Çîroka dil bi êş a revandin û kuştina 9 zarokên Kurd ji hêla Partîya Karkeran ve

pkk-zarok-ciwan-rojava-cizire-kurdistan-ypg-info

Partiya Karkeran ji destpêka avabûna xwe zarokên Kurdan mehkûmî qedera reş kirine, mirina ji boy welat rûmete xelate, lê ev partî rûmeta zarokên Kurdan di mirina ji bo Apo de dibîne, dibêje tu xelat bi qasî wê mirinê bi rûmetir tune.

Qadir 14 salî bû di destpêka buhara temena xwe de ew û 9 hevalên xwe li seyranê bûn dema hatin revandin, 8 salan di kabûsekî bê dawî de ma, piştre reviya, wî bo “Darka Mazî” çîroka dil bi êş a kuştina 9 rêhevalên xwe vegêra.

Paş jiyan kirina 8 salên êş, tirs û nexweşiyê ew reviya

Revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê çavkaniya sereke a çêkirina şervanên Partîya Karkerane, partiyê di 40 salên rabûrî de bi hezaran zarok revandine, bi darê zorê tevlî refên Gerîla kirine û berê wan di vê berxwedana bê encam de da ne mirinê.Darka Mazî zanyariyên tewaneka din a revandina 10 zarokên Kurd ji hêla PKKê ve girtin, yêk ji qurbaniyên vê çîroka dil bi êş bi Qadir tê naskirin, rêxistinê ew li sala 2014 ê revand, li wê demê ew 14 salî bû, paş jiyankirina 8 salên êş, tirs û nexweşiyê, karî ji rêzên rêxistinê xelas bibe û reviya, Qadir wisa çîroka xwe û 9 rêhevalên xwe yên ji Cizîra Botan bo Darka Mazî got:

Qadir dibêje: “Sal 2014 bû, ez û 9 rêhevalên xwe yên xort û keç ji Cizîra Bakurê Kurdistanê bi armanca seyranê derbasî Indîwer a li Rojava Kurdistanê bûn, li wê demê sînor hatibûn vekirin û her kes bi hêsanî ji aliyê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ve derbasî Rojava di bû”.

Qadir axaftina xwe dewam dike: Paş borîna du rojan ji gihîştina me bo Indîwerê, 2 otomobîlên Yekîneyên Parastina Gel YPGê hatin cem me û ji me re gotin em ê we bibin cihên xweştir û li herêmê bi gerînin, lê belê wexta bûye şev em derbasî sînorê Başûrê Kurdistanê kirin û birin çiyayê Garê.

Êdî nema hûn vegerin malê, êdî hûn çekdarên rêxistinê ne

Qadir got: Li gel gihîştina me bo çiyayê Garê ew zaro û ciwan giryan û xwestin wan vegerînin malên wan, lê belê rêveberên partiyê li wê derê ji me re gotin êdî nema hûn vegerin, êdî hûn çekdarên partiyê ne.

Qadir di dewama axaftina xwe de dibêje: Ji tirsa partiyê û çekdarên wê, zarokan ji neçarî qebûl kir ku bibin çekdar û tevlî xulên perwerdehîya leşkerî û îdolojîk bûn, piştre her yêk ji boy herêmeke cuda tê şandin, min nezanî hevalên me bi ku derê çûn, ez jî demekê li Garê mam, min pir hewl dan ku xwe bikujim û min bi giranî xwe birîndar kir, piştre şandim Rojava Kurdistanê ji bo ku tevlî şerê li dijî DAIŞê bibim.

Qadir dibêje min tu agahî ji hevalên xwe yên ji Cizîrê negirtin, haya min nebû ew bi ku derê de çûn, ez jî di wê temena biçûk de şandim Minbicê ku enîya herî dijwar a şer bû.

Em zarok bûn û rêxistinê em şandin Minbicê ku enîya herî dijwar a şer bû

Li Minbicê wesayta me rastî êrîşeke DAIŞê hat, ez bi giranî birîndar ketim, ji bo ku min tedawî bikin, ez şandim Şamê, Qadir got noşdaran li Şamê ji min re go pêwîste destê te yê çepê li Ewropayê were tedawî kirin, eger na em ê naçar bibin jêkin.

Qadir got min li wê demê ji berpirsê partiyê yê Mala Birîndaran xwest ku min bişînin Ewropayê lê belê wî ev daxwaza min bi dijwarî red kir, loma em li wir bi şer çûn û ji ber vê ez bo dema 4 salan xistim zîndana Hesekê.

Li destpêka 2023 ê ji rêzên Partîya Karkeran reviyam

Qadir dibêje ez li tebaxa sala 2022an ji zîndanê serbest hatim berdan û piştre birim mala birîndaran li Hesekê û li destpêka îsal 2023 ê ji nav rêzên partiyê reviyam.

Qadir li dawîya axaftina xwe der barê rêhevalên xwe yê ji Cizîrê ku bi hev re derbasî Indîwerê bûbûn dibêje: Min wêneyên piranîya wan li Stêrk TV yê dîtin, partiyê hemû di wê temena biçûk de dane kuştin û weke şehîd ilan kirin, tu kes ji wan di jiyanê de nema ye.

Partîya Karkeran zarokên Kurdan mehkûmî mirina ji bo Apo kirine

Tewana revandina Qadir û rêhevalên wî, yeke ji hezaran tewanên hemawa yên ku Partîya Karkeran ji sala 2014 ve encam dan e, heya roja me ya îro jî ev Partî rojane wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan parvedike, zarokên ku di salên berê de di temenekê biçûk de bi kuştin dan û paş derbasbûna salan ji nû ve mirina wan îlan dike, piştî ku berê wan dide mirinê, di pesnê wan de dibêje me fedayê Apo kirin!, Partiya Karkeran wisa zarokên Kurdan mehkûmî mirina ji bo Apo kirine.

Pustên heman beş