Murad Qarayilan gefên êrîşê li Pêşmerge kirin

Murad Qarayilan ku berpirsê karên leşkerî û rêveberê PKK’ê ye, li ser medyaya PKK’ê ya Ewropayê Sterk TV daxuyaniyek belav kir. Qarayilan bi taybetî li ser şer nirxandin kirin û got “emê êrişî Hêzên Pêşmerge bikin” hewl da ku van gefên kirî rewa nîşan bide.

Qarayilan: Ev banga me ya dawî ye, ger şer dest pê bike dê dom dirêj be

Di hevpeyvîna Murad Qarayilan de gelek xalên ku digot emê êrişî hêzên Pêşmerge bikin hebûn. Wî got “Eger şer di navbera gerîla û pêşmergeyan de çêbibe û berfireh bibe, ev şer bi salan wê berdewam bike” diyar dibe ku PKK’ê biryar daye şerê giştî bikin. Ev weke êrişên sala 2021’an lokal nabe. wê êrîşeke berdewam be. Qarayilan jî got, “Ev banga me ya dawî ye.”

Qarayilan îdia kir ku “Cihên ku gerîla bikartîne pêşmergeyan girtin e” ev yek jî weke sedema şer îdia kir. Qarayilan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku “li Zapê berxwedaneke mezin tê meşandin û dewleta Tirk nikare tevbigere û PDK’e jî alîkarî dide wan.”

Lê belê ti eleqeya van gotinên Murad Qarayilan bi rewşa rast a qada şer re nîne. HPG’ê ya ku ji alîyê Qarayilan tê rêvebirin, herêmên ku ji salên 1980 û 1990 î ve di destê PKK’ê de bûn, yek bi yek ji artêşa Tirk re hiştin. Êdî şer li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê nayê kirin. Şer niha li kêleka bajarên Amedîyê, Dêralûk, Şêladizê, Akrê, Duhokê didome. Geliyê Zapê û çiyayên bilind ên derdora wê jixwe di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Tirk de ye. PKK’ê niha şer kêşaye kêleka bajarên Herêma Kurdistanê. Her roj gundî tên kuştin rez û baxçeyên wan tên şewitandin, PKK naxwaze kes mudaxeleyê vê yekê bike.

Murad Qarayilan xwe wek melekekî bê bask pênase dike

PKK’e ev demekî dirêje dibêje “Pêşmerge bi cil û bergên leşkerên Tirk êrîşî me dike” lê heya niha çi delîlek basit jî nîşan nedaye. Gelek derdorên Kurdistanê daxwaza îsbatkirina vê nerastiyê dikin û dibêjin, eger rewşek wisa çêbibe dê hemû gelê Kurdistanê vê yekê bizane. Qarayilan ji bo pûçkirina van bangawaziyên gel got, “Belgeyên me hene, lê em wan naweşînin”.

Lê belê PKK’ê bi rêya trollên xwe yên medyaya civakî Pêşmerge wek leşkerên tirk didan nasîn. Heta berî çend sala Qarayilan di got ku “Pêşmerge dewarên me birin e”. Ji ber vê yekê eger belgeyek wan hebûya, da ji niha ve bihata weşandin.

Qarayilan di daxuyaniya xwe de ji bo rewakirina vê êrişkarîya xwe li ser Pêşmerge, roleke mexdûrî dilîze. Her çiqas Qarayilan hewl dide mîna melekekî bê bask xwe pênase bike jî lê planên PKK’ê yên ji paş ve xencer kirina Herêma Kurdistanê weke çavê rojê diyar in.

Li ser eniya Qarayilan û dîvelankên wî dexma îxanetê heye

Eger Qarayilan bi rastî welatparêz e, çima xortên Kurd kirin leşkerên artêşa dijminê Kurdan “Heşdî Şabî”?

Çima, bi pêkhateyên erebên dijî Kurdistanê yên li Iraqê re hevalbendî kir?

Çima artêşa Iraqê dema êrişî Kerkûkê kir got “Em nakevin navbera her du layena” û pişt re jî piştgiriya dewleta Iraqê kirin?

Çima dema Pêşmergeyan ji wan xwest ku girên Amêdiyê, Zinara Kêste û hind çihên din ji wan re bê hiştin ku tirk nekevin ê, PKK’ê ev daxwaza pêşmerge wek sedema şer dît û bersiv da.

Çima PKK xwe perçe dike ku Şengalê bi Bexdayê ve girêbide, ku ne liser Kurdistanê be?

Rêvebirên PKK’ê û taybet Qarayilan rexmê vê xîyaneta xwe jî dixwazin gelê Kurd wan weke firîşte bibîne. Qarayilan û dîvelankên wî dexma îxaneta li ser eniya wan nivisîye.

