Di Konferansa PKK’ê li ser Lozanê lidarxistin de, Cehşên Seddam jî beşdar bûn

Di Konferansa PKK’ê li ser Lozanê lidarxistin de, Cehşên Seddam jî beşdar bûn

Di Konferansa Lozanê ya ku ji aliyê rêxistina PKK’ê ya Ewropayê KNK’ê ve hat lidarxistin de hinek kes ji Başûrê Kurdistanê jî beşdar bûn. Hilbijartina beşdarbûyan pirr balkêş bû.  Ji ber ku kesên di serdema Seddam de bi Baasê re hevkarî kirin, alîgirên hikûmeta niha ya Iraqê û gelek navên ku li dijî referandûma Serxwebûna Kurdistanê derketî jî beşdarî vê konferansê bibûn.

PKK’ê di 100 salîya Salvegera Lozanê de li bajarê Lozanê Konferansek li dar xist. Konferansa PKK’ê di her warî de ji aliyê raya Kurdan ve rastî bertekên mezin hat. Ji bo wan navên ku beşdarî konferansê bûne jî Kurdan bertek nîşan da. Di konferansê de kesên cehşatî ji rejîma Baasê kiribûn jî hebûn.

Pasewanê Saddam, Mûlazim Muhsin jî di Konferansa Lozanê de bû

Di konferansa ku PKK’ê hem li Rojava û hem jî li Lozanê pêk anî de kesên balkêş hebûn: mînak Dara Haci Brahîm Çarmagayî yê ji Silêmaniyê. Ev kes berê endamê partîya Baasê bû û misteşartî kiriye. Xelkê Silêmaniyê wî wek “berpirsê cehşa” nas dikin.

Ev kes di heman demê de hevalê herî nêzîk yê Mûlazim Muhsin e. Mûlazim Muhsin, bi navê Mushin Filistîn jî tê naskirin. Weke berpirsê asayîşa leşkerî ya rejîma Baas li bajarê Silêmaniyê bû. Seddam jê re digot “zêrevanê min yê li Silêmaniyê”. Berpirsiyarê yekîneya taybet bû ku bi sedan ciwanên Kurd îşkence di kirin. Xelkê Silêmanî wî baş nas dikin. Dostê PKK ê Dara Îbrahîm Çarmagi di Konferansê de li ser navê Kurdistanê axivî.

Çarmagi di bernameyeke televizyonê ya ku di sala 2020 an de beşdar bû de got ku têkiliya wî bi Mûlezim Muhsîn re berdewam dike. Heta ew qas pêşda çû ku li ser xeberê kuştina Mûlezim Muhsîn daxuyanî da û got “Ez her dem bi telefonê pê re diaxivim” ev nûçe ne rast e. Vîdyoyên van axaftinan jî hene.

Îro di vê Konferansa Lozanê de wek nûnerê Herêma Kurdistanê Çarmagi tê qebûlkirin û diaxive. Ew kesên ku di konferansa Lozanê de ku Kurdistan parçe,parçe kir û her parçe bi alên cuda pêşkêşkir, çavên xwe ji vê helwesta PKK’ê girtîn mîna Çarmagi bermahiyên dagirkera ne. Gelek ji vab bejdarvana di berede bidagirkeran re têkiliyên qirêj hebûn. Bi taybetî PKK li Başûrê Kurdistanê bi kesên di serdema Seddam de cehşatî kirî re tevdigere û di xweze wan weke dijberiya Herêma Kurdistanê bi kar bîne.

Di rabirdû yê parêzgarê Silêmaniyê de jî aliyên tarî hene

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji partîya Goran hat hilbijartin. Di pêvajoya hilbijartinê de YNK ê gelek belge li ser rabirdûya Heval Ebubekir pêşkêşî xelkê Silêmanîyê kirin. Yek ji wan helbestek bû ku di rojnameyên wê demê de hatibû weşandin. Parêzgarê niha yê Silêmaniyê Heval Ebûbekir helbestekî xwe de pesnê Seddam dide û ev helbest di rojnameyan de hatine belavkirin.

Heval Ebûbekir di heman demê de endamê partîya Baasê bû û di rêxistina ciwanan de jî cih girtibû.

Heval Ebubekir niha kesekî nêzîkî PKK’ê. berîya çar saladi got em ê sîstema Konfederal sazbikin ji bo Silêmanîyê ji Herêma Kurdistanê veqetîne pêşnîyar kiribû. Heval Ebubekir Endamê rêxistina PKK’ê ya Ewropayê KNK ê ye û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ye. weke endamê daîmî di hemû civênên PKK’ê de cih digire.

Ger ew navên Pkk ê li dora xwe komkirîweke Soran Omer,Yusif Muhemmed û hwd baş werin lêkolîn kirin, dê paşeroja wan de aliyên tarî baş bê dîtin. Ev kesene bi Saddam û îstîxbarata Îranê re navhevde bûn.

Her çiqas gelê Bakurê Kurdistanê vê rastiyê nezane jî lê gelê Başûrê Kurdistanê baş dizane û dibîne. Ji bo vê jî piştî Konferansa Lozanê ya PKK ê raya giştî li ser beşdarbûyên konferansa PKK ê ev tişt gotin: “ji ber ku PKK dijî serxwebûna Kurdistanê ye, helbet li dora xwe qehremanên Pêşmerge, nivîskar û sîyasetmedarên Kurdperwer kom nake. Ew ê kesên cehş yên bermahîyên Saddam kom bike û weke nûnerên Başûrê Kurdistanê dest nişan bike.

Pustên heman beş