Şehîdkirina “Mihemed Mîrza” û destpêkirina rêze cînayetên tarî yên Partîya Karkeran

Mihemed-mirza-info

Partiya Karkeran li meha adara îsalê biryar giritbû ew ê li Herêma Kurdistanê cînayetên tasfiyekirinê û kuştinan encam bide, pêgeha “Darka Mazî” li gulanê îsalê û her wiha li destpêka vê mehê, agahiyên van pîlanên qirêj aşkere kirbûn.

Li 23 tîrmeha îsal 2023an terorîstên Partîya Karkeran bi rîya bombekirina wesayta wî, Emîd “Mihemed Mîrza” efser xanenişîn yê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê li navenda bajêrê Zaxo şehîd kir, sazîya Dije Terorê ya Kurdistanê her di zû de lekolîna bûyerê kir û derket holê ku terorîstên Partiya Karkeran li pişt vê bûyera tarî hene.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li heman roja şehîdbûna “Mihemed Mîrza” peyamek belavkirbû û her wiha ji bo eşkerekirna destên li pişt vê bûyerê ferman dabû saziyên pêwendîdar.

Sazîya Dije Terorê ya Kurdistanê bi telîmatên serokwezîr dest bi lekolînên berfireh kirin û şopa tewanê bo Partiya Karkeran çû, duh roja înî 28/7/2023an jî Dije Terorê dîmenên vîdyoyî ku ji kamîrayên çavdêriyê hatine girtin parvekirin û daxuyand ku Terorîstên Partiya Karkeran Mihemed Mîrza şehîd kirî ye û got ku ewê tola wî hilînin.

Serleşker Mihemed Mîrza Yûns Sofî yek ji kesayetiyên hezkirî yên Zaxo bû. Di şoreşa Kurdistanê de kedên girîng dane, li 23 tîrmeha 2023an destên reş ên terorê gihîştinê û ew şehîd xist, xelkê Zaxo her di zû de gomana vê kiryarê bo Partiya Karkeran birbûn.

 KCKê li meha adarê biryara destpêkirina tewanên tasifyekirinê li Herêma Kurdistanê dabû

KCK ê ragihand ku ew ê li Herêma Kurdistanê cînayetên nû bikin

Di hevserokatiya KCKê da pêkhateyek bi navê “Komîteya Têkilyên Derve” heye ku kare vê sazîyê rêxweş kirine ji boy encam dana cînayetan, divê karê Komîteya Têkilyên Derve xebatên dîplomatîk be, lê ev komîte karê belavkirina terorê, gefên kuştinê û alozî dirustkirinê dike, vê komîta KCKê piştî qetilkirina Hisên Arasan li Xizîrana 2023an, bi kuştinê gef li welatiyên herêma Kurdistanê kirbûn.

Çavkaniyên herêmî û agahyên ji hundirê PKKê diyar kirin ku KCKê di adara îsal da “biryara xwe daye çalakiyên hember dijberên xwe bike û rewşê aloz bike” Darka Mazî di 7ê gulanê de li ser vê mijarê nûçeyek weşand:

Rêxistina PKKê saziyek ji boy tasifyekirna dijberên xwe û teror kirina kadiroyên ku ji rêxistinê qut bûne li çiyayê Garê yê li Başûrê Kurdistanê avakirî ye û Darka Mazî agahiyên herî nihênî derbarê wan bi dest xistine.

PKK’ê saziyek ji bo terorkirina dijberên xwe li Garey vekirî ye

Çavkaniyên taybet yên pêgeha darka mazî li 6 xizîrana îsal 2023an eşkere kirbûn ku rêxistina PKKê sazîyeke pir xeter li çiyayê Garê yê li parêzgeha Dihokê ava kirîye, erka wê teror kirin û tasfiye kirina dijberên partiyê ye û her wiha kadro û Gerîlayên ku refên rêxistinê bi cî hiştine û jê qut bûne.

Li gorî agahiyên destê me, kesên ku li vê sazîya PKKê di xebtin, ji hêza taybet ya PKKê ne û erka wan teror kirna dijberên siyaseta rêxistinê ne û çekdarên PKKê yên ku xwe teslîmî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirî.

Mirov dikare bibêje kiryara terorîstîya şehîd kirina Emîd Mihemed Mîrza bi cînayeta duyemîn piştî biryarên KCKê yên meha adarê û tîrmehê yên tasifyekirinê tê hesab kirin, 18 rojan ji berî şehîd xistina Mihemed Mîrza, terorîstên Partiya Karkeran êrîşek li Batûfa jî encam dabû.

Êrîşa Batûfa ya bi dironan

PKK dîsa dest bi êrîşên xwe yên çekdarî li dijî Herêma Kurdistanê dike?

Di 5ê tîrmeha îsal 2023an de jî demjmêr derdora 14:00 Li navçeya Batûfa ya bi ser Rêveberya Xwesera Zaxo, bi dirona êrîşek li ser binkeya ewlehiyê ya pasewanên sînorî hate kirin. Binkeyê hatî armanickirin firqeya 1 ya hêzên pasewanên sînorê îraqê bû.

Li ser perçeyên dirona êrîşkar navê dewleta çêker nehat aşkere kirin. Lê belê ji aliyê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve hat raghandin ku dirona ku hatiye şandin, balafreka biçûke ku ji aliyê hêzên çekdar – paramîlîter ve dihêt bikaranîn ne ji layê hêzên dewletan ve.

Devera ku diron jê hatiye şandin pir girînge. Ji ber ku herêma ku gundên Dukerê û Beroşka sedûn tê de ne diron ji wir hatiye şandin, ev dever di pilana PKKê de bû ku xwe lê çalak û bi cîh bike, ev jî li gorî qonaxa 4an ya nexşerêya PKKê û Tirkiyê ya veguhastina şerê xwe yê saxte bo derdorên gund û bajarokên Başûrê Kurdistanê. Wate bê şik diyar dibe ku ev dirone ji aliyê PKKê ve hatiye şandin.

Êrîşên PKKê yên li dijî welatparêz û dijberên rêxistinê bi dawî nabin, dibe ku êrîşa terorîstîya şehîd kirina Mihemed Mîrza destpêka rêze cînayetên hemawa be li Herêma Kurdistanê û bi taybet Devera Behdînan.

Pustên heman beş