Qarayilan: Dizanin em êrîş nakin

Qarayilan di daxuyaniya xwe de got, “Ew dizanin ku em xwe têkilî wan nakin; Ji ber vê jî hemû rêyan digirin.” Di rastiyê de, PKK ji sala 2019’an bi ava kirina “Heza Parastina Başûr” li dijî Herêma Kurdistanê şer ragihand. Heta sala 2020’an 13 pêşmerge şehîd bûn, bi dehan ji wan birîndar bûn, gelek caran mayin li ser rêya Pêşmerge hatin danîn, 2 pêşmergeyên dêrîn bi navê Qazî Salih Alîxan û Mihemed Mîrza Sofî hatin qetilkirin. Di nava kampên Êzidiyan teqîn kirin, alozî derxistin. Gundî hatin revandin û bê serûşûn kirin. Li gel van hemû kiryarên dijminkarî jî eger şer derneketibe, ev jî ji ber nêzîkatiya hestiyar a bi taybet ya cenabê Serok Mesûd Barzanî ye.

Li aliyê din PKK di bin her şert û mercî de amade ye ku êrîş bike destkeftên Başûr bike.

Biryara êrîşa li ser Pêşmerge li ku hat girtin?

Biryara PKK’ê ya êrişa ser Hêzên Pêşmerge di werzê zivistanê hatibû girtin. PKK’ê we hesab kiribû ku Erdogan di hilbijartinan de wê têk biçe. Eger wisa bûya, PKK da agirbesta ku meha Sibatê ragihandi bû wê berdewam bikira û dest bi şerê leşkerî li hember Herêma Kurdistanê ve bikira. Lê pêvajo weke ku PKK’ê dixwest rêve neçû. Ji ber vê yekê, PKK ev biryara şer da paş heye werzê payîzê.

PKK di tevahiya heyva Tîrmehê de hewl da binesaziya êrîşa li ser Pêşmerge amade bike, gelo ev biryar a PKK’ê bû?

Siyaseta çewisandin, dagirkrin û wêrankirina Herêma Kurdistanê, eger Mumkin be, plana aktorên kolonyalîst ên herêmê ye û di sala borî de gelek gav di vî warî de hatin avêtin. Plana PKK’ê ya şerê li dijî Herêma Kurdistanê ji plana van aktoran ne bêxeber e.

PKK’ê di dîroka xwe de tu carî bêyî ku sînyalek ji layenekî tarî bigire dest bi tevgerê nekiriye. Di salên 1990 î de êrîşên ku li ser Herêma Kurdistanê pêk anîn jî parçeyek vê plansazîyê bû. Bi eşkereyî, ev êrîşên PKK’ê “pêngava 15 ê Tebaxê ya duyemîn” tîne bîra me.

Gelo PKK dixwaze Pêngava duyem ya 15 ê Tebaxa 1995 ê dubare bike?

Her çend di sala 1995’an de Herêma Kurdistanê xwedî parlamentoya xwe bû jî, lê dîsa ne xwedî statuyeke fermî bû. Tenê xaka Başûrê Kurdistanê weke herêmeke qedexe ya firînê hatibû ragihandin. Herêma Kurdistanê ji ber wêrankarîya şer û bêderfetîyên rewşa aborî di nava tengasîyan de bu. Li aliyekî Îran di alîyê din Tirkiye û Iraqê zextek mezin dikir. Îdareya Başûrê Kurdistanê ji bo li ser piyan bimîne têdikoşiya. Tu hêzên herêmî li ser navê wê rasterast êrîş nedikir. Lê ji bo ku kurdan li hemberî hev derxin gelek hewl hatin dayîn.

Di vê serdemê de kolonyalîstan “erka êrîşkirina Kurdistanê” dan PKK’ê.

Yalçîn Kûçik li Şamê di bin baskê Ocalan der ne diket. Îranê soza harîkarîya lojîstikî di da PKK’ê, di encamê de Ocalan ew ciwanên Kurd ên ji bo avakirina Kurdistana Serbixwe tevlî bûyîn  di bin navê Tûgaya Brûskî tanzim kirin û di 26 Tebaxê 1995 de êrişî sengerên Pêşmerge kirin.  li Zapê pêvajoyek nû da destpêkirin. Gerîlayên PKK’ê yên di bin fermandariya Alî Haydar Qaytan (Fuat Dêrsim) de êrîşî Herêma Kurdistanê kirin.

Di nava şert û mercên wê rojê û îro de wekheviyeke mezin heye. PKK dîsa tê kişkirin li hember Herêma Kurdistanê.

Ji niha û pê de ev pêvajo wê mezin bibe. Her çend hêzên pêşmerge bi hemû hêza xwe ji vê proseyê dûr bikevin, lê PKK ji ber ku serpereştiya wê dike, dev ji vê biryara êrişê bernade. Divê gelê Kurd bi tûndî li hemberî vê biryara PKK ê xwedî helwest be.

Beriya her tiştî divê gelê Amedîyê, Dêralok û Şêladizê ji PKK’ê re bibêje “Êdî Bese”.  PKK bûye bingehê  wêrankarîyek bê navber ji bo Kurd û Kurdistanê.

Pustên heman beş