Rewşa dawî ya şer û pevçûnên di navbera Artêşa Tirk û PKK ê de û xala herî balkêş di daxuyaniyên HPG ê de

Di heftiya derbasbûyî de li gorî meha borî şer û pevçûnên navbera PKK û leşkerên Tirk di nava sînorên Herêma Kurdistanê de zêdebûnek hat dîtin. Bi taybet deverên navçeya Amêdîyê ya parêzgeha Dihokê bûye navenda alozî û pevçûnan.

Hem Hêzên Çekdar ên Tirk û hem jî PKK bi awayekî peryodîk bîlançoyên pevçûnan diweşînin. Di daxuyanîyan de artêşa Tirk dibêje “me herêm ji terorîstan paqij kir”, PKK jî dibêje “me nehişt ku leşkerên Tirk xwe bi livîne”.

Lê her du alî jî rastîyê nabêjin. Her çend welê xuyabe ku PKK û artêşa Tirk hember hev şer dikin, lê rastî her du hêz li hember Herêma Kurdistanê têdikoşin. Êrişên hewayî li dora Gundê Berçî û Gûherzê dijwar bûn, niştecîyên vê deverê pir zirarmend bûn. Tenê li gundê Guherzê 100 donim erd şewitî. Cû ya ava gund xera bû. Gelo di hefteya dawî de çima alozî û pevçûn zêde bûn, çi diqewime? îdîaya HPG ê ya ku dibêje PDK bi dewleta Tirk re tevlî operasyonê bûye, ma rast e?

Devera tê gotin Pevçûn lê zêde bûne “Tepe Cûdî” li kîve ye?

PKK ji devera “Gundê Sêrî” re dibêje tepê Cûdî.  HPG ê daxuyaniyek da û got, “Me nehişt leşker li Girê Cûdî bi cih bibin.” Artêşa tirk Girê Cûdî ango gundê Sêrî sala bihorî heyva 5 kontrol kiribû. Hêzên Çekdar ên Tirkiyê di mawê 2 rojan de ev gire ji PKK ê sitand, hemû tunel û çeperên PKK ê yên li vê deverê îmha kirin û di meha Cotmehê de ji gundê Sêrî vekişyan.

Gundê Sêrî ciheke ku ji sala 1995 an ve di destê PKK ê de ye. piştî kongra 5 ya PKK ê “biryargeha Navendî” ku navê wê deme ARGK bû li ser vî girî cih bû. Kodê têlsiza çavdêrî ya vî girî “Cûdî” bû loma jî  navê gir bûye girê Cûdî. Pişt re Biryargeha merkezî xwe berda ber ava Zê (kampa Zapê) û ew çîroka Kampa Zapê despêkir.

Cihê ku HPG ê dibêje me îsal nehiştin dijmin bikeve tê de, di heman demê de efsaneya sîstema tunela ya PKK ê jî bi dawî kir. Ev girê ku 28 salan cihê sereke yê HPG-PKK ê bû, nakarîn 28 saetan jî biparêzin. Tunel û cihên nepenî yên PKK ê hemû hatin îmhakirin û PKK ê dever çol kir.

Girê Cûdî weke cografik ne lûtkekî stratejik e. li gorî gir û lûtkeyên deverê tu girîngî yekî leşkerî bo nîne. lê bû PKK cihê biryargeha merkezî ya despêkê ye, lomajî watekî manewî heye. Deverê de cihê herî stratejik lûtkeya çîyayê Metînî ye û ew jî destê artêşa Tirk da ye.

Çima pevçûn zêde bûn, gelo rast e ku PKK artêşa Tirk rawestandî ye?

Heta niha artêşa Tirk bi navekî nû dest bi operasyoneke nû nekiriye. Lê ev çend roje ew girên ku payîza bohirî çol kirî weke gundê Sêrî (Tepê Cudî), serê Lînkî  dîsa vegerîya yê. Ev bizava tirkan weke operasyoneke deverkî tê dîtin. Ji ber ku lûtkeyên li devera Nêrwe û Rêkan hemû di destê Tirkan da ye.

Ji xala sifir a bajarokê Çelê (Çukurca) heya hindavî Amêdî û Şêladizê herêm hatîye dagirkirin. Mişara rojhilatê ava Zê ji serê Sînya (şikefta Birîndara), kêrîyê Hore, Çemcû, Werexel, Xalkan, Sîda heya digîhe Korejarî Tirk lê bi cih bûne. Mişara Rojavayê Ava Zê jî heya sere Amêdîyê hatîye girtin. Rêk û pirên wê deverê ji alîyê dewleta Tirk ve têne çêkirin. Ew girên di warê leşkerî de ne girîng bi operasyonên rojane tên kontrol kirin. Haya niha li gorî pêzanîn ên me çi cihekî nû nehatîye girtin. Belê her du alî jî windahî yan didin, lê belê ev windayî ne di wê astêda ne ku Tirk ji deverê vekşin an jî nekarîbin pêşve biçin. Ev mijara şerê derûnî ye, di rastî de çi pevçûnên mezin li deverê çênebû ne.

