Di mijara Şêrwan Şêrwanî û Hawkar Caf de, bêşermî, durûtî û armanca YNK ê û PKK ê çî ye?

Di mijara Şêrwan Şêrwanî û Hawkar Caf de, bêşermî, durûtî û armanca YNK ê û PKK ê çî ye?

YNK û PKK ê girtina welatiyekî Herêma Kurdistanê yê bi navê Şêrwan Şêrwanî duh bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Şêrwan Şêrwanî ji ber sextekariya belgeyan hatî ye girtin.

Şêrwan Şêrwanî ne hat revandin, ne hat kuştin, ne bombeyek di otomobîla wî de ku zarokên wî jî tê de bûn hat çandin. Li gorî qanûnê gazî dadgehê kirin, parêzerê wî jî pê re çû, di bin ronahiya delîlan de hat girtin.

Di bin navê mexdûrên demokrasiyê de “gurkirina agirê fitnê”.

Lê mixabin YNK ê û PKK ê ev babet ber bi cihên cuda ve kaşkir. Ji ber ku ji mêj ve li planeke ku qada Behdînan bihejînin digeriyan. Li gorî vê planê dixwazin komeke bi serokatiya Şêrwan Şêrwanî weke “mexdûr û lehengên demokrasiyê” dest nîşan bikin.

Lê kesên hatine girtin ne rojnameger û ne jî mexdûr in. Koma ku PKK û YNK jê re dibêjin “Girtiyên Behdînan” tenê fitne û fesadîyê şîn dikin. Dezgehên medyayê yên wek Rûdawê jî bi heman navî xizmeta vê lîstika tarî kirine.

YNK û PKK di mijara Şêrwan Şêrwanî de du rûtî dikin. Roja ku dadgehê der barê Şêrwan Şêrwanî de biryara girtinê dayî, van hêzan peyamek weşand û ev yek weke “derbeya demokrasiyê” nirxand. Komek showmen ên medyayê li derdora xwe komkirin û daxuyanî bi wan da belavkirin. Her wiha serî li konsolosxaneyan dan û gotin ku li Herêma Kurdistanê jiyana rojnamegeran di metirsiyê de ye. armanca hevbeş a PKK û YNK ê tenê rûreşkirin û manîpulekirina îmaja û nasnameya Herêma Kurdistanê ye.

Cînayet demokratîk e lê biryara dadgehê antîdemokratîk e?

Daxuyaniyên li ser girtina Şêrwan Şêrwanî ya li ser navê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK ê û YNK’ê gelek dramatîk bûn. Heke gelê Kurd rastiya van her du partîyan (PKK-YNK) nezanîba, belkî gotiba çend dil rehmin. Lê her du alî jî di rêbazên despotîk, cinayet, kuştinên bêser û şûn de gelek binav û deng in û kiryarên tarî de pir serkeftî ne.

Kesên ku dibêjin ev her du pêkhate ji bo demokrasî û mafan têdikoşin, durû û sextekar in.  YNK ê bombeyek xist bin otombîla Hawkar Caf û zarokên wî û ev bombe ji dûrve teqand. Hevkar Caf ximetek bêhepa ji YNK ê re kiribû û berpirsê hêza Dij-Terorê bû.  Lê yên ku ji bo Şêrwan Şêrwanî daketin kolanan vê yekê normal dibînin. Ev tê wê wateyê ku ji bo van saziyên xwe demokratik binav dikin, cinayet serbeste lê girtina bi biryara dadgehê qedexe ye.

Ger tewanbar bêşerm be, tewan jî normal e

Rewşa PKK ê ji ya YNK ê gelek xerabtir e. cihê ku PKK lê hebe li wir mafê şexsî û civakî tune ye. Yekane maf û erka gel xizmeta rêxistina PKK ê ye. Li Bakur, li Rojava ji ber rexnekirina PKK ê sedî mirov hatin qetilkirin, xwîna gelek bêgunehan bi destê PKK ê ve ziwa bûye. Ger PKK dixwaze behsa demokrasiyê bike, divê pêşî ew xwîna bi deste xwe ve paqij bike. Di wî alî de xwîna Hikmet Fîdan, Ferit Uzun, Çetîn Gongor, Mişel Temo, Behzat Dursun bi hezaran welatparêzen din.

Şêrwan Şêrwanî ne qehreman û ne jî qurbanîyê demokrasiyê ye. wekê din  YNK û PKK ji ber kiryarên xwe yên qirêj nikarin li kêleka peyva Demokrasîyê re jî derbaz bibin. Eger mexdûrekî demokrasiyê hebe, ew Hawkar Caf û her du keçên wî yên biçûk û hevjîna wî ya birîndar ku ji aliyê YNK ê ve hatibûn armanç kirin. dê fermo despêkê kuştina Hevkar Caf şermezar bikin.

Dibêjin “Sûcdarek heke bêşerm be, wê sûc jî rewa bê dîtin.” Di doza Şêrwan Şêrwanî de YNK, PKK û derdora wan hem sûcdar in, hem durû û hem jî bêşerm in.

Pustên heman beş