wê ango hêzên emperyalîst jî di pêkanîna wan de bêbiryar û dudil in, diparêzin. Ji xwe bawer bin, hûn ji emperyalîstan hêj bêhtir paşverû, xwefiroş û faşist in…

Materyalîstên we li ser navê çepgirî bi kevneparêzan re bûn bira û nirxên çep ên gerdûnî hatin qirêj kirin; Oldarên we li ser navê ummetê bi ateîstan re bûne bira; baweriya heq û xwezayî ji nav bir.

Xala hevpar a wan grûpan hemûyan dijminatiya Kurd/Kurdistanê ye. Hûn ji Tayyîp Erdogan, Kemal Qilîçdaroglu û Dewlet Baxçelî gemartir in. ji ber ku hûn di bin ling û postal ên wan de “siyasetê” dikin. Digel vê rastiyê, bêyî ku hûn şerm û eyb bikin hûn behsa “biratiya gelan, azadî, antî emperyalizm û biratiya olî” dikin. Ev rastîya we ne tenê trajîkomîk e, di heman demê de kezeba me di xelîne.

Başûrê Kurdistanê tevî dijberîya her kesî referandûma serxwebûnê pêk anî, statukoya emperyalîst û kolonyalîstan li Kurdistanê hejand û di heman demê de maske yên kes û grûpên çep û oldarên sexte daxistin. Rûyê wan ê faşîst eşkere kir. Ji ber vê yekê şoreşa Başûrê Kurdistanê li dijî faşîzmê, her cure kevneşopî û emperyalîzmê ye. Di binyat de antîkolonyal û pratîkî de azadîxwaz û şoreşger e.  Ev destkefte wê ji bo hemû bindes û hejaran bibe ronahî; Ew ê ji bo we layenên dij-şoreşê jî bibe qehr û elem.

Dema ku fikra “ji serxwebûn û azadiyê bi qîmettir tu tişt nabe” li Başûrê Kurdistanê misoger bû, ev yek jî îspat kir ku hemû halhal û galgala kes-layenên ku di şexsê Berzanîyan de êrîşî Başûrê Kurdistanê dikin, wê nikaribin karwanê meşa Serxwebûnê biseknînin.

Pustên heman beş