Bîlançoya bi guman û tirsnak a Murad Qarayilan: Di 8 salan de 9275 mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Bîlançoya bi guman û tirsnak a Murad Qarayilan: Di 8 salan de 9275 mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberê PKK ê û Fermandarê Giştî yê HPG ê Murad Qarayilan bi radyoya rêxistinê ya bi navê “Dengê Gel” re hevpeyvînek kir. Di nirxandina Qarayilan ya pevçûnan û bîlançoya 8 salan de hin xalên balkêş hebûn.

Bîlançoya ku Qarayilan dayî hem şik û hem jî sahm-tirs çêkir. Ji ber ku di bîlançoyê de hejmarên mezin hebûn. Fermandarê Giştî yê HPG ê Murat Qarayilan di axaftina xwe de îdia kir ku bîlançoyên dewleta Tirk ên di encama şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane ne rast in û dewleta Tirk bîlançoya pevçûna 5 qat zêde kiriye.

Mijara kuştiyên di navbera PKK û dewleta Tirk de bi salan e şîlo û mijara manîpûlasyonê ye. Herdu alî jî Ziyanên xwe yên rast vedişêrin û wendahiyên aliyê din jî zêde dike. Lê belê ne asta şer û ne jî hêjmara şer tenê bi qurbaniyan nayê pîvan. Hejmara windahîyan çiqas zêde be, layenên şer jî ewqasî li ser girseyên xwe bo propagan de bi kar tînin. Herdu alî jî li şûna kesên ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane, li rewşa xwe ya propagandayê dinêrin.

Qarayilan bê ku xembar be got 10 hezar mirov şehîd bûn

Qarayilan di hevpeyvîna xwe de derbarê windahiyên xwe yên 8 salan de wiha got: “Eger em bîlançoyê bi awayekî giştî bidin; Weke HPG ê di van 8 salan de 4 hezar û 906 hevalên me şehîd bûn. Hêzên Erka Xweparastinê ya Bakur; yanî hejmara şehîdên me yên YPS jî 616 heval in.

Li gorî vê tevahî şehîdên me yên HPG û YPS ê 5 hezar û 522 ne.

Me ji Rojava jî pirsî; wan hevalan jî li gorî bîlançoyên xwe reqemên zelal ji me re şandin. Bi giştî hejmara şehîdên QSD ê di şerê li dijî dewleta Tirk de hezar û 496 in. Dîsa di êrîşên dewleta Tirk de heta niha hezar û 57 welatiyên me yên sivîl şehîd bûne. Yanî eger em windahiyên xwe yên leşkerî yên her sê parçeyan bidin ber hev, hejmara hemû şehîdên me 7 hezar û 18(7018) heval in. Yanî ji hêzên leşkerî 7 hezar û 18 şehîd ketine. Li Rojava hezar û 57 mirovên me yên sivîl şehîd bûn. Niha hejmara şehîdên me yên sivîl ên li Başûr li ber dest nîye”.

Hejmarên ku Fermandarê HPG ê Qarayilan daye bi komî dibe 9275 . Ew hejmar nêzîkî 10,000 î ye

Qarayilan bi hêsanî û rehetî got ku di nava 8 salan de 10 hezar kes mirine, hewl da van mirinan normal nîşan bide. Lê belê ev hejmar nêzî 10 hezarî bû, hejmareke pir mezin bû. Qarayilan tu carî dest neavêt mijarên girîng ên wekî gelo çima ev mirin çêbûn û di berdêla wê de çi hat bidestxistin.

10 hezar kesî jîyana xwe ji dest da û hemû herêmên stratejîk hatin winda kirin

Qarayilan ku di van 8 salên raborî de berpirsyarê sereke yê HPG ê bû, bi awayekî fermî berpirsyarê sereke yê van mirina ye.

