PKK dîsa dest bi êrîşên xwe yên çekdarî li dijî Herêma Kurdistanê dike?

PKK dîsa dest bi êrîşên xwe yên çekdarî li dijî Herêma Kurdistanê dike?

Di 5 ê Tîrmehê de saet derdora 14.00 an de li navçeya Batûfa ya bi ser rêveberiya Xweser a Zaxo, bi drona êrîşek li ser binkeya ewlehiyê ya Hêzên Pasewanên Sînor hate kirin. binkeyê hatî armanckirin Firqeya 1. a Hêzên Pasewanên Sînor ê Iraqê bû.

Li ser perçeyên drona êrîşkar menşeîya dewleta nehat aşkera kirin. Lê belê ji aliyê Encûmena Asayîşa Giştî ya Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku drona ku hatiye şandin, balafireke biçûk e ku ji aliyê hêzên milis-paramîlîter ve tê bikaranîn ne ji hêzên dewletan ve.

Gelo PKK ê ev êrişa bi drone pêk anî?

Ew devera drone lê hat şandin pir girîng e. Ji ber ku herêma ku gundên Dûker û Beroşka Sadûn ên ku dron lê hatiye şandin, di bin kontrola PKK ê de ye. Yanî hema bê şik dîyare ku ev dron ji aliyê PKK ê ve hatiye şandin.

Ev geşedaneke gelek girîng e, ji ber ku PKK di navbera salên 2019-2020 an de hewl da li Herêma Kurdistanê gelek çalakiyên leşkerî pêk bîne. Pkk ê 9 pêşmerge û rêveberê Asayîşa Giştî ya Deriyê Sînor ê Serê Zêrî Gazî Salih Alîxan şehîd kirin û li Hewlêrê jî hewl da çalakiyên leşkerî pêk bîne. Ji xeynî van bûyeran nêzî 20 mayinên ku PKK li ser rêya xelkê sivîl û pêşmerge di nav sînorên parêzgeha Duhokê de danîbûn hatin pûçkirin.

Lê belê ji ber bertekên raya giştî ya navxweyî û derve, PKK neçar ma ku van kiryarên xwe rawestîne.

Êrîşa dronê ya li navçeya Batûfa ya Zaxoyê weke nîşana wê yekê tê dîtin ku PKK dê dîsa dest bi çalakiyên bike. Bi armanca aştî,Aramî û îstiqrara Herêma Kurdistanê têk bibe.

Hewldanên PKK ê yên ji bo guhertina rojevê?

PKK ji ber şikestinên leşkerî û siyasî yên van salên dawî li gelek deveran asê maye, bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê. Hema beşe Şer li Bakur rawestiyaye. Partiya legal HDP ê di hilbijartinan de têk çû. Gelê bakur bi taybetî piştî şerê xendekan bi lez û bez ji PKK ê dûr ket. Niha PKK bi piştevaniya lojîstîk û erdnîgarî ya Îranê,Iraqê û  Sûriye li ser linga dimîne. Ji bû hebûna xwe bidomîne bê navber piştgiriya eniya dij-kurd dike.

PKK di baskê leşkerî yên êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê de cih digire

Bi taybetî di van çend salên dawî de ji aliyê dewleta Iraqê ve gelek êrîşên eşkere û nepenî li ser statuya Herêma Kurdistanê têne kirin. ev êriş ji layenê Şîa ve tê kirin û sê stûnên girîng yên van êrişan hene.

Lingê yekem Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê; biryarên ku ziyanê digihînin berjewendiyên Herêma Kurdistanê digire û destûra bingehîn ya Iraqê jî bin pê dike. Bêqanûnî yê li ser Kurdan disepîne.

Lingê dûyem jî parlamentoya Iraqê; Planên siyasî ya êrîşan li vir hate avakirin. Biryarên dij-Kurdan bi dengdan û pêşnûman ve li Meclîsê hatin girtin.

Lingê sêyemîn leşkerî bû; Pêkhateyên vî lingî Heşdî Şeibî, PKK û êrîşên dervayî sînor yên Îranê ne.