Nûçeyên berdewam ên medyaya PKK ê yên ku dibêjin me pêşveçûna artêşa Tirk rawestand dûrî rastîyê ne û agahîyên herêmî van îdayên PKK ê piştrast nakin. Xuya ye ku PKK ê ev daxuyanîye tenê ji bo motîvekirina girseya xwe çêkirin e. Di pêvajoya salvegera 100î ya Peymana Lozanê de ku vê paymanê Kurd bi qetlîam û tûnebûnek mezin re rû bi rû hêlan, PKK dixweze vê dema hestîyar de bi gotina“gerîla li berxwe dide” îmaja xwe nû bike.

Nûçeyê medyaya PKK ê “Pêşmerge piştgirî da operasyonê”

HPG ê daxuyaniyek da û got, “Hêzên PDK ê piştgirî didin operasyona Xaxûrkê û Metîna.” Ev çend sal in PKK her cara ku dikeve nava tengasiyê PDK ê dike hedef û dixwaze PDK ê weke sedema têkçûna destnîşan bike.

Daxuyanî yên yek ji endamên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG ê Kûrtay Serhat ji bo kanala PKK ê Medya News ê gelek balkêş bûn. Kûrtay got, “Bila PDK ji gelê Kurd re helwesta xwe vebêje” û got ku wan tevlîbûna PDK ê ya operasyonê piştrast kiriye. Lê ne PKK-HPG û ne jî endamên çapemeniyê nabêjin ka pêşmerge kîjan deverê beşdarî operasyonê bûye. Gotinên şêlî û nezelal û îthamên qirêj û bê bingeh bikar tînin û nikarin tu delîlan nîşan bidin. Ji ber ku ne rast e ku Pêşmerge bi Hêzên Çekdar ên Tirkiyê re beşdarî operasyoneke hevbeş bûye.

Hêzên Pêşmerge hêza fermî ya artêşa Kurdistanê ye. pêdivî ya wê nîne ku karekî vaşartî bike. Li başûrê Kurdistanê ji ber rastîya civakî ne mimkûn e ku karekî vaşartî were kirin. Eger yek pêşmerge biçe erkekî yan jî beşdarî operasyonekê bibe, hemû malbat, civak û eşîra wî agahdar dibin. Her çiqas PKK bi salan derewan bike ku dibêje “Pêşmerge û artêşa Tirk bi hev re operasyon pêk anîne jî, lê heta niha nekariye yek delîl û belgeyek jî nîşa raya Kurd bide.

Wusa dixuye ku PKK dê di demek nêzîk de êrişên xwe li dijî hêzên Pêşmerge zêdetir bike. Vê carê îhtîmal heye ku êrîş tundtir bibin.

Gelo wê artêşa tirk operasyoneke nû bike?

Operasyonên Tirka yên dagirkirina cihûwara bi giştî di destpêka Biharê de dest pê dikin. Îsal operasyonên nû nehatin kirin. Lê di warê teknîkî û erdnîgarî de serdestiya Hêzên ên Tirkiyeyê heta niha jî dikare operasyonê bike.

Tenê cihê ku PKK li çîyayê raserî gundê Berçî, Belave û Guherzê xwe ragire. PKK ji sala 1995 heya niha li wê lûtkeyê xwecih e. PKK ji wê lûtkeyê re dibêje “tepê Bihar”. Ev girê Bihar weke dûvê gelîyê Zapê maye deste PKK ê de. Yanî PKK ê hemû herêm ji dest da tenê ev lûtke maye dest de. Eger dewleta Tirk vê derê bigire, di rastiya xwe de wê geliyê Zapê bi temamî dorpêç bike.

Li aliyê din PKK li tevahiya herêma Behdînanê tenê li Çiyayê Garê û derdora wê xwecih e. eger PKK ê nexwasta dewleta Tirk bikeve herêmê dikarî wan lûtkeyan radestî Pêşmergê Kurdistanê bike.

Lê belê PKK ê ketina pêşmergeyan a van çiyayan weke sedemê şer dest girt û herêm hemû radestî artêşa dagirker a Tirk kir.

Bi giştî tê zanîn ku şerê hêzên çekdarên Tirkiyê û PKK ê şerekî lihevkirî ye. PKK ê bêyî şer artêşa Tirkiyê anî herêmê û bû sedema dagîrkirina herêma Kurdistanê.

PKK ji sala 2019 an vir ve deverên çîyayî  yên herêmana Kurdistanê perçe perçe radestî artêşa tikr dike. Tevî vê yekê jî rê nade ku hêzên Pêşmerge li herêmê xwecih bibin. Êrîşî hêzên Pêşmerge dikin lê cavên xwe li pêşveçûna Tirkan digirin. Lê bele gelê Kurdistanê baş dizane ku ev planên dagirkerî Pkk û Tirk bihevbeşî di meşinin.

Pustên heman beş