Di van 8 salên borî de PKK û baskê wê yê leşkerî HPG di şerê xendekan û berdewamîya wê ya çiyayî de, ango “şerê tunelan” de ziyanên mezin dîtin. Ciwanên Kurd li çeperên mirinê de asê hatin hiştin, piraniya wan bêyî ku guleyekî jî biteqînin, hatin îmhakirin. Li gel vê binketina wisa mezin hê jî Qarayilan behsa serkeftineke mezin dike. Lê di dema borî de, bajarên Kurdistanê di şerê xendekan de wêran bûn û kurd rastî travmayeke giran a civakî hatin. Gerîlayên ku li bakur ji Behra Reş heta Amanos, ji Koçgirî heta Çiyayên Torosê hebûn, hema bêje tune bûn. Çend komên ku li bakur di ser Îranê re diçin Agirî, Tendûrek; Ji bilî çend çalakiyên biçûk ên li ser xeta Mêrdînê ji aliyê çend komên ku derbasî Rojava dibin, hema bêje li Bakûr êdî dengê guleyan sekinî ye.

Her wiha PKK herêmên jê re digotin parastina medyayê winda kir. Di nava 8 salan de dewleta Tirk Ji xeta Dalanper – Xaxurkê dest pê dike ji sedî 95 ê herêmên Bîradost, Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê cih bûye. Li Zapê ku keleha gerîla bû, niha gerîla hema bêje nemaye. Tunelên ku Qarayilan weke taktîka nû a şer propaganda dikir ji bû ciwanên Kurd bûn gorên bi saxî. Her wiha li Rojava Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê jî hate dagirkirin.

Heke gel ji bo azadiya xwe têbikoşe 10 hezar qurbanî dê bên dayîn.  Lê heke hûn hem pir zîyanan bidin û hem jî nikaribin herêman bin deste xwe de biparêzin, li wir têkçûn heye. Qarayilan hejmara kuştî û birîndaran dide, lê nabêje ka wan çi bi dest xist. Nikare bibêje, ji ber ku tiştek bi dest nexistî ye. PKK serkeftina xwe di windayî yên xwe de dibîne. Çi qas ziyan hebe ew qas xwe serkeftî dibîne. Lê bi şêweyê Qarayilan nirxandin îspata binketinê ye. Di hemû ilm û hûnera şeran de serkefin bi destkeftan tê pîvan ne ji dest dayîn ê kak Qarayilan.

Tevî vê hejmara zêde jî, tê texmînkirin ku windahî yên PKK ê zêdetir in.

Gelo Mazlûm Abdî (Şahîn Cîlo) an jî Qarayilan rast dibêje?

HPG ê heta niha tenê ji sedî 30 windahîyên xwe aşkere kirin. Navê nêzî 4 hezar windahîyan nehat eşkerekirin. Çavkaniyên nêzîkî PKK ê diyar dikin ku piraniya van navan ji Bakurê Kurdistanê ne.

Nakokîya din jî di navbera reqemên Qarayilan û yên fermandarê QSD ê Mazlûm Abdî de ferqek mezin tê dîtin. Ji ber ku li gorî hejmarên Qarayilan hezar û 496 şervanên QSD ê jiyana xwe ji dest dane. Lê beriya niha Mazlûm Ebdî daxuyaniyekî xwe de gotibû ku wan li Efrînê zêdetirî 1500 şehîd dane. Her wiha Mazlûm Ebdî 2 sal berê bi daxuyaniyeke cuda gotibû ku me li Rojava 12 hezar şehîd dane. Di navbera van hejmarên Mazlûm û Qarayilan de neliheviyek û ferqek mezin heye.

Yanî misoger reqemên Qarayilan yên ku bû Rojava dide ne rast in. Ev helwest vê nîşanî me dide. Reqemên Qarayilan bi giştî ne rast in. Windahî pirr zêdetirin. Her wiha hejmara windahîyan nîşana têkçûna taktîkên şerê gerîla ye. Dezenformasyon û propagande tenê xwe xapandine ne serkefin e.

Pustên heman beş