Tê çaverêkirin ku ev lingê sêyem bi taybetî di sala 2023 an de êrîşên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê zêdetir bike. Di vî warî de êrîşa PKK ê ya li ser yekîneyên pasewanên sînor ên Iraqê li nêzî bajarokê Batûfa weke yekemîn pêngava îsal a PKK ê tê nirxandin. Tê pêşbînî kirin ku PKK ji niha û pê de jî çalakiyên xwe yên ku aramiya Herêma Kurdistanê xera dike bidomîne.

Ango PKK li aliyekê êrişên xwe yên siyasî-leşkerî-mediyayî li ser Herêma Kurdistanê li navenda Silêmanîyê li Şengalê û li ser xeta Behdînan-Bradostê wê berdewam bike. Ji aliyekê ve ji bo veşartina xitimîna xwe leşkeri-sîyasî û ji aliyê din ve jî di çarçoveya erkên Eniya Dij-Kurd ku ew wazîfedar kirîye dê bimeşîne.

Tirsa PKK ji Pasevanên Sînorî yên Iraqê

Di pevçûn û operasyonên bi navê şerê PKK û artêşa tirk de herî zêde Herêma Kurdistanê zirar dît. Pevçûn hatin heya nîzîkî navendên başarokên başûrê Kurdistanê. PKK ê hemû deverên stratejik û lûtkeyên bilind radestî artêşa Tirk kir. Ev rewş metirsîyekî mezin li ser jîyan û malê xelkê deverê yê sivîl dike. PDK ê di vê derbarê de pêşniyarek ji PKK ê re kir ku cihên stratejîk ji Hêzên Pêşmerge re bihêle. Lê PKK ê ev pêşniyar red kir û ev pêşnîyarî weke egerê şer binav kir. Her wiha xelkê li herêmên wekî Amedîyê û deverên çîyayî pêşniyar ji PKK ê re kirin ku pêşmerge li wan deveran bê cîh kirin. lê PKK ê şûna ku deverê radestî xwedîyê wê axê ango pêşmerge bike hemû dever di navbera 2 roja de radestî artêşa Tirk kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rawestandina pêşdeçûna dewleta Tirk dest bi bicihkirina hêzên pasewanên sînor û hêzên pêşmerge li cihên stratejîk ên nêzî gund û bajarokan kir.

Pasewanên Sînor ji Heftanîn heta Metîna, ji Mêrgesor heta Hecî Ûmran li gelek cihan bi cih bûn û hem gefên dewleta Tirk û hem jî yên Îranê hatin astengkirin.

PKK bi taybetî bi cihbûna Hêzên Pasewanên Sînor pirr aciz bû. Ji rêveberên PKK ê Murad Qarayilan, li ser navê NPG ê daxuyanî da û got, “Ev hêz ji bo parastina artêşa Tirk hatine herêmê.” Lê belê PKK ê bêyî ku van deverên stratejik hember artêşa Tirk li ber xwe bide, demildest ew lûtke teslîmî Tirkan kirin.

PKK ê cara ewil di 10 ê Cotmeha 2021 an de li Metînayê mayinek li ber wesayîta hêzên Pasewanên Sînor bi cih kiribû. Murad Qarayilan daxuyanî da û got, “Me nizanibû ka ew kî ne”. Lêbelê, ew hêzên naskirî bûn. Piştre, biçûk biçûk dest bi tecîzê kir. Lêbelê ev bûyerene ne girtin ser xwe.

PKK ê êrîşa xwe li ser firqeya 1 emîn a Batûfayê ne girt ser xwe. Wisa dixuye ku dê di pêşerojê de jî çalakiyên wiha berdewam bikin. Tê çaverêkirin ku PKK rojên pêşde li dijî Hêzên Pêşmerge jî çalakiyên bi vî rengî pêk bîne.

Hin berpirsên Pêşmerge ku me agahî jê girtî diyar kirin ku PKK tîmên keşfê şandine derdora Hêzên Pêşmerge. Herwiha jêderên deverî gotin, “Em dizanin ku li deverê hemû teqîn û êrîş ji alîyê PKK ê ve tên kirin. PKK bi fermî li ser xwe bigire an negire vê rastîyê naguhere”

Pustên heman beş