Partiya Karkeran gefan li Qubad Talebanî dixwe û dibêje emê ewlehîya Silêmaniyê têkibibn

PKK-YNK-qubad-talabani-bafil-talabani-info

Rêveberîya jûr ya Partîya Karkeran û şexsê Cemîl Bayîk yê hevserokê KCKê, gef li Qubad Talebanî yê endamê polîtbîroya YNKê xwarne û jê re gotiye ku têkiliyên Partîya Karkeran û YNKê bi rîya Bafil tên birêvebirin û heger ew hewla têkbirina van pêwendîyan bide, ewê were ceza kirin.

Pêgeha “Darka Mazî” ji hin çavkaniyên derdûra Qubad Talebanî hîn bû ku paş serdana Qubad Talebanî ya Tirkiyê û her wiha kuştina hin kadro û rayedarên Partîya Karkeran di sînorê parêzgehîya Silêmaniyê de, Partîya Karkeran ji YNKê pir nîgeran û acize, rêveberîya partiyê gef jî li rêveberîya YNKê û şexsê Qubad Talebanî xwarne ku heger ew pêdaçûnê di reftarên xwe yên bi Partîya Karkeran re nekin, ewê ewlehîya Silêmaniyê hedef bigirin.

Çavkaniyên derdûra Talebanî ji boy Darka Mazî eşkere kirin ku Partîya Karkeran eşkere ji wan re gotîye ku ewê xeteriyê bixin ser Silêmaniyê û ji Qubad Talebanî xwestine ku êdî pêwendî û têkiliyên YNKê û Partîya Karkeran wê ji hêla şexsê Bafil Talebanî ve werin birêvebirin û gef li Qubad xwarine heger ji boy têkbirina van pêwendîyan bikeve nava hewldanan.

Ev nîgeraniyên Partîya Karkeran, ji encama hewlên YNKê û Qubad Talebanî yên dubare organîze kirina pêwendiyên YNKê bi PKKê re ku dihat çaverêkirin YNKe hinek biryaran ji boy razîkirina dewleta Tirk li dijî rêxistina PKKê bigre, lêbelê Bafil Talebanî bi fîta rêveberîya PKKê û şexsê Cemîl Bayîk pêşî li van hewlên Qubad talebanî girtine.

Çavkaniyên ku ev agahî dane Darka Mazî her wiha eşkere kirin ku di peyama gefxwarnê ya PKKê ji boy Qubad Talebanî de ev yêk hatîye gotin: “Bi sedema hemahengîya Qubad Talebanî ya bi dewleta Tirk re, hejmareka kadro û rayedarên rêxistinê li Silêmaniyê ketin ber êrîşên dewleta Tirk, hinekan jiyana xwe wenda kir û hinek jê birîndar bûn, hinek jî ji tirsa tasifye kirinê ji Silêmaniyê reviyan, ev yêk ji YNKê nayê qebûl kirin”.

Wan çavkanîyan her wiha naveroka peyameka şexsê Cemîl Bayîk bo YNKê jî ji boy Darka Mazî eşkere kir û gotin ku “Cemîl Bayîk YNKe agehdar kiriye ku ji îro ve pêwendî, têklî û hemahengîya nêvbera Partîya Karkeran û YNKê wê ji hêla Bafil Talebanî ve werin birêvebirin û nabe Qubad Talebanî hewla têkbirina van pêwendîyan bide, hegre ne ewê were ceza kirin”.

Pustên heman beş